Monday, May 26, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zilamê serwer jın û malbat di nava pencê xwe de tepısandıye…(4)

14/10/2024
in Uncategorized
A A
Zilamê serwer jın û malbat di nava pencê xwe de tepısandıye…(4)
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Waşûkanî

Malbat xeleka bingehîn a civakê ye, lê pergala serdest, destê xwe dirêjî malbatê kiriye û pîroziya wê jî qirêj kiriye û aniye rewşeke ku nayê naskirin. Em hîn baştir vekin, di rastiyê de pergalê jin û malbat kiriye wek, keriyê sewalan, ta ku dibin wek sê meymûnan û di bêjin ku em, ker, kor û lalin. Mirovên wiha bi rihetî, dibin amûr di destê pergalê de beriya niha jî di hevoka xwe de min wiha şirove kir, malbat ferd di nava qefesa xwe de kiriye koleke kor û fetisandiye. Ji xwe hêsîra yekemîn, di nava malbatê de jî jine, her çiqasî rola jinê di avakirina, malbatê de sereke be jî, lê cardin jî rola wê têye înkar kirin û wek amûrekê lê tê temaşe kirin. Bi rastî pergal bi xwaze yan jî nexwaze, teqez hatiye tesbît kirin ku civak li derdora jinê hatiye, teşegirtin û heyanî roja, me ya niha jî rola jinê, di malbatê de serekeye. Lê mêrê serwer, vêya qebûl nake û înkara, rola jinê dike û her xwe, navendî dike bi wateya hîn zelaltir mêr xwe li ser keda jinê ferz dike. Em hemû jî hevbeşin di nerîna ku hatiye gotin, ku jin nîvê civakê ye û tişta, ku em niha jî şirove, dikin jî ewe ku jin, bi zewacê re dibe kole. Bi rastî jin di gelek hêlan de, dibe kole û tê tecawiz kirin, em tenê qala tecawiza fîzîkî nakin, jin di hêla fîzîk, rûh- hest û mejî de tê tecawiz kirin. Herkes vê tesbîtê qebûl dike. Lê bi pirsa em ê çawa vê çanda, tecawizê bişkînin re, di xwazin ku yekitiya, jinan were çêkirin. Ji xwe hevgirtina jinan di pileya cîhanê de hatiye çêkirin, lê hîna jî têrê nake û xebata heyî nebese.  Pirsgirêk bi qasî ku em texmîn dikin nîne, ji ber ku pirsgirêk xwedî seyreke dîrokiye û tekoşîneke bê hempa gereke. Di serî de gerek em, bi zanin ku pirsgirêk a civakê, ye û 5 hezar sal di sere derbas bûye, lê hîna jî nehatiye çareser kirin û wek nexweşiya pençeşêrê lê hatiye. Koletî ne tişteke ku mirov qebûl bike û ji rêzê bibîne, ticarî mirov texmîn, jî nakim ku ti zindî, wiha bi hesanî, yan jî bi rizayeta xwe koletiyê qebûl bike. Rêber APO di gelek pirtûkên xwe de qala lêgerîna jinê ya- azadiyê kiriye û gotiye: Ku çivîk jî naxwaze di nava qefesê de bimîne. Ger ku devê qefesê vebe wê bifire dûr û li pişt xwe jî, nefitle. Rêber Apo hevokeke wiha jî bi lêv kiriye û gotiye, ku hemû hebûn li peyî azadiyê ne, gerdûn bi xwe jî di nava lêgerîna azadiyê de ye. Dema ku em li xerabûna, hevsengiya xwezayê, (Ekolojiyê) temaşe dikin em dibînin çiqasî pê hatiye lîstin û xerakirin, pergala navendî ya şaristaniya sermayedar, hem bi xwezaya yekem hem jî xwezaya duyem leyîstiye û aniye rewşeke nayê tehemûl kirin. Pergalê civak û ferd aniye rewşeke pir fenayê, civak û ferd bê parastin hiştine û kirine mîna keriyê pez. Pergalê bi riya şerê taybet bertekên mirovan kuştiye û mejî, ruh, beden cemidandiye, xeyal û hestê mirovan, mirandiye: Rêber APO qala civaka siyasî û exlaqî kiriye û gotiye: Gerek civak bi van herdû çekan xwe bi parêze, ew çek jî çeka siyasî û exlaqîye. Gerek jin û civak bi, perwerda civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya, jinê were perwerde kirin, ji bo ku bersivan ji pirsên xwe re bibînin û hişmendiya- azad were hunandin. Pergala hişmendiya mêrê serwer ji zûve temenê xwe tijî kiriye û di tirsa hilweşînê de ye, bi fikr û ramanên Rêber Apo, wê şoreşa gelan bi, ser bikeve û bi pêşengtiya jinan wê şoreşa gelan ala serfirazî û azadiyê bilind bike. Rêber APO rola, pêşengtiya civaka demokratîk û azadiyê, da jinê û jin jî di nava hewildanên pir mezin de ne, ji bo ku layiqî baweriya Rêber APO bibin û serkeftinê bidestbixin. Rêberê me 50 salin ku tekoşîneke bê hempa dide û temenê xwe da ji bo azadiyê û serefraziya jin û civakê. Hêz û bawerî da, jinê û ew perwerde kir û kire pêşenga şer û siyasetê, lêgerînvana heqîqetê. Bi keda Rêbertî jin serwext û zana bû, jina ku bê vîn û nasname, hatibû hiştin careke din şiyar bû, xwe nas kir û serê xwe hilda li dijî pergala mêrê serwer û dawa- azadiya xwe û civakê kir.

