Ronaz Silêman/Qamişlo
Koçberên li Kampa Waşûkanî di nav êş û zehmetiyan de jiyanê dewam dikin, êşa koçberan jî ne jiyana li nav konan e, lê birîna wan ew e ku di welatê xwe de bûne koçber. Di heman demê de koçberî bandoreke mezin li ser piskolojiya wan kiriye û ev yek hîn zorê dide jiyan wan.
Bi salvager Komploya Navneteweyî ya ku li ser Rêber Apo pêk hatî, dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku di sala 2019’an de li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat û ji ber giraniya bombebaranê şêniyên bajêr koçberî bajarê Hesekê bûn û neçar bûn ku hin ji wan di dibistanan de bic bibin û hin ji wan herin gel xizmên xwe. Lê mixabin dagirkeriya bajarên wan dirêj kir û heya niha jî bajarên wan di destê dagikeriyê de ye. Ji ber wê hewcedariya koçberan bi cihekî hebû, lewra Rêveberiya Xweser ji wan re, kampa Waşûkanî û Serêkaniyê dan avakirin. Kampa Waşûkanî di sala 2019’an de li bajarokê Tiwêna ku 12 km li Rojavayê bajarê Hesekê dikeve, hate avakirin. Di kampê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve binesaziya bingehîn ji gel re hat amedekirin, çadir û depoyên ava vexwarinê hatin dabînkirin, erd ji hev hat veqetand, toreya elektirîkê di kampê de hat belavkirin û kamp li ser komînan hat dabeşkirin. Di nava kampa Waşûkanî de 2 hezar û 260 malbatin, ji wan 4 hezar û 200 jinin, 3 hezar û 600 mêrin, 8 hezar û 226 zarokin, 16 hezar û 26 kesin ku di 1 hezar û 993 çadiran de bicih bûne.
Kampa Waşokan heyanî sala 2023’an jî, ji aliyê UN’ê ve ne naskirî bû û ne jî weke kampeke fermî hatibû erêkirin, ji ber vê yekê xizmetên wê, tenê bi dabînkirina hin konan sînordar bû, lê piştî çend mehan hin rêxistinan mudaxele kirin û destek dan ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji koçberan re.
Rêxistinên ku di warê tenduristiyê de li kampê dixebitin wiha ne:
Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Rîlêf, Rêxistina IRC, Rêxistina SP û Rêxistina HI. Ji aliyê van rêxistinan ve guhdana tenduristiyê ya destpêkê ji koçberan re tê kirin.
Rêxistinên ku di warê perwerdeyê de dixebitin:
Di kampa Waşûkanî de 3’ê dibistan hene û di wan dibistanan de minhacê Rêveberiya Xweser tê dayîn. Herwiha ji aliyê navenda Rêxistina NRC ve ji bo xurtkirina xwendekarên li dibistanê û yên dev ji xwendinê berdidin perwerde tê birin.
Rêxistinên ku di warê parastinê de dixebitin:
Rêxistina Aştiyê, Rêxistina Nûdem û Rêxistina Rîlêf. Herwiha ji aliyê rêxistina ACTED ve rêvebirin û çêkirina pêwendiyan ji bû dabînkirina xizmetguzariyên av û paqijiyê li kampê tê kirin. Di heman de ji aliyê rêxistina Save The Children ve beşên xwarinê li dayikên ku şîr didin zarokên xwe, tê belavkirin. Û rêxistina CHF parê xwarinê mehane li koçberan belav dike. Komela Elmewede jî, bernameya jêhatîbûnên jiyanê ji bo ciwanên kampê pêşkêş dike û diyariyên mehane li wan belav dike. Herwiha ji aliyê tenduristiya cîhanê û UNICEF’ê ve kampanyayên hişyariyê yên derbarê nexweşiyan û derzîlêdana rûtîn a zarokan tê kirin.
Di kampa Waşûkanî de car caran ji aliyê hin rêxistinan ve, hewcedariyên kampê an jî ziyanên ku gihiştine koçberan û binpêkirinên ku di encama dagirkirinê de gihiştiye wan, tên şopandin. Û hin projeyên xizmetguzariyê wek avakirina cihê serşoştinê, danîna kevirê şikestî li riyên di nava kampê de, danîna lempeyên ronîkirina kolanan û pêşkêşkirina derfetan ji bo karker û pêşeyên ku li kampê ne.
