Birûc Resûl/Qamişlo
Kohar Xicadoriyan diyar kir ku Ew wekî jinên Ermenî ev 3 sale ku beşdarî pêşengihê dibin û pirtûkên bi zimanê ermenî ku naverokên wan jî li ser jiyana Ermeniya, dîroka Ermeniyan, Jinên Ermenî, helbest û ramanê wa ne.
Di 8`emîn Pêşangeha şehîd Herekol a Pirtûkan de,tiştê berbiçav ew e ku her netewek bi zimanê xwe beşdar bûne û di çîrok û çanda xwe de bêhempa ne. Li hola zana ya bajarê Qamişlo, tê dîtin ku li her qoncikekê de pirtûkên cur bi cûr hene, yek ji van beşan jî ku ji bo gelê Ermenî û suriyanî hatiye veqetandin, di heman demê de ew jî bi pirtûkên çand, huner, dîroka, siyaset û zimanên ermenî û suriyananî pêşkêşdikin. Bi riya pirtûkan wê naskirina çand, huner û dîroka Ermenan û Suriyaniyan hêsantir bibe.
Di çarçoveya tevlîbûna Ermen û Suriyanan di pêşengiha şehîd Herekol de Kohar Xicadoriyan ji Rojnemeya me re axivî.
Beşdariya suriyanan di pêşengiha şehîd Herekol
Pêşangihê destkeftiyeke mezin ji çandê re tomar kir, ji ber ku bû yekemîn pêşangih ku pirtûkên li ser zimanên gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhev dike û piştî 2 salan ji qutkirina Komeleya Çandî ya Suryan ji pêşangihê, gelê Suryanî bi 750 pirtûkên Komeleya Çandî ya Suryanî, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî beşdar dibin û sernavên pirtûkan digihêjin 200 sernavên cuda yên li ser çîrokên gelê Suryanî û dîroka wan. Pirtûkên ji bo hînbûna ferheng û gotinên Suryanî. Her wiha pirtûkên ku ji derveyê welat jî hene, hemû jî pirtûkên ku behsa dîroka şaristaniyên Suryaniyan dikin.
Li ser armaca ku ziman û çanda Suryanî belav bibe, li ser vê baweriyêne ku ev pêşangeh bi salan daxwazeke mezin wergirtiye û weşanxaneyên navneteweyî jî tê de beşdar dibin, ji vê hêlê ve Komeleya Çandî ya Suryaniyan hewl da ku beşdarî pêşangiha îsal bi rengê pirtûkên nû û cihêreng bibe. Her wiha nirxên pirtûkan jî ne bilindin.
Di pêşengihê de tevlîbûna Ermenan
Ev cara 3`emîne ku Ermen li pey hev tevlî pêşengihê dibin. Di sala borî de Ermenan bi 800 pirtûkan tevlî pêşengiha şehîd Herekol bûn, lê di vê sale de tenê bi 400 sernivîs û 500 pirtûkan tevlî pêşengihê bûn.
Çand û meraqa xwendinê
Kohar Xicadoriyan diyar kir ku ev sala 3`mîne ku tevlî pêşengiha şehîd Herekol a Pirtûkan dibin û wiha got: “Em wekî jinên Ermenî ev 3 salin beşdarî pêşengihê dibin û pirtûkên bi zimanê ermenê ku naverokên wan jî li ser jiyana Ermeniya, dîroka Ermeniyan, Jinên Ermenî, helbest û ramanê wa ne em didin pêşedan, her wiha cudahiya pêşengiha îsal ji salên borî ew ku pirtûk ne dihatin firotin ji ber ku nirxên wan zêde bûn. Di heman demê de tişta bala me kişand tevlîbûna jinan di pêşengihê de û hijmara ciwan û zarokan bû, ev jî dide xuyakirin ku çiqas meraqekî pir xurt çêbuye ji aliyê xwendinê ve. Ez wekî jinek e Ermenî dengê xwe dighînim giştî jinan ku ew bi hêz û îradeyekî xurt gavên mezin biavêjin pêş. Di herî dawî de ez bi hêvîme ku her kes di serî de jin, mêr, ciwan û zarok çanda xwendinê pêşbixin.”
Ji bilî pirtûkên bi zimanê Erebî, Ermenî, Suryanî û Kurdî, pirtûkên bi zimanên Îngilîzî û Fransî jî di pêşengihê de cih digirtin, ji bilî pirtûkên zarokan bi zimanekî hêsan û têgihiştî ji bo hişê xwe, ku 8`emîn Pêşangiha şehîd Herekol ji pêşangehên navneteweyî cuda kir, tevî karaktera xwe ya herêmî.