Can Yûsif
Helbestvan Mihemed Ebdul Ezîz. Yek ji navdarên çand û wêjeya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji demên kevnar ve, wêjeya Kurdî roleke bingehîn lîstiye ku Kurd bi girîngiya parastina nasname, ziman, dîrok û çanda xwe û pêşxistina yekîtiya neteweyî û mayendeya neteweyî ya Kurdan hîs bikin, û ew ji bo ronîkirina nirx û prensîbên neteweyî û belgekirina dîrok û şaristaniya kurdan tevkariyê dike.
Nivîskar û helbestvanên Kurd roleke diyarker di vejandina ruhê netewî û çandî de û xurtkirina nasnameya netewî ya Kurd ji bo gelê Kurd lîstine.
Helbestvan Mihemed Ebdulezîz (Bavê Fener) yek ji wan nivîskarên Kurd tê hesibandin ku di parastina nasnameya çanda Kurdî û bihêzkirina nasnameya neteweyî ya civaka Kurd de roleke berçav di vejandina hestên netewî û xurtkirina girêdana neteweyî ya gelê xwe yê Kurd li herêmê de leyîstiy .Helbestvan û nivîskar Mihemed Ebdulezîz Heso (Bavê Fener) di sala 1954’an de li gundê Gira Sorê Heso yê girêdayî bajarê Dêrikê ji bav û dayîkek Kurd (Ebdul Ezîz Heso û Amna) hatiye dinya yê.
Ew di nava malbateke Kurdperwer a welatparêz de mezin bûye, ku nirxên Kurdayetiyê parastiye û hesreta azadiyê ye û ji bo doza xwe, azadî û rizgariya welatê xwe tiştên herî giranbuha û hêja û baştirîn zarokên xwe kirine qurbanî jê re.
Zarokatiya xwe li gundê Eyn Dîwarê, li kêleka Kaniya Xeyda û Pira Bafitê, li qeraxê çemê Dicleyê û di nav darên hêjîr, tirî û tûyan ên baxçeyên Eyn Dîwarê de derbas kiriye.
Ew torînê malbateke kurdperwer û welatparêz e, heskerê zanist, wêje û çandê ye, ew kurê helbestvanê kurd ê nemir û navdar Ebdulezîz Heso ye. Ew ji pestînên pêlawazên helbestên bavê xwe têgeheşte û ji kaniyên lehengiya Simkoyê Şikakî vexwartiye, ew fêrbûye ji çavkaniyên zanîn û çanda dixtor Kendal, Zinar û Sozdar, ji xumxuma pêlên çemê Dîcle û hêrsa çiyayê Cûdî yê bi heybet û ji xuşxuşa ava Kaniyên Eyn Dîwerê hînî helbestê bûye, Li ber destê bavê xwe û Şêx Ehmedê Salih û Osman Sebrî û helbestvanên din ên kurd hatiye fêrkirin .
Qonaxa seretayî li gundê Gira Sorê Heso xwendiye û dibistana navîn û amadeyî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xwendiye û pişt re li bajarê Şamê li Kulîjeya Wêjeyî, beşa Dîrokê, navê xwe tomar kiriye û ji ber windabûna ronahiya çavên xwe nekiriye xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne. Berî ku bînahiya çavê xwe winda bike li çend gundên Dêrikê (Meşûq, Eyn Dîwar, Gira Sorê Heso, Banê Şikeftê û Hecî Harûn) mamostetî kiriye. Di nîvê salên heştêyî yên sedsala borî de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û gelek helbestên netewî û şoreşgerî nivîsandine di pesnê Kurdistanê û rûmeta şoreşger û şehîdên azadiyê de.
