Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re

25/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Rêber Apo di helbesta xwe ya ku ji 195 zarokên Ruhayê re, bersivandiye de dibêje ku rayedarê girtîgehê bi dengekî nizim; got ku name ji tere hatine û name radestî min kirin û dema ku naman vedike gelekî kêfxweş dibe û dibêje; zarokno hûn bixêr û xweşî hatine û xîtabî tevahî zarok û ciwanan dike û ji wan re dibêje; hûn di van kêliyan de li hawîrdora minin û dilê min geş dikin û ji wan re, hestê xwe yê dewlemend tîne ser ziman û rave dike û weke ku çawa di salên rabirdû de li paytexta Suryeyê, Şamê bi zarokan re diyalog dikir careke din bi zarokan re; diyalog dike û dibêje: Hûn li ser gulan hatine û bi dilekî fireh weke, deryayan wan pêşwazî dike û kêfxweş dibe û dema ku mirov li helbesta Rêber Apo û hestên wî ên, dewlemend guhdar dike mirov hestê xwe pir lawaz û ji manewiyatê; qut dibîne û ev jî encama bandorbûna bi pergala, desthilatdar û siyaseta wê ya ku mirovan dike, bejin buhust dibîne.

Dema ku mirov rastiyên wiha hîs dike û dikeve nava şiroveyan de wê demê mirov dibe xwedî qinyata ku; gerek vereşîna mirov were çêkirin ji bo ku ew jahra ku bi navê şerbeta pergala desthilatdar û fînas peran vexwariye û ji rastiya xwe û civakê dûr ketiye û bûye yê wê pergala dilreş û gemarî. Rêber Apo her maye ew mirovê xwezayî û dilpak, ku ji xweza û mirovan hezdike û canê xwe ji wan re dike parastin û mertal û her hewil dide ku jiyaneke wekhev û azad ji mirovahiyê re sazûman bike û wan derxîne ronahiyê. Rêber Apo ew Rêberê ku her li ser xweza û civakê dihizire û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan; têkoşîn dike û niha jî ketiye nava hewildana çareseriya, aşîtiyane û demokratîk. Rêber Apo ji bo ku dawiyê li şer û gengeşeyên ku qet, pêdivîya gelan bi wan tuneye bîne û wê hişmendiya zayendeperst, neteweperest, olperest û dewletperest ên ku dema xwe tijî kirine bi dawî bike.

Rêber Apo temînata jiyana wekhev û azad e. Ez tekez dikim ku ger têkoşîn û keda Rêber Abdullah Ocalan,  ne baya gelo wê rewşa gelê Kurd û gelê Tirk çawa ba? Bi rastî dema ku mirov li ser şer û gengeşeyên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê dihizire wê demê mirov dibîne ku dirindebûn û hovîtîya hişmendiya desthilatdar û tundrewiya wê gihaştiye pileyeke gelekî xeternak û weke ku çawa hevsengiya di navbera zayendan de hatiye xerab kirin, her wiha hevsengiya xwezayê jî hatiye xerab kirin û wiha be gerdûn di xeteriyê de jiyan dike û mirov dikare bibêje ku hebûn tev jî di nava xeteriyê deye. Careke din jî ez tekez dikim ku dibêjim ku peyama, dîrokî ya Rêber Apo jî sedema xwe ewe ku dawiyê li xeteriya li ser mirovahiyê û xwezayê bîne û pergala Civaka Demokratîk, Ekolojîk li ser bingeha wekhevî û azadiya jinê bibe.

Weke ku têye zanîn Rêber Apo 52 salin ku qala çareseriya, pirsgirêka Kurd û Tirkan dike û niha jî dibêje: Pirsgirêk gerdûniye û ji bo aşîtiyeke bingehîn hemû, jiyana xwe weke Rêber, feylesuf û alimekî xistiye xizmetê de û her hewildaye ku civaka siyasî û exlaqî avabike, ji bo ku mirovahî haj li xwe bibe û hinaseke azad bikişîne û  bibêje ku; ez heme û jiyan dikim ji ber ku jiyana heyî weke dojehê lêhatiye û di nava jan û êşan de jiyan dikin. Tekez gerek were zanîn ku têkoşîna Rêber Apo ya 52 salan her di xizmeta mirovahiyê de bûye û hîna jî; weke ciwanekî 30 salî jiyan dike û ruh, fikir û hestên xwe  her zindî û şiyarin û dibêje ku ez ji her wextî zêdetir; ji aşitiya civakî bawerim û ez kar dikim û ev jî ji bo me weke Kurd û nexasim weke jin, perspektîfên demê ne ku em xwe li ser wan bi rêk û pêk bikin û pileya têkoşîna xwe bilind bikin. Bijî Rêber Apo. Bijî yekitî û xuşk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.