Pêwîstiyên herî girîng ên kampa Waşûkanî
-Berfirehkirina dîwarên kampê ji bo bicihkirina malbat û zewacên zêde.
-Avakirina cihê xwaringeh û serşoştinê ji bo her kon a çadirekî pêwîste.
-Birêxistinkirina kenalên avqirêjiyê di nava komînan de ji bo rijandina ava şûştinê.
-Piştgiriya warê tendirustiyê bi rêya navenda tenduristiya zanînê û peydakirina dermanan, bi taybetî dermanên nexweşiyên giran.
-Rêxistinkirina tora elektrîkê bi stûnan di kampê de, herwiha teore û qutîkên elektirîkê ji bo ewlebûnê.
-Paqijkirina dîwarê kampê.
-Danîna batonê li binê konan û lêkirina derdora wê bi 4 rêz ji bilokan ji bo parastina konan ji baranê.
-Pêwîstiya her malbatekê bi cihê xwaringeh û serşûştinê yê taybet heye, ji ber piraniya pirsgirêkên kampê ji ber hevbeşbûna cihê serşûştin û xwaringehê ye.
-Çêkirina qada lîstikê bi hemû pêdiviyan.
-Girîngî û piştgiriya dibistanan di warê lojîstîk, qirtas û kincên yekreng de.
-Guhertina hemû konê di kampê de.
Di derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd û Rewşa dibistanan di nava kampa Waşûkanî de, rêveberê Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşûkanî Macid Ebdulqadir, endama Heyva Sor a Kurd Ahîn Osman û yek ji mamosteyên dibistanên li kampê Rûken Izo ji rojnameya me re axivîn.
Macid Ebdulqadir diyar kir ku bi avabûna Kampa Waşûkanî re navenda Heyva Sor a Kurd li kampê hat avakirin û wiha got: “Heyva Sor a Kurd, ji destpêka avakirina kampa Waşûkanî ve li kampê bi cî bûye û li koçberan xwedî derdikeve. Di nava navenda me de kilînîk hene, ew jî kilînîka Zarokan, Kilînîka hundirîn, kilînîka jinan, piştgiriya piskolojîk, teqîgeh, dermanxane û embulansek ji bo rewşên lezgîn 24 seatan amedeye û nexweşên ku rewşên wan zehmet bin, ji nexweşxaneyên taybet ên bajarê Hesekê tên şandin. Ji xwe me ya odeyek emliyatan li bajarê Qamişlo heye, dema rewşek bi hewcedarî emliyatê be, em hemahengî bi wan re tê dikin û heger dikarin vê rewşê pêşwazî bikin em ji wan re, rê dikin. Ji milê dermanan jî tu kêmasî tuneye û em bi hemî derfetên xwe dewl didin ku pêdiviyên jiyanî ji koçberên kampê re bi cih bînin. Di heman demê de ji ber Kampa Waşûkanî kampek vekiriye, lewra çi rewşên ku derbasî kampê bibe em wek Heyva Sor ku bi erkekî mirov radibin bi wan re dibin alîkar. Rêxistina me bi hemû derfetên xwe yên heyî, hewl dide ku pêwîstiyên koçberên ji Waşûkanî û gundewarên wê ku li kampê dimînin, bi cih bîne. Xebatên me jî, ji aliyê 43 endam tê meşandin.”
