Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Kenan Şêxo mîrasa Mihemed Şêxo vejand’

20/10/2024
in Uncategorized
A A
 ‘Kenan Şêxo mîrasa Mihemed Şêxo vejand’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hunermend Kenan Şêxo birayê biçûk ê hunermendê kurd Mihemed Şêxo ye. Bi dirêjahiya 10 salan xebata hunerî li Rojava û Başûrê Kurdistanê, hem jî li derveyî welat kiriye. Herwiha Biha Şêxo girêdayî Kenan Şêxo da zanîn ku Kenan bi deng, bejin û bala xwe mîna Mihemed Şêxo bû.

Dema ku navê ‘saziyeke hunerî’ tê gotin, yekser dezgeheke ku mijûlî kar û xebata hunrê tê xeyalê mirov, lê bi gotina navê Mihemed Şêxo, Biha Şêxo û Kenan Şêxo bi tena xwe dibistaneke hunerî dikeve bala mirov. Ev malbat ji mezin ta biçûkê wan hunermend in û muhra xwe li huner û çanda kurdî dane û li ser asta Kurdistanê hatine naskirin. Yek ji hunermendên vê malbatê Kenan Şêxo ye, girêdayî jiyan û xebata wî ya hunerî, birayê wî Biha Şêxo ji rojnameya me re axivî.

Jidayikbûn û aliyê civakî yê Kenan Şêxo

Biha Şêxo têkildarî xwendin û zaroktiya Kenan Şêxo wiha got: “Birayê min Kenan Şêxo di 1968’an de li gundê Xirbê Kuma ji dayik bû. Ev gund dikeve başûrî gundê me yê bi navê Xecokê yê ku em lê bi cih dibûn. Lê dema ku em ji ber karê çandiniyê li gundan digeriyan, Kenan li wî gundî hate duniyayê. Em di nav malbatê de 6 xuşk û 6 bira bûn, Kenan jî birayê me yê herî biçûk bû. Dema em vegeriyan gundê Xecokê, Kenan çû dibistanê û li gundê xwe, xwendina seretayî qedand. Her wiha ji ber ku wî gelekî ji xwendinê hez nedikir, li aliyekî din jî rewşa malbata me di milê aborî de lawaz bû, xwendina xwe nedomand. Lewma jî wî zaroktiya  xwe di nav gera li gundan de derbas dikir. Ew mîna Mihemed Şêxo û bavê min bi bejin û bala xwe dirêj bû. Raste di zaroktiya xwe de dirêj bû, lê tevger, terz û danûstandinên wî yên zarokan bû. Hertim darqewzik(çetel) di destê wî de bû û timî li nava gund digeriya. Carekê dema ez ji karê leşkerî vedigeriyam mal, nemir Mihemed Şêxo ji min re got “Ez nema dikarim ji ber gazinên cîranan li mal bimînin, hertim tên gazinên Kenan dikin.”

Kenan û kêliyên hunerî bi malbatê re

Şêxo girêdayî hunera Kenian a ku mîna mîrasekî ji malbatê wergirtibû wisa bi lêv kir: “Huner di nav malbata me de mîrateyeke, bavê min dengbêj bû û stran digotin. Ti caran hunermendekî ne Mihemed Şêxo, ne Kenan û ne ez jî me fêrî stran û amûrên muzîkê nekiriye. Lê belê em di malekê de bûn û ji hev fêr dibûn û her yek ji me bi tena xwe perwerde dikir. Ji bilî wê jî di nav gera kar de, dema em çûn devera Tilbirak, di sala 1973’an de bi malbatî me kasêtek çêkir. Di wê kasêtê de bavê min, Mihemed Şêxo û malbat tev stran li nav bembo digotin. Kenan jî di wê kasêtê de bi temenê 5 salî bi me re stran digotin, lê wî bi awayekî jixweber distrand. Piştî Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya Xwe, ji nişka ve wî dest bi hunervaniyê kir, Kenan xwe fêrî tembûr, cumbuş, ûd û kemanê kir, pê re jî stran digotin. Taybetmendiya Kenan Şêxo hebû ku dengê wî, bejin û bala wî mîna ya Mihemed Şêxo bû. Heta niha gelek hunermendan stranên Mihemed Şêxo gotine lê yê ku dikarî tam mîna wî bistrê Kenan bû. Dema ku Mihemed Şêxo sax bû, me nedît ku Kenan rahiştiye tembûrê û stran gotine. Ew timî ji Mihemed Şêxo ditirsiya û nêzî wî nedibû, lê bandora hunera Mihemed Şêxo û bavê min gelekî li hunera Kenan hebû.”

Xebata hunerî di nav civaka kurdî û komên Rojavayê Kurdistanê de

Birayê Kenan, Biha Şêxo xebata wî ya hunerî ya di nava gelê kurd û komên Rojava de wiha anî ser ziman: “ Piştî Mihemed Şêxo di 1989’an de koça dawî kir, Kenan rahişte sazê û dest bi hunerê kir. Di destpêkê de li nav civatan û bi hevalên xwe re stran digotin, bi demê re jî çû cem nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd û hewl da ku stranên taybet çêbike. Pê re jî di hin komên hunerî û folklorî yên Rojavayê Kurdistanê de xebata hunerî kiriye. Weke koma Narîn li Tirbespiyê, koma Agrî ya Amûdê û hwd… di nav van koman de bi erkê tomarkirina kasêtan jî radibû. Hem jî li şahiyan stran digotin, carekê jî ew çend kesên din bi koma Narîn re li çemê Cerahê dema şahiyek li dar dixist, ji aliyê rêjîma Bais ve hat girtin û çend rojan di zindanê de me.”

