Birûc Resûl/Qamişlo
Hevsrokê Desteya Çandê a Kantona Firatê Ziyad Elî diyar kir ku 3`emîn Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ku li Kobanê hatibû lidarxistin, hemî komên pêşdar hatin xelatkirin û got, “Em ê çanda hemî pêkahateyên Kurdistanê di cîhanê de deng vedin.”
Desteya Çand û hunerê ya kantona Firatê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 3`yemîn li Kobanê darxistibû.
Festîval li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê dest pê kir. Bi sedan şênî, dayîia şehîd Arîn Mîrkan tev li merasîma destpêkirina festîvalê û heya dawiyê bûn ku bi dirûşma “Şano nasnameya hişmendiya civakî ye” li darket. Festîval ji 5`ê Cotmehê dest pê kir û heta 12`ê Cotmehê dewam kir û di wan rojan de komên hunerî yên şano ji Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Cizîr, û Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Derbarê Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê, hevsrokê Desteya Çandê a Kantona Firatê Ziyad Elî ji Rojnemeya me re axivî.
Ziyad Elî di destpêka axaftina xwe de balkişand ser 3`emîn festîvala şano ya ku bi duruşmeya ‘Şano nasnameya hişmendiya civakî ye’ hatibû destpêkirin û wiha got: “Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê her 2 salan li kantona Firatê tê li darxistin, ev festîval ji aliyê Desteya Çandî ya kantona Firatê û bi alîkariya Tevgere Mozobotamiya ya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) tê amadekirin. Her wiha naveroka vê festîvalê şano ne, festîvala îsal jî di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo a fîzîkî de hat li darxistin. Festîval bi astekî bilind û serkeftî hat bi rêvebirin, ji aliyên komên ku tevlî bû, lestikvanî û derhêneriyê de gelek baş bû. Êdî em dibînin ku her sal pêşketineke mezin tê li ser xistin, her wiha em vê bi hemû baweriyê dibêjin ku festîval gihîştiye encamekî bilind û xurt. Zimanên ku tevlî festîvalê bûn, zimanê cuda bûn wekê zimanê Erebî, Kurdî û Ermenî, hat îsbatkirin ku hemî pêkhate bune rengek, dengek û destek. Di heman demê de çanda heyî û rengên heyî li Bakur û Rojhilatê Suriyê, di festîvalê de hat diyarkirin.”
Astengî û zehmetî
Ziyad da xuyakirin ku ew ê festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bikin yektiya pêkhateyên Kurdistanê û wiha got: “Em hewl didin ku festêvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê di nava Bakur û Rojhilatê Suriyê nemîne, êdî bibe festîvaleke cîhanî û deng vede ku em karibin yekîtiyek di nava her çar parçên Kurdistan bidin avakirin. Her wiha me têkilî bi komên derve re kir, da ku kom ji Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê tevlî festîvalê bibin û hazirtî ji bo van konam hat kirin, lê mixabin ku PDK`ê derî li ber wan girt da ku derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê û tevlî festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê nebin.”
Komên Şano ku tevlî festîvalê bûn
Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hijmara Komên şano yên ku tevlî festîvalê bûn 13 kom bûn, lê 2 kom ji wan tevlî nebûn ji ber ku PDK`ê rê nedan wan ku derbasî aliyê Rojavayê Kurdistan bibin, ji ber vê yekê 11 kom bi fermê tevlî bûn, ew jî ji kantona Efrîn, Şeheba, Heleb, Minbic, Reqa, Cizîrê û firatê pêşdar bûn. Her wiha xelat ji bo hemû koman hatin belavkirin, diu heman wextê de ji bo her 2 komên ku nikarîbûn pêşdarî festîvalê bibin, me xelat ji bo wan jî rêkir. Her wiha hin kesayetên şanoger ku tevlî festîvalê bûbûn me wan jî xelat kirin, mîna mamoste Ehmed Mekaratî, mamosteyê peymangiha bilind a hunerê, malbata Şehîd Osman, Şervan û Şehîd Arîn xelat ji bo wan hat dayin.”
‘Wê çand û hunera me li cîhanê deng vede’
Hevsrokê Desteya Çandê a Kantona Firatê Ziyad Elî axaftina xwe wiha qedand: “Em ê kar û xebatên ji wiha mezintir ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Ji ber ku gelê me ji aliyê çanda xwe ve pir êş dîtiye û rastî gelek siyasetên pişaftinên bû ku dewletên destheledar diwazin ev çand û dîrok bidin tunekirin, lê em ê roj b roj bi çand û hunera xwe ve werin girêdan û di heman demê ku çanda kurdan û hemî pêkahateyên her çar parçeyên Kurdistan di cîhanê de deng vede.”