Solîn Mihemed/ Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku piştî pêla bihabûnê ku her tişt pê bandor bû, barê wan du qat girantir bûye û gotin, “Pêwîste sînorek ji buhabûnê re bê dayîn”
Di dema dawî de, piştî bilindbûn gumrik û sotemeniyê, welatiyên Sûriyê bi pêleke bihabûnê ya zehmet re, rûbirû mane. Ev buhabûn bûye sedema kirîzeke aborî a kûr û bare welatiyan girantir kiriye. Welatî jî ji bo peydakirina pêdiviyên sereke zehmetiyên mezin dikşîin.
Di derbarê mijarê de şêneyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Ev du heftî ne ku em derdikevin xwepêşandanê’
Welatiyê bi navê Ezîz Behlewî Diyar kir ku ev bû du heftî ji bo buhayên tiştan ew derdikevin xwepêşandanê û wiha got: “Ev biriyara hikûmeta demkî ya li ser buhabûna Sotemeniyê hişt ku bandora xwe li ser her kolaneke Sûrî bi tevahî bike. Îro ne tenê sotemenî buha bûye, lê belê kelûpel jî bi giştî buha ne, ji bo welatiyên xizan pir zehmete ku di vê demê te tiştekî bikire. Di vê rewşa jiyanî ya zehmet de ji bo me her tişt buha ye, piştî buhabûna sotemeniyê û kelûpelên din, ev bû du heftî ne ku em her tim derdikevin xwepêşandanê. Lê kesekî berpirsiyar tune ye ku îro xwe nêzî me bike û vê rewşa ku em tê de ne.”
‘Buhabûn ji bo welatiyan zehmet e’
Welatiya bi navê Fadiya Ehmed jî bal kişand ser buhabûna zêde û wiha got: “Ev bûhabûna ku derket holê rewşa welatiyan pir zehmet kir. Bi
tayîbet buhabûna sotemeniyê, ji ber buhabûna wê êdî xwediyên erebeyên veguhestinê jî kirya çûn û hatina welatiyan buha kir. Di vê demê de welatî di kirîzeke zehmet û asteng re derbas dibin, îro kes nikare vê rewşa buhabûnê tehemul bike û dibara malbata xwe bike.”
Fadiya Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Buhabûna kelûpelan bandora xwe li ser civakê kir. Îro welatî ji buhabûna zêde ji gelek pêdiviyan mehrûm dimîne. Hêviya me jî ew e ku her tişt vegerin wek buhayên xwe yên dema berê da ku welatî jiyaneke rihet jiyan bikin.”