Tevî ku ronahiya çavên xwe winda kir, ew di şûna dîtinê de bi têgihiştinê bi ser ket û tarîtiya ku daketibû ser çavên wî karîbû belav bike û nîgarên yên ku ji wan hez dikir vegerîne di nav dîmenên tijî bedewî de, berovajî tariya ku di çavên wî de diqewime, em di helbestên wî de dibînin lehiyeke ronahiyê ku ji pencereyan an deriyan der dibe da ku riya azadiyê ji nifşên pêşerojê re ronî bike. Pirsgirêka dîtinê bi helbestvan Mihemed Ebdil Ezîz re di destpêka ciwaniya xwe de û di dema bilindbûna kariyera xwe de di sala 1985‘an de dest pê kir, dema ku dîdeyên çavên wî tarîbûn, piştre şebeka bînahîya herdû çavan lê dide, ew bû sedem ku wî di sala 1990’î de jiyana dîtinê bi tevahî winda bike, tevî gelek hewildanên dermankirina wê li Şam, Tirkiye û Rûsyayê, lê bê encam bû. Lê wendakirina bînahiya çavê wî ew ji xeyalên wî dûr nexist û riya xwe berdewan kir û li hember azweriya xwe, stratejiyek ji bo domandina afirîneriya xwe ya wêjeyî pêşxist, li ser wan teknîkên hestiyarî ên li ser destdan û dîtinê nesekinî, lê belê wî xwe sparte pêvajoyên têgihiştinî û zanînê û wan bi hev ve girêdide û berhemên xwe yên wêjeyî diafirîne, û xwe dispêre bîrdankê. Bîr, xeyal û têgihiştin di afirandina bedewiya nivîsandina helbest û tabloyên wî yên edebî de bûne temamkerê dîtin û amûrên wî .Dîrok ji bo me parastiye ku piraniya zanyar, xwedan pirtûk û helbestvanên ku pirtûkxaneyên wêjeyî û çandî yên din yên navneteweyî dagirtine, ew ne xwediyê dîtinê bûn bi qasî ku xwedanê têgihiştinê bûn, ew bi xwe kesên xwedanê sebir û zîrek bûn û bi zanebûnê xwe ji vê yekê, wan buroyên serdema xwe û serdemên ku li pey wan dihatin bi zanîna ku sûdê bide tijî dikirin, wan nivîskar, muzîkjen û zanyaran bingeh û prensîbên ku heya îro jî zindîne danîne.
Wendakirina bînahiya çavan tucaran ne bûye buhane û asteng, ji ber ku ew hestên din şiyar dike, dihêle ku pê bibînin û ew teşwîqek an beramberîyek bi şiyana xwe ya dayînê dide xwediyê xwe ji ber ku yê ku herî zêde wateya tunekirinê fam dike ew e.
Heger nivîsandina helbestê bi dîtinê ve girêdayî be, wê demê îlhama helbestê xwe dispêre têgihiştin û paqijiya dil û ev yek bi serpêhatiyên helbestvanên kevnar ên di dîrokê de hatiye îsbatkirin ku ew kor bûn ne didîtin, lê di pesndan, vegotin û ronîkirinê de pir jêhatî bûn, tiştê ku eşkere dike ku ruhê rastîn ê afirandêriyê tiştek nepenî ye ku bi kûrahiya giyanê mirov ve girêdayî ye û beşek ji nehêniyên mirovî ye, wek: (Homîros, Ebû El-Ala El-Mearî, Beşar Bin Berd, John Milton, Taha Husên, hwd.)
Helbestvan Mihemed Ebdil Ezîz Heso tevî zor û zehmetiyên xwe û ji destdana dîtina çavên wî û tevî zextên siyasî û gefên ewlekariya Sûriyê ku rastî wî hatin, wî qisûr nekir, ew nesekinî û kêliyekê jî ji erkên xwe, ji prensîbên xwe, û ji nirxên xwe yên netewî dudilî nebû, her wiha kêliyekê jî dudilî nekiriye ku lêdana dilê xwe neguvêşe, ji bo berdewamiya nivîsandina helbesta ku layîqê welatê xwe yê her bedew bibîne.