Rêber Apo di parstnama xwe ya paradîgma şaristaniya demokratîk de wiha dinirxîne: ji hêla mêrê xasok û derew kir ve komploya yekem, li ser jinê hatiye pêkanîn û jinê li wir pergala xwe wenda kiriye. Di kesayeta jinê de civakê wenda kiriye. Mebesta Rêbertî ji vê nirxandinê ewe ku mijara bingehîn û dîrokî baş, were fam kirin û tekoşîna jin û civakê li ser, temelên bingehîn were danîn. Rêber Apo 50 salin ku ji bo azadiya jin û civakê tekoşîn dike, di xebata xwe ya 50 salan de gelek pêşketin û destkeftî bi encam bûn. Tişta ku gerek were pêkanîn maye û ew jî erka jin û civakê ye, bi rastî jin û civaka, kurd hatiye gûhertin, ew jî keda Rêber Apo ye. Gelê ku xwe naskir wê tekoşîna -azadiyê jî bike, jina ku xwe bi nase wê di riya heqîqetê de bi meşe û tekoşîna wê bike, ferd û civak jin jî di nav de, ger ku xwe bi nasin wê, li berxwe- bidin û bi ser bi kevin. Di derheqê vê mijarê de mirov dikari wiha şirove bike: Rêber Apo di avakirina mirov de û bi taybet jî di kesayeta jinê de gihaşte hedef û armancên xwe. Di be ku Rêber Apo niha li girava zûlmê di odeyeke çend metrî de hêsîr be jî lê fikir û ramanên wî dunyayî bûye û tu hêz nikare pêşiya pêkanîna fikir û ramanên wî bigire.

Tişta li vir giring ewe ku, parasnamên Rêber Apo baş werin xwendin, fam kirin û pêkanîn, kesayetên ku wan erkan bigirin ser milê xwe, gerek xwedî zanebûnek dîrokî û civakî bin. Gerek zanista jinê (Jinolojî) ya ku berhema, keda Rêbertî bi xwe ye fam bikin û pêkbînin, gerek li wê berhema pîroz xwedî derkevin û bi encam bikin. Her şoreşgerek erkdare ku di paradîgma Rêber Apo de xwe kûr bike û bibe tekoşînvanê jiyana- azad a pergala demokratîk ekolojîk û azadiya jinê ye.

Post Views: 112
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.