Gera wî ya hunerî li Başûrê Kurdistanê û dîlgirtina wî…

Biha di derbarê çiwîna Kenan a ber bi Başûrê Kurdistanê û dîlgirtina wî de wiha axivî: “Di sala 1992’yan de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dema ku çû wir jî xelkên wê Duhok, Hewlêr û deverên din bi coşeke mezin Kenan pêşwazî kirin. Sedem jê ew bû ku berê xelkê Başûrê Kurdistanê ji Mihemed Şêxo hes dikir. Lewma jî ji gelek şahî û ahengên hunerî li piraniya bajarên Başûr li dar xistin. Her wiha di wan şahiyan de gelek stranên Mihemed Şêxo û gotin û strana min a bi navê Xecxecokê jî gotibû. Demeke dirêj di ser vê yekê re derbas nabe û bi awayekî nediyar digihêje Mûsilê, serweriya wê demê ya hikumeta Îraqê bû. Ew ji aliyê hikumeta Îraqê ve di heman sala çûyîna xwe de hat girtin û ew radestî rêjîma Beis kirin. Kenan Şêxo salekê di zindana rêjîmê de bû, lê piştî ku ji zindanê gavên cuda avêtin. Ew î êşa zindanê û hunerê ya salekê bi riya ahengan anî ser ziman û di warê stranan de gav avêtine pêş. Di sala 1996’an de wî bi hevkariya koma Buhar kasêteke xwe derxist, wî stranên Mihemed Şêxo gotine, hem jî stranên xwe û stranên hunermendên din bi awazên xwe gotine. Di sala 1997’an de zewicî û piştî salekê berê xwe da wargehê xerîbiyê.”

Çûyîna Elmaniya û domandina xebata hunerî

Şêxo têkildarî çiwîna Kenan Şêxo û domandina xebata hunerî li gel Hunerkom û koma Berxwedan de wiha axivî: “Di sala 1998’an de Kenan Şêxo biryar da ku koçî Almaniya bibe, lewma jî di wê demê de çû û li wir xebata hunerî domand. Ew tevlî Akademiya Hunerkom û koma Berxwedan bû. Ev herdû komên hunerî girêdayî Mediya TV û Roj TV bûn, di nav wan koman de hunermendên kurd ên navdar mîna Seydxan, Şemdîn, Xelîl Xemgîn û hwd… hebûn. Dema ku Kenan çû Almaniya, hin stranên Mihemed Şêxo bi xwe re birin, dan Mediya TV û wê jî dan Navenda Çandê ya Mezopotamiya. Kenan û hunermendên girêdayî koman, bi hev re berhem diafirandin û belav dikirin. Bi dirêjahiya du salan xebata hunerî Kenan li Almaniya û Belcîka bi koman re kir. Gelek caran wan hunermendan bi hev re stranên Mihemed Şêxo digotin û tomar dikirin. Lê em nizanin ku Kenan ti kasêt an stran di wê demê de tomar kirine yan na. Ji xwe rexneya me ji Mediya TV, Roj TV û koman re heye ku ji dema Kenan çûye ser dilovaniya Xwe hîna wan carekê Kenan di salvegerên koça wî de, bi bîr nexistine. Her wiha eger berhemên wî li gel wan hebin jî, heya niha dernexistine û belav nekirin. Hetanî ti xwestek an helwesteke wan di derbarê karê hunerî yê Kenan de nehatiye nîşandan.”

Mirina wî û Mihemed Şêxo bi heman awayî bû

Hunermend Biha girêdayî mirina Kenan wiha eşkere kir: “ Di 25’ê Pûşbera 2000’î de Kenan Şêxo bi kirîza dil çû ser dilovaniya Xwed. Di wê rojê de ew û hevjîna xwe mêvanên maleke Êzîdî bûn, Kenan nexweş bû, lê ji bîr kirbû ku derman bi xwe re bibe. Di encamê de di demjimêr 4 û nîvê sibehê de ji jiyanê koç kir. Mirina Kenan û mirina Mihemed Şêxo heman sedem bû û di heman demê de bû, Mihemed Şêxo jî di demjimêr 4 û nîvê sibehê de bi kirîza dil koça dawî kir. Nexweşiya wan jî mîna hev bû, nexweşiyeke hevbeş û heman taybetmendî bûn. Ew jî nexweşiya Marfan bû, nexweşî dikeve damarên dil de, damaran fireh dike, eger ew nexweşî derman nebe, mirov temenê 40’î derbas nake. Ew nexweşî, gewdeyê mirov dirêj dike, lê temenê wî sînordar dike. Di encamê de jî Kenan û Mihemed Şêxo bi vî rengî ji jiyanê koç kirin. Piştî ku Kenan mir bi heftiyekê gihaşt bajarê Qamişlo û li goristana Hilêliyê bi coşekê ji gelê kurd, malbat û hevalên wî hat oxirkirin.”

Post Views: 95
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.