Leyla Waşûkanî
Pirsgirêka heyî ya ferd û civakê ye ger ku em wiha, pênase bikin raste, lê ger ku em bêjin pirsgirêk tenê ya jin û malbatê ye, wê tesbîta heyî me bibe şaştiyên mezin. Naxwe gerek em pirsgirêkê rast bigirin dest û pênasa xwe rast bikin. Di bingeh de pirsgirêka jin û civakê ye lê yê ku pergala serdest bi rêve dibe kiye? Pergala cîhanê hemû di destê mêran de ye. Em ê niha li vir pirs bikin, gelo mêr li kudera pirsgirêka ye? Wê bersivdayîna vê pirsê, jî wiha be bingeha hemû pirsgirêkan, mêrê serwer e, lê jin her ketiye qefesa tewambariyê, xasokî û derewkiriya mêr jî ewe ku xwe di bin, pirsgirêkê civakê û jin de vedişêre lê sersebeba sereke jî mêr e. Lê ger ku em bi xwazin, hemû barê xwe yê kêmasiyan bavêjin ser milê jinê û malbatê û wan tewambar bikin, ew mijareke cûda ye, ji xwe 5 hezar salin ku jin di bin zext û tewambariyeke mezin de ye. Mêr her xwe bi jinê îzah dike û zagonên tewambariyê di derheqê jin û civakê de dertî ne, bi demê re jinê îqna dikin ku di ji dayikbûna xwe de wek jin tewambare. Gerek mêr di hêla hişmandiya xwe ya zayendeperest û desthilatdar de pir baş were dahurandin û li rê û rêbazê guherînê were gerandin. Gerek mêr jî di rastya xwe de îqna bibe û dest bi tekoşîna xwe guhertinê bike. Bi rastî hîna jî piskolojiya, mêr nehatiye zanîn, an jî hîna pêdivî nehatiye dîtin ku were lêkolîn kirin. Rewşeke civakê ya xeternak, di holê de ye û heyanî ku mêr, desthilatdariya xwe ji dest nede, wê hişmendiya xwe ya serwer, wek jahrê belav bike. Ger ku mêrê serwer di ya xwe de bi îsrar be, wê ti guhertin çênebin, jin û civak her wê di nava, êş û azara de bin. Ji xwe dema ku em li rewşa cîhanê temaşe dikin, em di bînin ku mirov jî di nav de hemû zindî û xweza jî di nava xeteriyeke pir mezin dene. Ger ku rewş wiha berdewam bike, wê felaketên di pileya herî jor de bi qewimin. Naxwe di serî de gerek rewşa, mêr were dest, girtin û lêkolîn kirin, gerek hişmendiya mêr, ya destdirêjiyê were derbas kirin. Mêr di mijara serweriya xwe de, pir çav tariye û ji ferdperestiya, xwe nayê xwarê, mêr hema ji pergala xwe, bernade û bi îsrare. Gerek em baş bi zanibin ku mêr jî koleye, ger ku jin koleya mêr û civakê ye, mêr jî koleyê ferdperestiya xwe ye û li derdora jinê wek belayekê, di gere û heyanî ku xwe ferz, neke hedan û sekin lê nabe.
Mêrê serwer xwe li ser jin û civakê ferz dike
Mêrê serwer ê ku xwe kiriye, şûna xweda û xwe, ferzî jin û civakê kiriye, îro jî bûye sermayedarekî cîhanî û xwe kiriye xwedayê pera û zanistê (Meta ve bilim Tanrisi) û civaka mirovan jî kirine keriyê sewalan. Bi navê ol û oldaran, xweda birin esmanan û xwe jî kirin wekîlên wan ên rûyê zemîn. Rahibên fêlbaz binavê, ferman û peyama xweda, pergala xwe ya pîroz ferz kirin û hişmendiya, xwe mayendî kirin. Xweda pir mezin kirin û xwe jî kirin, hevkarên wan ên bi qîmet û mirov jî kirin kole hacûc (Qezem Haydudlari) û gotin ku mirov, ji pîsiya xwedayan hatine çêkirin (Însanlar Tanrînin pokunden yaratilmişlerdir) ev siyaseta wan a xasokî ji bo ku mirovan biçuk bixin û bikin kole. Paşî bi navê xweda mirov ceza kirin û ji buhiştê derkirin, wek çîroka Hewa û Adem. Duhonî navend Sumera Îraqê bûye û îro jî navend paytext Newyorka Emerîka ye, lê hişmendî û kar heman tişte, tenê mekan û zeman hatiye guhertin. Rêber Apo di vê mijarê de wiha di nirxîne û dibêje: “Ger ku mirov di hêla fîzîkî de kole be di kare bi hesanî were rizgar kirin, lê ku mirov di hêla mejî de hatibe kole kirin wê rizgarkirina wan, gelekî zehmet be”. Di vê mijarê de mirov dikare jin jî nimûne bide diyar kirin, fêrkirina koletiyê ji perçekirina Atomê jî zehmetire, naxwe gerek em bizanibin ku erka me gelekî zehmete. Ji bo ku mirov fêrkirinê xwe bide şikandin, gerek mirov xwedî hêzeke mezin a birdûzî û siyasî be.
