Hemza Sêvo/ Qamişlo
Saziya Ronahî ya Belavkariyê, erkdara belavkirina rojname, kovar û hwd… ne. Bi awayekî rojane xebat dike, belavkarê wê Mihemedxêr Çolî da zanîn ku bûye zêdeyî 10 salan, ew rojnameya Ronahî, rojnameyên din û kovaran li Qamişlo belav dike. Herwiha xwînerê rojnameya Ronahî diyar kir ku ji destpêka damezrandina rojnameyê ve, ew wê dişopîne.
Saziya Ronahî ya Belavkariyê saziyeke mijûlî xebata belavkirina berhemên çapkirî dibe. Ev sazî di sala 2014’an de weke navendekê dest bi xebatê kiriye. Ji wê demê ve hejmarek ji rojname û kovarên xwecihî, hem jî yên herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike. Rojnameyên ku belav dike 5 in, weke Rojnameya Ronahî, ya Rojava, ya Serxwebûn, ya Sûrî û hwd… Li aliyekî din jî 10 kovaran jî li xwîneran belav dike, ji wan Kovara Sîwan, Şermola, Destar û hwd…
Li gel blavkirina rojname û kovaran jî, Saziya Ronahî gelek pirtûkan jî diweşîne.
Lê tişta herî berbiçav di warê belavkariya Saziya Ronahî de belavkirina hejmarên Rojnameya Ronahî ye. Rojnameya Ronahî di 16 Cotmeha 2011’an de hat damezrandin. Rojnameya Ronahî ya ku rojane bi beşa erebî, hem jî di heftiyê de bi beşa kurdî li ser asta du rojan hejmarên xwe yên çapkirî û iliktronîk derdixe, bi riya Saziya Ronahî re hejmarên çapkirî tên belavkirin. Her cara ku rojname tê çapkirin, 10 hezar û 300 hejmar digihe ber destên xwîneran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Beşa kurdî 4 hezar hejmar û beşa erebî 6 hezar û 300 tên çapkirin û belavkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 70 endam di nava vê saziyê de cih digirin, piraniya wan belavkarên rojname û kovaran in, 21 ji wan jin in.
Lewma jî bi awayekî rojane Saziya Ronahî ya Belavkariyê ji bo gihandina rojnameyan ber destê xwîneran kar û xebatê dikin.
Têkildarî mekenîzma xebata Saziya Ronahî ya Belavkariyê, endamê wê, Mihemedxêr Çolî, pê re jî yek ji xwînerê Rojnameya Ronahî Mihemed Salih Hisên ji rojnameya me re axivîn.
Kar û xebata belavkariyê
Mihemedxêr Çolî girêdyî belavkariya Rojnameya Ronahî wiha got: “Ez yek ji belavkarên Saziya Ronahî me, ji bajarê Hesekê me, lê weke belavkar li bazara bajarê Qamişlo Rojnameyan digerînim. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi taybet di sala 2013’an de tevlî Saziya Belavkariyê bûme. Di heman demê de kovarên weke Sîwan, Şermola, destar û hwd… jî dighînim ber destê civakê. Di heftiyê du rojan, 210 rojnameyan bi herdu beşan li welatiyan belav dikim. Li aliyekî din gelek belavkarên din li Qamişlo hene, rojnameyan li pirtûkxane, saziyên cuda, partiyên Siyasî û kişkên taybet belav dikin. Lê weke rojname di destpêkê de Rojnameya Ronahî digihêjin ber destê saziya me, belavkar û tevahaiya endaman rojnameyan dixwînin. Xebata ku Rojnameya Ronahî dike xebateke serkeftî ye û cihê şanaziyê ye. Piştî ku em dixwînin li tevahiya civakê ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dikin. Welatî jî bi kêfxweşî rojnameyan werdigirin.”
Xwînerek asta xebata rojnameyê dinerxîne
Xwînerê Rojnameya Ronahî yê bi navê Mihemed Salih Hisên xebata rojnameya me wiha nirxand: “Ez yek ji xwînerên rojanmeyê me bi dirêjahiya damezirandina wê heta roja îro ez rojnameyê bi herdu beşan dixwînim û di heftiyê de du rojan digihêje ber destê min. Herwiha jî li ser malperê jî rapor, nûçe û hevpeyvînan dişopînim. Wekî tê zanîn Rojnameya Ronahî ji dezgehên pêşîn a raghandina Şoreşa Rojava ye. Bi boneya 13’emîn savegera damezrandina wê de, em spasiya hemû xebatkarên Rojnameya Ronahî dikin. Bi dirêjahiya 13 salan re, Rojnameya Ronahî erkek avêtibû ser milê xwe, ew erk jî pêk anî. Wê dikarîbû civakê ji hemû aliyan ve bi teyîsîne, çi di aliyê siyasî, yê civakî û yê çandî de be. ”
Giringiya xwendinê ji bo mirov, li hemberî wê jî kêmbûna asta xwendinê
Mihmed Salih Hisên têkildarî giringiya xwendinê bi taybet a rojnameyan wiha got: “Serkeftin û pêşketina welatan tev bi saya xwendinê ye. Ji bo mirov û civakê jî heman tişt e, mirov û civaka ku ne xwende be, ew civak û mirov vala ye, hem jî jiyana wan di tarîtiyê de he. Girîngiya xwendinê bi taybet rojnameyan jî ew e ku mirov pê ronî dibe, derdora xwe û rewşa hawirdorê nas dike. Ev yek jî bi riya xwendina rojname, pirtûk û hwd… çêdibe. Lê di dema heyî de mirov rastî rewşeke xerab û êşdar tê, ew jî kêmxwendin e. Mirov êdî di asteke kêm de radihêjin pirtûk û rojnameyan. Sedem jî pêşketina teknolojiyê ya ku bi riya wê mirov dikeve xefka şerê taybet. Civak tev jî dema xwe li ser Face Bookê derbas dikin. Eger rûdanek çêbibe yekser berê xwe didin Face Bookê û agahiyan belav dikin li milekî din li nûçeyan temaşe dikin. Ji bo mirovan negiring e, kîjan alî belav kiriye yan jî rast e yan na, lê nakevin malperên fermî, an jî ranahêjin rojnameyan û naxwînin. Da ku çanda xwendinê li cem civakê ava bibe pêwîste civak li cewherê xwe vegere. Herwiha jî dûrî sîstema ku kapîtalîzma nûjen li ser civakê daye ferzkirin, bike. Di heman demê de perwerdeyên girêdayî girîngiya xwendinê di nav hemû qadên civakê de werin dayîn.”