Dîlan Mulhim/Qamişlo
Dayîka şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa diyar kir ku ew ê peyam û armancên Hevrîn Xelef pêk bînin û wiha got: “Em soz didin ku rêya wê û tevahî jinên di oxira parastina doza welat û gel de canê xwe feda kirine, bişopînin. Herwiha ji bo avakirina Sûriyeke pirengî, demokratîk û nenavendî kar bikin.”
Hevrîn Xelef di sala 1984’an de li gundê Rêhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê hatiye dinê. Di malbateke welatparêz de mezin bûye û zaroka herî biçûk bû di malê de, malbata wê ji 4 bira û xuşkeke bi navê Zozan ku di nava Tevgera Azadiyê de şehîd bûbû, pêk tê, dayîka Hevrîn bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyabû û vê yekê hişt ku Hevrîn xwedî kesayeteke cihêreng be. Hevrîn xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên Dêrikê derbas kir, bi jîr û tabatiya xwe dihat naskirin. Wê ji zaroktiya xwe de berpirsyariya her tiştî digirt ser milê xwe. Hevrîn endezyariya Medenî di zanîngeha Helebê xwend, paşê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevlî pêşengiya xebatên şoreşê bû.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Hevrîn Xelef di gelek cihan de xebitî, weke Desteya Enerjî, Desteya Aborî, Rêveberiya Xweser û herî dawî jî, weke jineke siyasetmedar di 27’ê Adara 2018’an de Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava kir. Hevrîn jineke xwedî zanist bû, di tevahiya xebatan de kar dikir û cih dadigirt. Di hevaltiya xwe de jî dirust bû, ji bo wê xwedî bandor bû û her kes nirxê wê dizanîbû.
Di derbarê jiyana şehîd Hevrîn Xelef de, dayîka wê Sûad Mistefa ji rojnameya me re axivî.
Kirte jiyan Hevrîn
Sûad Mûstefa di destpêka axafita xwe de wiha got: “Dema ku Hevrîn hate cîhanê malbat gelekî kêfxweş bûn. Navê Hevrîn xalê wê yê şehîd lê kir, Hevrîn keçek dilnerim bû û kesên hewîrdora wê jê hezdikirin. Hevrîn di dibistana xwe de zîrek û jêhatî bû, xwesteka wê ji xwendinê re jî hebû, mamosteyên wê gelekî bi jêhatbûn û mereqa wê ji xwendinê re kêfxweşbûn. Herwiha Hevrîn di dibistana xwe de hertim ya yekemîn derdiket û di gelek pêşbirkan de beşdarbû. Û di sala 2009 an’ de beşê endiziyariya çandiniyê li Zanîngeha Helbê xwend.”
Kar û xebatên wê yên civakî
Dayika Hevrîn di berdewamiya axafitina xwe de diyar kir ku Hevrîn bi destpêkirina şoreşê re Yekîtiya Rewşenbîran avakir û wiha domand: “Hevrîn di dema destpêka şoreşa Rojava de, di sala 2011` an de Saziya Nûrî Dêrsimî û Yekîtiya Rewşenbîran avakir. Piştire di nav Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê de cihekî payebilind girt. Di heman demê de ew bû rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran, herwiha korsên perwerdê ji bo xwedekaran vekir, êdî kurd,xiristiyan û ereb bi zimanê wan perwerde dikirin. Hevrîn salekê di Desteya enerjiyê ya kantona Cizîrê de kar dikir û bû hevseroka wê. Piştî wê wekî hevseroka Desteya Aborî kar û xebat da meşandin. Di sala 2012 `an de jî bû yek ji damezirînerên Weqfa Zanist û Ramana Azad ya kantona Cezîrê.”
Kar û xebatên siyasî
Sûad Mûstefa di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Hevrîn di sala 2015’an de bû cîgira hevserokê kantona Cizîrê. Piştire di sala 2016’an de bû hevseroka kantona Cizîrê. Pişt wê Hevrîn di qada diplomasî de jî gelek kar û xebat da meşandin. Herwiha beşdarî danûstendinên Rêveberiya Xweser bi aliyên cîhanî yên wekî Emrîka , Feransa û welatên rojavayî bû. Ew bi karên xwe yên dîplomatîk dihat nasîn. Hevrîn ji bo zêdekirina xweşbînî û yekîtiyê di nava kurd, ereb û xiristiyanan dixebitî. Her wiha di sala 2018’an de wê Partiya Pêşrojê ava kir û bû yek ji dameznînera wê partiyî.”
Şehadeta keça ciwan Hevrîn Xelef
Dayîka Hevrîn Sûad Mistefa derbarê şehadeta Hevrîn de wiha axivî: “Hevrîn di 12’ê Cotmeha 2019`an de dema ku diçû ser karê xwe, li ser riya M4 ya di navbera Til Temir, Eyn Îsa de ji aliyê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ve bi awayekî hovane hat gulebarankirin û işkencekirin. Ji ber ku Hevrîn kar ji bo Sûriyayeke demokratîk û pirengî dikir, çeteyên dewleta tirk birengekî dijmirovî ew işkence kirin.”
‘Divê sûcdar bên darezandin’
Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa axaftina xwe wiha qedand: “Piştî şehadeta Hevrîn Xelef gelek dengên piştgiriya bi doza wê re bilind bûn. Lê belê tenê piştgirî têrê nake, her wiha divê dengên kesayetên jin ên serbixwe û rêxistinên navneteweyî yên piştevanî dan doza Hevrîn Xelef bibin yek, bi hemû hêza xwe hewl bidin ku doza wê rakin dadgehên navneteweyî da ku sûcdaran darizînin. Erka niha berpirsiyariya dîrokî li ser milê me ye ku peyam û armancên Hevrîn Xelef pêk bînin. Em soz didin ku riya wê û tevahî jinên di oxira parastina doza welat û gel de canê xwe feda kirine , bişopînin. Ji bo avakirina Sûriyeke pirengî ya demokratîk û nenavendî bixin.