Volqan Elî
Yên ku belgeyên dîrokî tevdane, rêya wan bi ser pirtûkên dîrokî ve bûne dizanin çi bi serê gelan de hatiye… bi taybetî gelê Kurd. Bi taybetî jî qirina nozde û nêviya yekem a dedsala bîstan… Ne tenê kesên bizanin bixwînin û binivîsin û pirtûkan tevbidin dizanin… li piraniya herêmên Rojava, herî kêm herêmên Bedlîs, Botan û hin cihên din ên Bakurê Kurdistanê her kesî ku guh li pîrik yan jî bav û bapîrên xwe bûye, gotinên mezinên xwe guhdar kiriye, çi bi ser serê Mala Eliyê Unis hatiye û di axirê temenê xwe yê bê bext de Cemîlê Çeto ji xwe re çi gotiye, dizane. Dibe ku nifşên nû nebihîstibin. Werhasilî, piştî şerê Mala Eliyê Unis giran dibe, dewleta Tirk dikeve zehmetiyê, Cemîlê Çeto xwe digihîne hawara dagirkeran. Di demeke kurt de ku artêşa dagirker xwîna Kurdan têr dirêjîne, şervanên Mala Eliyê Unis jî li şûna teslîmiyetê, erdên Kurdistanê hêmêz dikin. Lê dijmin ji Cemîlê Çeto re jî nahêle. Dide pey wî jî. Li ser vê yekê ji xwe re dibêje; “Cemîlê Çeto ji kerê keto”.
Niyeta me ne ew e, em di hemû berxwedanên serdemên navborî de çi qewimiye bînin zima. Jixwe di çend hevokên li jêrî de, wêjevanê/a cîhanê ku di ser xwe re ti kesî din nedîtî jî di vê de zehmetî wê bikişîne. Lê ji bo me Kurdan, ji ber ku ev dîroka me ya biêş her dişibe hev, danasîna berxwedan encamê wan bi çend hevokan jî mimkun e.
Dibe ku serhildana Bedirxan Beg ne ya destpêkê be, lê di dîroka vê serdemê de ji yên herî girîng yek e. Lê ew jî bi xencerek wekî Yezdan Şêr têk diçe. Yezdan Şêr femandarekî esasî yê Bedirxan Beg e, ruxmî vê di navbara Beg û Yezdan Şêr de nakokiyên li ser desthilatdariyê de hene. Osmanî bi vê baş dizane. Êdî jê pêde Yezdan xencera destê Osmaniyan e. Piştî ku li pişta serhildana Bedirxan Beg diçike, pergala Beg têk diçe.
Di vê serdemê de berxwedana herî dawî ku xencera xiyanetê lê ketiye jî, berxwedana Dêrsimê ya 1937-38’an e. Seyîd Riza Pîrê welatê Dêrsimê ye, ne serokê giştî yê Dêrsimê ye. Yanî kesekî rihspî, oldar û giregirê herêmê ye; her kes jê re rêz û hurmetê digire. Serokê berxwedanê Elîşêrê hozan, dîplomat û siyasetmedar. Dîsa, Brahîmê birayê Seyîd Riza û Elîşan fermandarên li ser eniyên Berxwedana Dêrsimê ne. Elîşêr bi xwe jî li ser eniyekê ye. Kesê bi navê Rayber di vê berxwedanê de wekî Cemîlê Çeto yan jî Yezdan Şêr erk dilîze. Ew bi xwe mirovê Pîr Seyîd Riza ye. Lê baweriya ti kesî bi Rayber tine. Ruxmî vê giregirên Dêrsimê dixe dewreyê, da ku bikaribe xwe bifiroşe dewletê. Di encamê de dikare li herêmê bi rehetî bigere. Elîşêr û Zarîfe Xanimê di xendekên wan de diqefilîne. Dema ku Rayber dibînin, Zarîfe ji Elîşêr re dibêje “çi karê vî zilamî li vir he?” jixwe her kes bi Rayber dizane ku ew çi karî dike. Ji bo ku jê nekevin gumanê, Rayber bi xwe re Zeynel digerîne, ew li gel wî ye. Kirîv di Elewiyan de, ji bira pêştir e yanî cihê baweriyê ye. Ji ber vê yekê, Elî Şêr ji Zarîfeyê re dibêje, “kirîvê me Zeynel li gel wî ye, ma ew ê çi bike?” Lê dîroka xiyaneta Kurdan wisa nabêje, nameşe. Rayber û Zeynel keysa xwe dibînin, serê Elîşêr û Zarîfe Xanim jêvedikin û dibin, difiroşin dewleta Tirk. Piştî wê Rayber bi destê komara Tirk a dagirker tê kuştin.
Çîroka du sed salên dawî hema bêje dişibe van her du mînakan. Ruxmî xiyanet, dagirkerî, talan û malwêranî jî Kurdan kariye li serê çiyan, li gund û navçeyên dûr û nêzîkî dagirkeran bijîn. Asîmilasyonê jî zêde kar li Kurdan nekiriye. Ruxmî, karesatên li ser serê gelê Kurd, Kurd heta îro hatine.
Tenê astengek xwe li lingê Kurdan dialîne, derd û kula Kurdan a qedîm: Xiyanet û xencera ji piştê ve… Dinya-alem jî di vê pêvajoyê de ne rehet bûye. Herî kêm di du şerên cîhanê de qira hevdû aniye. Bi milyonan mirov ji bo feydeya dewletên emperyalîst ketine xaka sar. Heta şerê duyemîn ê cîhanê, wekî pîrozbahiyeke şer be, li Hîroşîma û Nagazakî bi xwîna sedan hezar mirovî hatiye bi dawîkirin. Şaristaniya emperyalîst bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bêhna xwe vedaye; her ku bêhna xwe vedaye, bi dehan hezar Erebên Filîstînî di binê xirbeyên bînayetan de xeniqîne. Mala Barzanî jî derd û kula qedîm a Kurdan bi destê Tirkên Turanî ve berdaye, li pişta gerîla bûye xencer. Di seytereyên xwe de bi sedan, maskên ji bo çekên kîmyawî girtiye û daye Tirkan. Keç û xortên Kurdan singa xwe dane ber çekên kîmyawî, negotina “ax”! vê mala bê bext wekî bersiva ciwanên Kurd bide, di Bihara sala 2024’an de serkirdeyên neviyên Osmaniyan li Çiyayê Metîna ku ji bo pêşmergeyên qedîm pîroz e, pêşwazî kirine. Çawa ku ji bo her gelî wisa ye, ji bo Kurdan jî welat dayika herî mezin e. Çi heyf e ku wan, dagirkerî bi şanazî fermoyê Kurdistana qedîm kirine.
Eger Mala Barzanî, hemû çîroka Cemîlê Çeto zanibe, pê dizane ku hin giregirên herêmê ji Cemîlê Çeto re gotine, “vê xiyanetê neke Cemîl. Eger em ji Tirko re şîv bin, tu jî paşîv î; !”