Lîloz Hisên/ Qamişlo
Tevî ku li seranserî cîhanê asta têkoşîna jinan ya li dijî tundiyê gihiştiye asteke bilind, lê kuştin, revandin û tundî li dijî jinê jî di rêjeyeke pir metirsîdar de ye. Bi taybet li deverên ku şer û kirîz hene, rêjeya tundiya li dijî jinan pir bilind e.
Tevî bilindbûna asta têkoşîna jinan û pêşketina ku cîhan tê de derbas dibe, lê hîn jî diyardeya kuştin û tundiya li dijî jin û zarokan dewam dike.
Ji sedemên kuştina jinan
–Tundiya malbat sedemeke sereke ye ji sedemên kuştina jinan, ji ber desthilatdariya di nava malbatê de û cudahiya di navbera her du zayendan de.
–Kuştina bi hincet û li ser navê şerefê di gelek civakan de belav e.
–Zewicandina bi zorê, gelek jin tên kuştin ji ber ku zewacê red dikin.
–Xizanî, şert û mercên aborî yên zehmet, ev faktor xeteriya tundî û kuştina jinan zêde dike
–Rewşa şer li dewletên ku pêvçûnan jiyan dikin, tê de jin li hember hovtrîn wesîleyên tundî û kuştinê tê, bi îstîsmara zayendî û êrîşên fizîkî û derûnî re rû bi rû ne.
Ji ber redkirina zewacê gelek jin hatin kuştin
Di dema dawî de, ji nav rêzekuştinên ku li dijî jinan pêk tê, li Tirkiyê jineke ciwan bi nave Naya El-Sefan ji Sûriyê li ser destên ciwaneke Tirk hate kuştin, ji ber ku ne dixwest pê re bizewice.
Mîna vê bûyerê berî du salan li Misirê dûbare bû weke doza (Neyra Eşref) ji ber heman sedemê hate kuştin, di wê demê ev bûyer bû raya giştî û piştî salekê sûcdar hate darvekirin. Li Urdinê jî xwedndekareke bi navê Îman Arşîd ji hêla ciwanekî ku red kir pê re bizewice hate kuştin. Li Misirê ji ber heman sedemê şahidê sê kuştinên din bû: Xulûd El-Seyîd Hesen hate xeniqandin, Selma Mihemed û Emanî Ebdulkerîm El-Cezar hatin derbkirin.
Ciwana bi navê Meryem Mihemed ya ji Sûriyê ji hêla zilameke Urdinî di dawiya sala 2021`an de hate kuştin ji ber heman sedemê. Çîrok dişbin hev, di sala 2022`an jineke ji Cezayîrê ku navê wê Rîma Enan ji aliyê cçranê xwe ve hat şewitandin.
Tevî ku hin sûcên kuştinên jinan eşkere bûne, lê bi sedan dozên kuştinê jinan hatine veşartin û di tarîtiyê de man e.
Zarok jî ji van sûcan bêpar neman e
Li Misirê sûcên li dijî zarokan jî nû zêde dibin, tevî ku sûcdar li xwe mikur tê jî lê parastina wî tê kirin.
Li bajarê Xisûs ya parêzgeha Qeylûbiyê ya Misrê , di 27 Îlona 2024’an de zarokek 11 salî ji hêla bavê xwe ve hate kuştin, bi henceta ku bê agahiya wî ji malê derketiye ji bo ku bi zarokan re bilîze.
Di lêpirsîna tîma lêkolînkirinê ya bajarê Xisûs li parêzgeha Qeylûbiyê, hate aşkerekirin ku piştî kuştina vê zarokê nîşanên îşkence û şewitandinê ser laşê wê hate dîtin. Bav hate girtin û ew birin midûriyeta polîsê, li wir ew li sûcê xwe mikur hat.
Li Cezayîr di 26’ê Îlona 2024’an de, zilamek ji Qestentîniyê du keçên xwe ku temenê wa 18, 26 salî ne kuştin, berî wê jî ew li xwe migur hat ku di sala 2009`an de wî hevjîna xwe jî kuştiye.
