Kemal Necim
Guhpêdana xwendinê ku bibe reftareke rojane di nava civakê de bi taybet di nava ciwan û nifşên nû de rûdaneke pir girîng e, ji girîngî û rola xwendiê ye di hemû qadên civakî, derûnî, hestyarî û zanînê de. Ji ber xwendin dibe egera pêşketina ramana rexneyî, afirînerî, xwebawerî û fêrbûn û bilindkirina nirxên ramyarî û çandî. Xwendin binyada avakirina nifşên siberojê û pêşengên pêşerojê ye. Xwendin weke pir zaniyar û pêşeng dibêjin roniya hiş, xurdeyê giyanê ye û rêya zanebûnê ye.
Her çiqas mirov bêhtir bixwîne zanîn û agahiyên wî mezintir dibin, rewşenbîriya wî pêş dikeve, sinc û exlaqê wî paqij dibe û dê zanibe rastî û şaşiyan ji hev derxîne, her wiha dê nirxê kevneşopî û çanda civak û welatê xwe bêhitir nas bike.
Di demên dawî de, li gelek civakên cîhanê pirsa kêmxwendinê dikeve rojeva ragihandinê û navendên lêkolînan. Lê ev arîşe li gorî civakan tê guherîn. Li civakên ku ji berê de xwendin ji bo kesên civakê bûye reftareke jiyanê, niha behsa arîşeya guherîn û pêşketinên teknolojî dikin, ku bûye sedem xwêner li şûna xwendina pirtûkan berê xwe bibin şêweyên din ên xwendin yan jî wergirtina agahiya.
Lê li civakên şûndemayî, ku ji berê de xwendin nebûye reftar, lê tenê di nava beşekî civakê de maye, arîşeya ku tê behskirin a kêmbûna xwendinê bi giştî ye. Lewma pisporên perwerdeyê û zanyar û lêkolîner hewil didin ku li sedeman bigerin û li gorî wê hin bername û planên çareseriyê deynin.
Li gorî hin pisporan, berpirsê yekem yê kêmbûna çanda xwendinê li ba kesan, malbat e. Ji ber ku malbat qada pêşî ya avakirina takekes û avakirina kesayetiya zaroan e, berpirsiyariya wê ye ku hezkirina xwendinê di dilê zarokên xwe de çêbike û wan fêrî wê reftarê bike, wan bibe pirtûkxaneyê da ku pirtûkên bikêr û sûd bikirin, wan têvedin ku ew bi xwe pirtûkan hilbijêrin. Pêwîst e di malan de pirtûk li dora zarokan û nêzî wan hebin.
Aliyekî din yê berpirsyar, dibistan in. Dibistan dikarin hezkirina xwendinê di nav xwendekaran de pêş bixin. Ji bo hezkirina xwendinê pêwîste dibistan xwendekaran fêr bikin ku di temenê biçûk de têkevin pirtûkxaneyê, her wiha pêwîste demên ji bo xwendinê bêne veqtandin, pirtûkên balkêş û nûjen ên ku bala xwendekaran dikşînin bêne peydakirin, hêsankirina awayên deynkirina pirtûkan, lidarxistina pêşangeh û semîneran li dibistanê, û xwendekaran bibin pirtûkxaneyên giştî.
Her wiha ji aliyên desthilatdar (Dewlet, Rêveberî HWD), tê xwesitn ku der barê mijarên çandî û ramyarî de polîtîkayên xwe yên diyar hebin, û guh bide pirtûkan û pirtûkxaneyan û peydakirina wan ji kesan re hêsan bike, ku mafê her welatiyekî heye bighêje zanînê. Her wiha roleke girîng dikeve ser milê saziyên civaka sivîl ku guh bibin bername û çalakiyên geşepêdana ramyarî.
Di van rojan de, li bajarê Qamişlo 8`mîn Pêşangeha Şehîd Herekol Ya Pirtûkan tê lidarxistin. Durişmeya pêşangehê ya vê sale jî pir balkêş e “Em xwendinê bikin şêwazeke jiyanê”. Pêwîste ev durişme her wiha bibe ya civakê, malbatan, dibistan û zanîngehan, saziyên rêveberiyê û saziyên civaka sivîl, û bi hev re berê xwe bidin pêşangehê, bila xwendin bibe şêwaza jiyanê