Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaset, Heqîqet û Dewlet(Bahçeli)

20/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Ji bo ku dewleta tirka û bi taybetî jî siyaseta wê zelal were nas kirin, hema mirov bala xwe bide vê hilwesta dawî ya Devlet Bahçeli bes e.

Silav û destdayîna Devlet a ji Ozgur Ozel û Tuncer Bakirhan re, li salona Parlamana Tirkiyeyê balkêş bû.

Bêgûman bi axaftina xwe ya li gel Ozgur Ozel re, cewher û heqîqeta siyaseta xwe û dewleta xwe ya derewîn aşkere dida dest.

Bi kurtayî digot, “Ew gotinên min ên li civîna koma parlamenê ku ji bo te digot, tu jê nerihet nebe, jixwe ew siyaset bû…” û hwd!

Wateya vê gotina wî, aşkere mina ku bêje, “siyaset derew e, van gotinên em li dijî hev dibêjin hemû derewin û ji bo xapandina gel, civak û raya giştî ye”!

Jixwe tê zanîn, dewlet, bi gelemperî weke têgîn, saziya parastina mafên desthilatên civakê ne.  Ne weke ku ew dibejin, “dewlet mafê civakê diparêze”, na xêr berovajî, li dijî çîna bindest mafê çîna serdest(dewlemendan) diparêze.

Lê dîsa jî, çîna desthilatdar vî wechê xwe vedişêr in, bi giranî rûyên xwe yên derewîn nîşanî gel nadin û heke xeter nebe jî, di çarçoveya yasayên xwe yên burjuvazî de tevdigerin.

Belê dema tengav dibin û li ser xwe hilwestên xeter dibînin, êdî yasayên xwe jî nas nakin, binpê dikin.

Îca, nuha di hilwestên Devlet Bahçeli û Receb Erdogan de, diyar dibe ku pir tengav bûne, êdî bêhemdî xwe jî dikarin biaxivin, rûyên xwe yên derewîn û xapînok bidin der.

Jiber ku berî nuha, him li dijî CHPê him li dijî DEM Partiyê, gotinên nayên gotin digotin, bi zimanekî dujminkarane dipeyivîn. Belê hema ji nişka ve zimanên xwe guhertin û xwedêgiravî mîna “dostan” peyivîn Devlet û Receb!

Bêgûman kesê ku ev durûtiya wan nedît nîne.

Her wiha divê jibîr nebe ku van kesan, projeyên ji derve yên hegemonên cîhanê didin meşandin û lewma ev hilwestên wan, ne hema jixweber bi îradeya azad derketine holê!

Weke berê jî hatibû bahs kirin, ev proje di çarçoveya cenga 3yan a cîhanî de tê birêvebirin. Û şaxê wê yê Rojhilata Navin Dewleta Tirk(Receb û Devlet) û Dewleta Isarîl(Netanyahu) e. Dîsa divê were bîra me Receb, cîgirê Buch ê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bû!

Aliyek yê şerê 3yan ê cîhanê DYE û hevalbendên xwe be, aliyê din jî Rusya, Çîn û hevalbendên xwe ne.

Her du alî jî bê navber, tevgêrên xwe berfirehtir û hewldanên xwe bi leztir dikin.

Di duvikê vê çarçowê de, wezîrê derve yê Îranê, piştî gera Iraqê, Libnanê, Ummanê, Suriyê û Siûdiyê, nuha jî derketiye gera diplomatîk ya Urdinê, Misrê û Tirkiyê.

Di heman demê de, Nêçirvan Berzanî jî, çar roj berî hilbijartinên Iraqê li cem Fermandarê xwe Receb Erdogan bû.

Li himber van her du aliyan, aliyê sisyan Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye û ew jî, van hewldanan ji her kesî zelaltir dibînin û li ser rêya xwe ya sisyan tevdigere.

Li ser vê bingehê, lîstokên “pêvajoya çareseriyê ya nuh” tên nirxandin, Şoreşa Rojava dê were parastin û Pergala Imraliyê tê hilweşandin-Rêber APO azad dibe!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.