Jinên ku di saziya belavkariyê de cihê xwe digrin diyar kirin ku ew hewil bidin Rojanameya Ronahî bighînin tevahî civakê, herwiha ew ê herdem bi heskirineke mezin xebata xwe berdewam bikin.
Lîloz Hisên/Qamişlo
Li her çar parçeyên Kurdistanê her dem hewildan hebû ku dezgeh û saziyê raghandinê werin avakirin, lê ji ber hêzên dagirker û desthilatdar ev yek dihat asteng kirin. Yekemîn rojnameya kurdî di dîroka Kurdistanê de, bi navê ‘Kurdistan’ di 1898`an de li Misirê dest bi weşanê kir, lê ji ber zexta Osmaniyan rojnameyê tenê 8 salan dewam kir. Rojname li hin deverên Ewropayê geriya. Piştre di 1909`an de rojnameya Kurdistan hate girtin.
Di sala 2011`an li Rojavayê Kurdistanê rojnameya Ronahî hate damezrandin, tevî astengî û êrişan jî rojnameyê kar û xebatên xwe berdewam kir. Rojnameya Ronahî di 2011`an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi weşanê kir. Ji ber zextên hikumeta Şamê tîma rojnameyê neçar ma berê xwe bide Qamişlo, Kobanê û Efrînê. Li Qamişlo navenda giştî bi her du beşên xwe yê erebî û kurdî hat avakirin. Duvre kovara Mizgîn ya taybet bi zarokan jî hate avakirin. Jinan jî di rojnameyê de roleke berbiçav lçstin û li her cihê xar û xebat dan meşandin.
Di heman demê de di saziya belavkariyê de jî jinan cihê xwe girt û bi roleke sereke lîst. Jinan ji bo ku rojname bighêje her derê, xebteke girîng dan meşandin.
Derbarê rola jinê di saziya belavkariyê de, jinên ku cihê tê e digrin ji rojnameya me re axivîn.
Jina bi navê Rohat Hemê ku yek endamên belavkriyê li bajarê Amûdê ye di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Çar salan min karê belavkariyê kir, piştre min karê rêveberiyê di beşê belavkariyê de da meşandin. Ji bo ku Rojnameya Ronahî bighêje destê her kesî, me xebateke mezin da meşandin. Asta xwendina rojnameyê başe, em vê yekê di rêya pirsên ku xwendevanan ji me dikin, tekez dikin. Rojname li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin di hefteyê de 10 hezar û 200 rojname tên belavkirin, hejmara kopiyên çapkirî yên erebî 6 hezar û 300, ya beşê kurdî jî 3 hezar û 900 . Em wekî jin heta astekê me dikarîbû di beşê belavakariyê de, xwendina rojnameyê di nava civakê de bidin qebûl kirin.”
Rohat Hemîd Hemê wih got: “Ez pir kêfxweş dibûm dema min rojname belav dikir û civakê daxwaza zêdekirina hejmaran dikirin, ji vê yekê tê xuyanî kirin ku civak heta astekê baş rojnameyê dixwîne. Hestekê xweş bi min re çêdibû dema min ked dikir weke jin di vî warî de, da ku rojnameyê bighînim civakê.”
Asta xwendin û şopandinê di van salên dawî de kêm bûye, ji ber bikaraîna medyaya civakî, lê tevî vê yekê xwendina civakê ji rojnameyê her ku diçe zêde dibe. Ev tê wateya ku heta astekê rojname karîbû xwe bighîne civakê, pirsgirêk û dozên civakî derxîne pêş da ku çareserî bê danîn.
Di heman çarçoveyê de Dîlber Ebas ku ew jî yek endamên belavkariyê li bajarê Qamişlo ye wiha got: “Beriya 5 salan min desty bi karê belavkariyê kiriye, li gorî ku ez dibînim di dema belavkirina Rojnameya Ronahî de, civak xwendina rojnameyê meraq dike, herî zêde jî nûçeyên siyasî û meydanî dixwînin, ev jî ji ber şert û mercên giştî ku herêm tê de derbas dibe. Wekî ku jinê cihê xwe di tevahiya aqadan de girt, di qada belavkariyê de jî rola jinê sereke bû. Ez wekî jineke belavkar bi karê xwe sebilind im. Herwiha ez bang li jinan dikim ku êdî sînorên adetên kevin bişkînin, bi rehetî tevlî warên jiyanê bibin. Ez serkeftinê ji her jineke xebatkar dixwazim ku dibe alîkar di pêşxistina civaka xwe de.
Derbarê heman mijarê jin ji pêkhatiya ereb ya bi navê Rîm El-Eîd da zanîn ku di tevahiya qadan de jinan xwe isbat kirin û wiha got: “Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê giştî kar ji bo jinê pir zehmet bû, ne tenê di karê belavkariyê de, di hemû waran de, lê piştî şoreşê her sal derbas dibe jin xwe di cihên cuda îsbat dike û di hemû waran de xebatê dike. Di heman demê de hin malbat hîn jî qebûl nakin ku keçên wan kar bikin dervî malê û gelek jin jî ev sînor şikandin û bi îradeyeke mezin derketin û kar kirin. Li gorî min rêjeya xwendina rojnameyê ji sedî 50 tê xwendin, ji ber ku hin xwendevan carnan pirsa nûçeyan, an jî rapor û hwd.. dikin, heta niha jî gelek kes hene ji xwendina rojnameyan hez dikin.”