Li Sûriyê bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan jin ji ber êrişên dagirkeriya Tirk jiyana xwe ji dest didin. Weke Bêrîvan Mihemed ku di encama bombebaran balafirên keşfê yên dewleta Tirk a li ser Çapxaneya Sîmav a ku pirtûkên dibistanê çap dike, jiyana xwe ji dest da.
Li herêmên dagirkirî(Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û hwd..) ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirk, sûcên revandin, îşkencekirin, destavêtin, zewicandina bi zorê û kuştin derheqê jinan pêk tê. Lê tevî van sûcên hovane jinên li herêmên dagirkirî li dijî zilmê radibin ser piya û serî hildidin ji bo mafê xwe, weke bûyera ku li gûndê Kaxirê yê Efrînê pêk hat, çeteyan êrîşî jinan kirin, di encamê de gelek birîndarên jin derketin û çend jin jiyana xwe ji dest da. Mîna vê bûyerê ku li herêmên dagirkirî pêk tê der heqê jinan dijî mirovahiyê ne, gerek civaka navdewletî û rêxistinê mafên mirovan herwiha rêxistinên jinan detswerdanê bikin, mafên jinan misoger bikin û sînorekî ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker deyne û dagirkeriyê bi dawî bikin.
Bûyerên îşkenceyê
Ji bilî van sûcan jî bi hinceta şerefê tên kuştin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend bûyerên wiha derketin pêş, weke bûyera (Jina Til Simen) ya bajarê Reqayê, ku berî çend mehan bûyer çêbibû, di riya Vvdyo Ii ser medyaya civakî hate parvekirin çawa jineke ciwan ku temenê wê 18 sal derbas nekiriye, li hember îşkenceya fîzîkî tê ji hêla malbat wê bi hinceta Şerefê, lê ji hêla gel hate xelas kirin û rakirin nexweşxaneyê, di encamê de gelek şikestin di laşê wê de çêbû, ev bûyer hêrseke mezin li gel civakê çêkir û banga muhasebekirina tawankaran hate kirin.
Kuştina di bin navê şerefê
Di sala 2021`an de jî li gundewarê bajarê Hesekê jineke ciwan bi navê Ayde El-Hemûdî El-Seîdo bi temê 16 salî ji hêla malbata xwe hate kuştin li taxa Zihûr ya bajarê Hesekê bi hinceta şerefê. Ev bûyer di riya fîdoyoyekê ku malbata wê belege kirbû û li ser medyaya civakî hate parvekirin, di fîdiyoyê de hate aşkerekirin çawa birayên wê bi riya mîtralyozekê wê dikujin, piştî ku wê dibin ciheke dûrî malê.
Ev sûc pêk hate di bin navê Şerefê, ji ber ku jina ciwan red kir ku pismamê xwe bizewice.
Ev bûyer hêrseke mezin di nav bikarhênerên medyaya civakî de çêkir, di nava daxwazên cezakirina hemû kesên ku bi kuştina wê hatine tawanbar kirin, ne tenê ew kuştin lê kêliya ev sûc pêk anîn kişandin û li ser malperên medyaya civakî parve kirin.
Mîna van bûyerên ku me li jêr aniye ziman, bi hezaran jin her sal tên kuştin, her sal hejmar zêdetir dibe, lê ji ber heman sedemên hatin diyarkirin tên kuştin.
Ji dîroka desthilatdar û baviksalar de, jina bedew, xweşik, afrîner, xuleqkar û hwd… bû amûra zordestan, ev yek li tevahî cîhanê bûye modela modernîteya kapîtalîst û şêwazê sereke ji bû tunekirin û kolekirina jinê. Ji 5 hezar sal û heya niha her cûreyê işkence, kuştin, destdirêjî, zewcandina bi temenê biçûk li ser jinan tê meşandin û ev yek bûye çanda cîhanê, lê berdewamî ji vê riyê re nemaye, êdî hizireke nû ji bû jinê derketiye pêş vê modêlê, ew jî modêla jiyana azad û wekheve ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin. Êdî jin nema jina berê ye ku ji her cûreyê işkenceyê re nebêje na, êdî ala têkoşînê bi şoreşa jinê bilind dibe. Dibe ku işkence û tundiya li ser jinê bidawî nebûye, lê têkoşîna jinê jî ji vê işkenceyê mezintire.