Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşengeha Şehîd Herekol azadiya pênûsê ye

19/10/2024
in Uncategorized
A A
Pêşengeha Şehîd Herekol azadiya pênûsê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Nivskara kurd Nêrgiz Ismayîl diyar kir ku Îsal rêjeya tevlîbûna jinan di Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan de li gorî salên borî zêdetir e û got, “Jinan bi helbest, çîrok, roman û nivîsên xwe 8. Pêşengeha Şehîd Herekol xemilandine.”

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin. Îsal jî 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û di 22’ê Cotmehê de wê bidawî bibe. Di pêşengehê de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar bûne.

Derbarê 8. Pêşengeha Şehîd Herekol û rêjeya tevlîbûna jin, nîvîskar û rojnamevan Nêrgiz Ismayîl ji rojnameya me re axivî.

Nêrgiz Ismayîl di destpêka axafitina xwe de wiha got; “Ev sala duyeme ku Kovara Afaq El-Mera tevlî pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan dibe. Sala borî em bi sê hejmaran tevlî pêşengehê bûn, îsal jî em bi 9 hijmaran beşdar bûn. Pêşengeha Şehîd Herekol ji bo jinên nivîskar, helbestvan û romanivîs defeteke başe ku karîn nivîsên xwe bi zimanên cur bi cur di pêşengehê de, bidin pêşandan.”

Asta beşdarbûna jinê di pêşengehê de

Nêrgiz Ismalî da xuyakirin ku jin bi rêy pênûsa xwe bîr û baweriya xwe belav dike û wiha got: “Lidarketina Pêşengeha Şehîd Herekol û Bilindbûna asta tevlîbûna jinê di pêşengehê de cihê şehnazî û serbilndayiyê ye. Îro em di nava şoreşeke rewşenbîrî û zanistî jî de ne. Pêşengeheke salê carekê tê li darxistin, lê ew cara ku tê lidarxistin beramberî gelek piroje, deskeftî û serkeftinên rewşenbîrî ye. Jin jî di aliyê xwe yê xweser de dixwaze ku bi pênûsa xwe asoyê jinê, pêşketina jinê, bîr û baweriya jinê bi riya nivîs û pirtûkan belav bike û pêş bixe. Çiqas  teknolojiya li pêş be jî, lê pêşengeh hebûn û wateya pirtûkan diparêze.

Zanista jinê di pêşengehê de

Nivîskar û Rojnamevana kurd Nêrgiz Ismayîl axaftina xwe wiha qedand: “Di pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de azadiya pênûsê heye, di heman demê de kar û xebateke baş tê meşandin, ji ber vê yekê ev pêşengeh serkeftinek û gaveke pir girîng û dîrokî ye. Em dixwazin ku di salên bê de hejmara tevlîbûna  jinan di pêşengehê de zêdetir be û jin karibin zanista xwe delav bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.