Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilatdarî û Rêveberiya Demokratîk…(1)

20/10/2024
in Uncategorized
A A
Desthilatdarî û Rêveberiya Demokratîk…(1)
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ramanê Rêber Apo

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî di diyardeya rêveberiya civakî de jihevkirina şêweyên desthilatdarperest û rêveberiyên xweser ên demokratîk gelekî girîng e. Heta cudahiyên bi kok ên di navbera paradîgmayên herdu rêveberiyan de neyên jihevkirin û zelalkirin, çareseriyên bêne kirin bivênevê wê bi tevahî bêkêr bin. Rêveberiya civakî bi xwe heta bi awayekî azad neyê diyarkirin, pirsgirêkên din hemû wê di kêliya dawî de di nava bêçareseriya rêveberiyê de asê û pûç bibin, heta wê bi xwe re pirsgirêkan girantir bike. Eger hewce bike ku mirov mînakeke dîrokî bide, mirov dikare behsa ezmûna Sovyetê bike. Bi awayekî desthilatparêz nêzî diyardeya rêveberiyê bûn ev yek di têkçûna ezmûna Sovyetê de bi roleke diyarker rabûye. Di bingehê şoreşên serneketî de heman diyarde veşartî heye. Ev şoreş, yan bi ti awayî nikarîbûne xwe ji têgihiştina rêveberiya desthilatparêz qut bikin û di encama vê de bûne desthilatdar û riziyane, yan jî bi temamî diyardeya rêveberiyê li derve hiştine û bi vî awayî ber bi anarşîzma ferdî ve çûne û bivênevê têkçûn ferz kirine. Desthilatdariya dewletdar û hiyarerşîk destavêtiye diyardeya rêveberiyê û ev çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Heta ku dest neavêjin diyardeya rêveberiyê, wê çeloxwarî û berevajîker nekin, mêtinkarî û zordestî nikare xwe bi sazî bike, û ev diyarde bivênevê yan wê pêk neyên an jî wê demî bin. Rêveberî çiqasî bêne desteserkirin, çerx û mekanîzmayên mêtinkarî û zordestî jî wê li ser civakan ewqasî bê avakirin. Bi vî awayî jî mîna ku devê qutîka Pandorayê vebe, tevahiya diyardeyên civakî wê di nava pirsgirêkan de bixeniqin.

Nîzama civaka xwezayî bi rêveberiya hiyarerşîk xirabû û pirsgirêkên çavkaniya xwe xweza li van zêde bûn, bi vê re jî pirsgirêkên civakî yên navxweyî derdikevin holê. Pirsgirêkên di warê çanda maddî û manewî ya civakê de her diçin girantir dibin. Şerên di navbera klan û qebîleyan de dijwar dibin îşaret bi avahiyeke bi pirsgirêk dikin. Di cîhana zêhnî de têgînên bi nakok ên xwedayî û fikrên mîtolojîk ên derdikevin holê bi xwe pirsgirêkên civakî yên zêde dibin îfade dikin. Em van diyardeyan hemûyan dikarin di civaka Sumer de bi awayekî xurt bibînin. Şerê di navbera xwedayan de, ya rastî pevçûna di navbera xanedanên hiyarerşîk ên mezin dibin û rêveberên bajar-dewletê de li ser berjewendiyan in. Şerên desthilatdariyê yên di navbera salên 5000-3000 B.Z. de li Mezopotamya Jêr û paşê di tevahiya civakên şareza de bê dîtin, wê prototîpa pirsgirêkên civakî ên bi kok li ser bingehê nakokiya bajar-gund (‘barbar’) û lihevnekirinên çînî yên yekdestdariyên mêtinkar pêk bîne. Piştre bi tevahî şêweyên lihevkirinê û şerên civakî, pevçûnên hundir û derve yên bajar, çîn û dewletê yên derkevin holê, mînakên pêşî yên aştiyê li van deran têne ceribandin.

Tevî ku di nava dem û pêvajoyê de rêveberiya desthilatperest bi ser ketiye jî civak ti carî ji xwesteka xwe ya xwerêvebirinê negeriyaye û li dijî rêveberiya desthilatdar timî xwesteka xwe ya xwerêvebirinê mezin kiriye. Jixwe di dîrokê de rêveberiyên qebîle û eşîran şêwegirtina herî berfireh a civakan e. Ya ku qebîle û eşîran pêk anî bi xwe, xwerêvebirin e. Li şûna ku li ber rêveberiyên xerîb stûyê xwe xwar bikin, timî tercîh kirine ku bibin civakên koçer ên li çol û çiyan, li qelaç û zozanan. Çi dibe bila bibe ji ya xwe nehatine xwarê; qirkirin jî li ber çavan girtine, lê ji pêdiviya bingehîn a xwezaya civakî mafê xwerêvebirinê negeriyane. Qebîle û eşîr gelekî serwext bûn ku ji xwerêvebirinê bigerin wê nasnameya xwe ji dest bidin û êsîr bikevin. Diyardeya jê re dibêjin berxwedana barbaran li dijî bajaran di bingehê xwe de şerê qebîle û eşîran e ku ji mafê xwerêvebirinê nagerin û bergiriya nasnameya xwe dikin. Mirov bi awayekî berfireh dikare vê diyardeyê heta roja me ya îro bibîne. Di kevalên Sumeran de bi îfadeyên bi bandor û bi awayekî destanwarî qala êriş û berxwedanên li dijî Sumeran tê kirin ku qebîleyên çolê ango Aramîtan (qebîleyên Proto Ereb) ji Rojava û yên Hûrriyan (Proto Kurd) ji Bakur û Rojhilat bi pêş dixistin.