Wî tu carî pênûsa xwe ranekir da ku diwêta (ximava)wê zuwa bibe, û qîrîna pênûsa wî ya li ser rûpelan her gav li asoyê bilindtir dibû. Ew beşdarî pêşkêşkirina bernameyên gelek ahengên welatpetwerî, pîrozbahiyên neteweyî û cejnên Newrozan bûye, her wiha beşdarî gelek şevbuhêrkên helbestan û festîvalên wêjeyî û çandî yên ku li herêma Cezîrê dihatin lidarxistin bûye .Ji berhemên wî yên wêjeyî (edebî), wî gelek helbestên welatparêzî, şoreşgerî û evîndarî bi şêweyekî kilasîk ê terazû û pexşan ê xurt nivîsandine. Gelek helbestên wî di rojname û kovarên edebî û çandî yên kurdî de hatine weşandin.
Ji bo êş û azarên gelê kurd, ji bo welat û azadiyê, ji bo şehîd û dozê, ji bo şoreşger û lehengên Kurdistanê, ji bo sembol û pêşengên Kurdan, ji bo hezkirin û jiyanê, ji bo jinan û berxwedanê wî helbest nivîsîne. Ji bo komên gelêrî û hunerî yên bajarê Dêrikê komek nivîsarên (tekstên) şanoyê û skeçan nivîsandine .Dîwaneke wî ya helbestan bi zimanê kurdî amede ye li ber çapkirinê ye.
Helbestvan Mihemed Ebdulezîz yek ji navdartirîn rewşenbîrên Kurd li herêmê tê hesibandin ku hesta niştimanperwerî û nasnameya Kurdayetiyê tîne ziman, Kesayetiyek duriste ku bawerî bi ramana welat, neteweperweriya kurd û vebûna ji cîhanê re aniye, helwestên wî ji tu kesî nayê veşartin û helbestên wî pabendin bi mijarên welat, şoreş û berxwedanê ve, bi baldarî helbestên xwe dinivîse ji aliyê mebest û naverokê ve, her wiha pabede bi kêşanên helbestê ve, ew helbesta azad dinivîse,her wiha helbestên kilasîk û pexşan jî dinivîse. Gelek helbestên wî ji aliyê hunermend û komên hunerî yên Kurdî ve bûne stran û Hunermend û komên hunerî yên Kurd wek (koma Cûdî ,Elî Gavan) ew stran gotine.
Ji helbestên wî yên herî navdar ku ji aliyê hunermend û komên hunerî yên Kurd ve hatine gotin:
1- Helbesta “Ey Şêxê min ”, ji aliyê hunermend Elî Gavan ve hatiye çêkirin û strandin.
2- Helbestek li ser şehîd Xebat, ji aliyê nemir Zîdan Şêx Qasim ve hatiye çêkirin û strandin.
3- Helbesta “Erê Şehîd” ji aliyê Diljan Cûdî ve hatiye çêkirin û ji aliyê koma Cûdî (Sebrê Torî) ve hatiye gotin.
4-Helbesta “Biranîna Dîrokê” ji aliyê hunermend Ednan Bavê Hêco ve hatiye çêkirin û ji aliyê koma Cûdî ( Sebrê Torî) ve hatiye gotin.
5-Helbesta “Çerxa Felek” ji aliyê Ednan bavê Hêco ve hatiye çêkirin û ji aliyê Koma Cûdî ( hunermend Nihad Diyab) ve hatiye gotin.
Helbestvan Mihemed Ebdulezîz di cîhana çand, wêje û afirînerê de yek ji sembolên girîng tê hesibandin, hertim hewl dide ku welat û neteweya xwe bilind bike û berevaniya nirxên wê bike, wî helbestên xwe ji bo stranbêjiya rûmeta welatê xwe û dîroka wî bi kar anîne, û parastina nasname û reseniya wê kiriye. Wî bi helbest û nivîsên xwe û beşdarbûna di çalakî û semînarên çandî û wêjeyî yên herêmê de, roleke berçav di tevgera çandî ya neteweyî de lîstiye.
Hêviya tendurustiyek baş, serkeftin û afirîneriya zêdetir ji bo wî dixwazim.