Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gurbûna şer û tirsa Tirkan

20/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Li Rojhelata Navîn her ku derê şer û pevçun girantir dibin, ne tenê li Rojhelata Navîn, li Ukranya û Asya dûr jî dengên şerxwazan bilindtir dibe.

Şere cîhanê yê sêyemîn her diçe giraniya xwe dide meşandin û dîtbarî dibe. Bi taybet neha jî li cîhanê agirê şerê cîhanê yê sêyemîn tê gurkirin û amadebaşiyên şer tên pêşxistin.

Li Rojhelata Navîn sala par di meha Cotmehê de bi êrîşa Hemasê li ser Îsraî‘lê şerekî giran û kîret pêş ket. Fîşeka şer ya Hemasê ku tu berjewendiyên gelê Filîstînê tê de tunne bû, bû sedem ku Îsraîl dijî Hamas û Hizbulahê şerê tunnekirinê pêş bixîne. Mirov kare bêje, ev êrîşa Hemasê li ser Îsraîlê bi hevkarî û daxwaza Fesadên dewleta Tirk û Îraniyan pêk hat. Îsraîlê ku Hemas weke destê Îranê didît, bi vê êrîşa bi destê Hemasê, firsendekî zêrîn bidestê xwe xist. Bi destpêkirina vê êrîşê bi deh hezaran mirov hatin kuştin û Xeza hate rûxandin. Serokên Hemasê pêşengên wan û gellekî xelkê hêjar û bê guneh jî hatin kuştin. Hizbulahê ku bi nav û deng bû, qaşo xwedan hêz bû, kadirên wî û pêşengên wî, ji hêla Îsraîlê ve hatin yekalî kirin. Îran, Yemen û Lubnan jî tevlî vî şerê bûn. Îrana ku bi salane li dijî Îsraîlê amadekariya leşkerî, sîyasî û dîplomasî dikir, mirov kare bêje, hêza wê têrê nekir û şer hate ber deriyê Îranê. Eniya ku jê re dibêjin Hîlala şîîyan, ya hevkarên Îranê, Hemas, Hizbullah, Yemen, Sûriyê û Îraqê, neha dema xweya herî qels dijî. Dewleta Tirkan ku Hikumeta (AKP û MHP) ev çend salin ji şer û pevçunên herêmê sûd werdigirt, bi şerê Hemas û Îsraîlê re ew jî hate tengav kirin. Beriya vê şerî ge li hêla Emerîka, ge li hêla Rusan cîh digirt. Ji bo Kurd nebin xwedî statuyek her tiştên kîret bikar danî. Qaşo dijberiya Îsraîlê di nav xwede dikir û piştgiriya Hemasêjî eşkere dikir. Ji Îsraîlêjî bu, ji Ereban û îranêjî tiştekî bi dest nexist. Neha ji ber Îran ketiye devê tifingê, tirsê bi dewleta qirker girtiye! Dibêje ewê Îsraîl li Îranê bide, ewê Suriye bê hêz bimîne û ewê Kurd bibin xwedî statû. Ev axeftinên Bahçelî û Erdogan di derbarê çareserî û aşitiyêjî, ji vê tirsêne. Ger Îran têk biçe îcar dora meye. Lewre ew baş dizanin wan çi wehşet bi serê Kurdan anîne. Jiber wê dibêje hawar zu bikin Îsraîl hat ber deriyê me, ewê xaka mejî jime bigre. Digot Hamas jibo me kuwwaî mîllîyeye. Henekî kesên dînfroş jî, biwîre heman tişt digotin. Azadiya Kurdan û Kurdîstanê weke Îsraîla duyemîn propaganda dikirin. Hun van derewan bikin jî hunê têk biçin!

Belê ewê gelê Kurd bigîhîje azadiya xwe! Hun çi defik û dolaban çêdikin bikin, ewê gelê me bigîhîje meqsed û miraza xwe.

Ayeta Qur’ana pîroz, Jibo xwedan maf û mezlûman:

Tê Bîra te? Neyarên te jibo te bê bandor bikin, an te bikujin, an jî te ji welatê te bi darê zorê derbixin defik çêdikir: Xwedê defikên wan xira dikir. Kesê herî baş û xweş defikan xera dike Xwedaye. (Enfal 30) Belê de‘fik û dolabên çêkirin, ewê bixwe têde bimînin. Ev jî zagona Xwedêye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.