Pirsgirêka xwerêvebirinê ya komên qebîle û eşîran di pêvajoyên qewm, millet an jî gelbûnê de xwe weke demokrasiyê (bi Yewnanî tê maneya ‘xwerêvebirina gel’) bi gewde dike. Divê mirov demokrasiyê bi du xisletên wê bide naskirin: Yekemîn, di naveroka wê de dijbertiya dewletbûn û bi sazîbûna desthilatdariyê ya li ser gel heye. Duyemîn, xwerêvebirina xwe ya ji rêûresmê mayî bêhtir bi xisleta tevlîkirinê gurçûpêç dike, bi vî awayî çanda civîn û guftûgoyê bi sazî dike, prototîpa parlementê pêk tîne û bi vî rengî wê tekûz dike. Xwerêvebirin weke xweseriya demokratîk tevlîbûna hemû yekeyên civakê yên pêwendîdar pêk tîne û bi sazî dike. Di vê mijarê de mînaka dîrokî ya bi bandor û bi belgeyên nivîskî, em di demokrasiya Atînayê de dibînin. Demokrasiya Atînayê bi sedema ku bi temamî ji koletiyê nikaribû bibihure demokrasiyeke temam nayê hesibandin. Lê ji ber ku di mînaka Spartayê de dewletbûnê qebûl nake dewlet nayê hesibandin. Ev mînaka balkêş a ji demokrasiya temam derbasbûna dewletê der barê demokrasiya rastî de îro jî gelek dersên mirov jê bigire hene. Demokrasiya Atînayê ji roja me ya îro re nirxên hiştine hene weke rasterast demokrasî, bi hilbijartinên salane destnîşankirina rêveberiyê û nedana ti xisleteke payeberz ji bo kesên neqandî, diyardeya rêveberiyê ya di fermana demokrasiyê de, çanda civînan a welatiyan tevlî guftûgoyên polîtîk dike ango wan bi awayekî perwerde dike. Hemin wekî din serhatiya bêhejmar civakên din a nenivîsandî heye û ya wan jî çandeke demokrasiyê ya bi heman rengî ye.

Ezmûn û tecrûbeyên dîrokî yên me hewl da bi kurtî bi mînakan nîşan bidin, bi awayekî berfireh hebûn û cudabûna diyardeya xwerêvebirin û demokrasiyê li pêş çavan radixin. Şêweyekî rêveberiyê ye ku rê nade desthilatdarbûnê, rê li ber pirsgirêkên civakî venake, firsendê nade derketina holê ya zordestî û mêtinkariyê. Gelekî girîng e ku mirov li dijî hewldanên rizandinê yên rêveberiya desthilatdar van xisletên bingehîn ên demokrasiyê û xweseriya demokratîk timî zelal bike û ji wan negere. Eger mirov demokrasiyê bike kirasê rewakirina desthilatdarî yan jî dewletê, ev xirabiya herî mezin e ku mirov bi demokrasiyê bike. Divê mirov ti carî demokrasiyê bi dewlet û desthilatdariyê re wekhev neke, nebîne. Eger bi vî awayî têgîn bêne tevlîhevkirin hingê ji pirsgirêkên civakî re çareserî nayên peydakirin û heta her biçe wê bikevin ser hev û zêdetir bibin. Demokrasiyên serwextbûna polîtîk û hestyariya exlaqî ya civakî timî li ser piyan zindî û geş dihêlin, ji bo pirsgirêkên desthilatdarî û dewlet dibin sedema çêbûna wan, qadên rastî yên çareseriyê ne. Em rejîmeke din a bi qasî demokrasiyê karibe bêyî şer pirsgirêkan çareser bike nabînin. Lê kengî xweşhalî û aramiya civakê bikeve ber derbên kujer ên dewlet û desthilatdariyê ango tehlûkeyeke bi vî rengî derket holê, demokrasî bi coş şer dikin û bi hêsanî jî têk naçin.

Di serdema modernîteya kapîtalîst de ji bo demokrasiyan û xweseriyên demokratîk tehlûkeya herî mezin ji desthilatdariyên dewleta netewe tên. Pirraniya dewletên netewe yên kirasê demokrasiyê li xwe dikin, navendîbûna herî hişk pêk tînin û bi vî awayî mafê xwerêvebirinê yê civakê bi temamî ji holê radikin. Hegemonya îdeolojîk a lîberal hewl dide vê xisleta dewleta netewe ya dijberî demokrasiyê, weke xisleta ‘serdema demokrasiyê’ bi hîle bide pejirandin û ji aliyê dewleta netewe ve înkara demokrasiyê weke serketina rejîma demokrasiyê tê qebûlkirin. Li hemberî modernîteya kapîtalîst pirsgirêka rastî ya demokrasiyan ew e, divê cudahiya xwe nîşan bidin û dev ji xisleta xwe ya tevlîkirinê û domdar bernedin. Heta hegemonya desthilatdarî û dewletê neyê ferzkirin pirsgirêkeke civakî ya ku demokrasî çareser nekin tineye.

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.