Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

17 salî ye û temenê keça wê 4 salî ye

16/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Selam 4 salî ye û dayîka wê 17 salî ye, her du jî zarok in. Bavê Selam 10 salan ji dayîka wê mezintir e. Ew ji bajarê Idlibê yê Sûrî ne û niha jî li Reqayê bi cih bûne. Çima dayîka Selam ketiye rewşa ku hîna zarok e û keçeke wê ya 4 salî heye? Sedema dayîka Selam ketiye vê rewşê de em nikarin bibêjin tenê malbata wê ye. Hîna temenê wê biçûke dayîk û bavê wê dev ji hevdû berdidin û ev sedemeke sereke ye ku rasterast bandorê li ser jiyana dayîka Selam bike.

Dayîka Selam jî mîna hemû keçên di temenê xwe yê biçûk de hatine zewcandin wenda bûye. Şert û mercên ku ew niha tê de ye, lihevnekirina wê û hevjînê wê dibe ku bibe sedema gelek pirsgirêkan. Ew hêza wan nîne wate bidin her tiştî û tehemul bikin. Ew bi xwe dibînin zarokên di temenê wan de hîna li kolana ne yan jî dixwîn in. Nikarin têkevin nava civakê de, xweşî û xemgîniyên civakê parve bikin û bibin parçeyek ji civakê.

Mêr di têkiliya xwe ya bi jinê re wê ji civakê qut dike, di bin navê ol, exlaq, şeref û namûs de ji her tiştî dûr dixîne. Jin carne dighîjin rewşa ku nema bizanibin baxivin. Hemû wextî di malê de ne û kesekî nabînin. Dunya wan gelekî teng dibe, eger zarokên wan nebin dighîjin rewşa her tim moralê wan ketîbe û hêvî di wan de were kuştin. Ji xwe mêrê zayendperest bi hurmet nêzî jinê nabin û bi rêbazên hişk nêzî jinê dibin. Wê demê ew zaroka biçûk wê çawa di xwe de nûbûnê çêbike, wê çi bibe çavkaniya hêviya wê û heyecana xwe zindî bihêle? Ji civatbûyînê qut dibin û mêr jî bi edalet û wekhev nêzî wan nabe.

Eger zarokên keç di temenekî biçûk de têne zewcandin û ji aliyê malbata xwe ve têne firotin wê demê çima civak behsa edaletê dike. Ev  bê edaletiya herî mezin e û di civakê de asayî bûye. Mêrê 80’î salî ji ber ku pereyên wî hene dikarin bi keçên 20 salî re bizewice, xeyalên wan dikuje, wan ji xwe re dike xizmetkar û civak jî li beramberî vê yekê bêdeng dimîne. Ne tenê bêdeng dimîne asayîkiriye û bi exlaq ve nadin girêdan. Çima keç hîna di temenekî biçûk de têkeve rewşa ku her tim hewl bide xwe bi hevjînê xwe bide qebûlkirin. 24 saetan xizmeta mêr dike û kesek bi hurmet nêzî ked û westandina wê nabe.

Ji ber zewaca zarokan niha berdan gelekî zêde bûye, êdî di encama wê de rêbazên bêrehmet li hemberî jinê têne bikar anîn. Jina ku dev ji hevjînê xwe berde weke destê duyemîn lê dinêrin û ji carekê zêdetir wê didin zewcandin.

Dayîka Selam û hemû zarokên keç qurbanên zayendperestiyê ne, dikevin xefka malbatê de û nema dizanin xwe çawa jê rizgar bikin. Ji xwe di wan şert û mercan de kesek bi wan re nabe alîkar û neçarin bi xwe li ser piyê xwe bisekinin an jî wê mirinê ji xwe re çareserî bibîn in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.