‘Li heman welatî koçberbûn birînek e’
Endama Heyva Sor a Kurd a li Kampa Waşûkanî Ahîn Osman diyar kir ku piştî gel ji bajarê xwe koçber bûn êş û azarên wan zêdetir bû û wiha got: “Jiyana li kampan bi her rengê xwe zehmete, koçberî êş û azarê koçberan zêdetir kir. Ji ber vê yekê me wek Heyva Sor a Kurd hewcedarî bi vekirina piştgiriya piskolojîk di navenda Heyva Sor de dît. Dema ku gel ji bajarê xwe derketin û derbasî nava konan bû, ji bo wan êşek bû. Êşa koçberan ne jiyana li nav konan e, lê birîna ew e ku wan di welatê xwe de, bûne koçber. Bandora Koçberiyê herî zêde li zarokan bûye, ji ber zarok bûn qurbaniya polîtîkeyên dagirkeran, ev jî derûniya wan xerab kiriye. Di heman demê de ji ber koçberiyê derûniya jin û mêran jî xerab bibû, ev jî dibû sedema nefêkirin û pevçûna di nava malbatê de. Lewra me girop dan avakirin û ji wan giropan re piştgiriya piskolojîk çê dikin. Herwiha rêzgirtin di navbera dê, bav û zarokan de nemabû li ser vê bingehê me rûniştandin ji dayikan re çêkirin, ji ber rêjeya mêran kêm dihatin û di wan rûniştinan de rê û rêbazê çareseriyê nîşanî wan dida.”
‘Rewşên piskolojîk li cem koçberan bi sedema koçberiyê ye’
Ahîn Osman axaftina xwe wiha qedand: “Rûniştandinên ên ji bû dê û zarokan di çarçoveya ku çawa ji hev fêm bikin, ji ber dema zextên piskolojîk li ser dê hebe nikare li zarok û derdora xwe guhdarî bike, lê dema dê nas kir rewşa ku ew têre derbas dibe, zarok jî di wê rewşê re derbas dibe, guhertina li ser wê li ser zarokê jî pêk hatiye û têgihiştina zarokê jî ne bi qasî ya dayikê ye, wê demê gihişt têgihiştinekê ku ew ê zarokê bîne derdora xwe ne zarok here derdora wê. Mêr jî, ji ber bêkariyê zext li ser tê kirin ev zext dibe sedema pirsgirêk û pevçûnên malbatî. Ji bû zarokan jî, rûniştandinên me ji zarokên temenê wan kêmî 10 sala ne heye, ew jî di çarçoveya hişyariyê ku çawa li derdor û paqijiya xwe guhdar bin, herwiha çawa danûstendinê bikin, hem jî em wan teşwîqî xwendin û çûna li dibistanê dikin, ji ber di dema niha de gelek zarok dev ji dibstanê berdidin, ev jî ji bû pêşeroja wan zirareke mezin e. Dema ku mirov di bin zextên biskolojîkê de be, çareserî li cem wan heye, lê ji ber zextan nabîne û di hizira wî/ê de ew tenê di vê yekê re derbas dibe, lê dema ku di rûniştandina de, li hev guhdarî dikirin, didîtin ku hemû di bin van zehmetiyan re derbas dibin, weke tê gotin dema ku tu felekta kesên din dibîne ya te hêsan dibe. Ji xwe ji bû van rûniştandinan demên taybet tuneye, her dem deriyên me ji bû pêşwazîkirin û çareserkirina rewşên wan vekiriye. Daxwaziya min jî ew e ku berfirehiyek mezin di Heyva Sor a kampê de ji bo çalakiyên ji zarokan re bê avakirin.”
‘Hêviya me piştgirî ji bû xwendekaran’
Rûken Izo diyar kir ku li kampa Waşûkanî 3 dibistan hene û wiha got: “Li dibistanên kampê danê sibeha û yê êvarî dewa lê tê kirin. Herwiha di dibistanê de mihacê Rêveberiya Xweset ji pêkhateyên kurd û ereb re tê dayîn. Ji bo şagirtên seretayî de her polek de mamosteyek erkdarê wê ye, lê dibistanên navîn û amadehî her biranşek mamosteyeke wê taybet heye. Tevlîbûna şagirtan ji dibistanê re kême, ji ber rêjeyek ji şagirtan dev ji dibistanê berdidin û diçin kar dikin, ji bû bi malbatê xwe re alîkar bin, lê ev zirareke mezin e, lewra em komîta ji bû vê yekê ava dikin. Asta xwendekaran li gorî rewşa ku tê de ne, bi giştî başe. Alîkariya ku bi şagirtan re tê kirin, pir kême, ji bo wê hêviya me ew e ku ji bû şagirtan piştgirî ji her alî ve bê kirin û dûrî xwendina xwe nekevin.”