Di cewhera pirsgirêkê de mijarên wek, serdestî, ferdperestî, zayendperestî, hukumperesetî, madiyetperestî û herwiha… Hişmendiya mêrê serwer, di wan mijarên ku me, hanîn ser ziman de çav soriyeke mezin heye. Ew çav sorî bûye beleya serê jin û civakê, bûye bela mezin a serê xwezayê û jîngeh di nava xeteriya hilweşînê deye. Em nikarin van rastiyan, ji nedîtîve binerin, rastî weke rojê diyare û teqez nayê qebûl kirin, ji xwe helwesta civakê jî pir giringe. Rêber Apo di vê mijarê de ji jinan re wiha şirove kiriye û gotiye: Gerek hun bibin lêgerînvanên heqîqetê û di riya wê ya rast de bimeşin û tekoşîna xwe bilind bikin û wek mûmekê xwe bihelînin. Rêbertî derfetên pir mezin ji jinê re raber kirin û misyona pêşengtiyê da jinê û pêşiya wê vekir. Di hişmendiya civaka zayendperest de gelek têgehên şaş û nepixandî, di derheqê jinê de hene û gerek werin sererast kirin. Nimûne têgeha ku wiha hatiye gotin: Pergala dayik salar, ev têgeh û gelek têgehên, din jî hene ku şaşin û gerek werin, sererast kirin ji ber ku bizimanê mêrê serwer, hatine gotin. Li gorî ku tê zanîn peyva salarî, wateya xwe ji hukumdarî, desthilatdarî û destpotiyê tê, wek jin em jî vê peyvê û gelek, peyv û tegeh, bikartînin, wek tê zanîn dayika xwedawend, di serdema xwe de rêvebireke nerm û bi adalet bûye, naxwe gerek ev têgeha bi aqilê, mêr hatiye hunandin demildest werin guhertin.
Rêber Abdulah Ocalan, wek berdêla zanista, civakî (Entirnatîf) û tevgera Femînîst, zanista- azadiyê bi navê (Sosyolojiya- azadiyê) pirtûkek nivisand. Paşî zanista jin wek berdêla wan zanistan destnîşan kir û got: Jinolojî zanista jinê ye û ev zanist wê pêşengiya hemû zanistan bike. Jin pêşengê civakê ye, civak li derdora jinê hatiye teşe girtin û jin dikare pêşengiya wê bike, zanistên ku bi hişmendiya, nêr hatine pêşketin wê, werin derbas kirin. Niha tişta ku teqez gerek em têbigihêjin ewe ku, Rêber Apo ji jin û civakê re hertişt daniye holê û daye zanîn, her tişta ku lêkolîna wê kiriye û encam derxistiye, derbasî meriyetê kiriye. Rêber Apo rêberê, yekeme ku berhema, tekoşîn û keda xwe dîtiye. Ji bo me jinan Rêbertî tekoşîneke bê hempa daye û cîhana mêran hemû girte himberî xwe û gavekê bi paş de neçû. Tişta mayî li ser jinan mayî ku tekoşîna wê bidin û li keda Rêber û pêşengê xwe, xwedî derkevin û layîqî fikir û ramanên wî yên kur bibin. Rêber APO qala zewaca Zerdûştî, dike û wê wek pîvan dide nîşandan, di zewaca Zerdûştî de wekheviyek heye û jin- mêr li ser bingeha hurmetê, bi hev re jiyan dikin. Lê gava ku em dêhna xwe didin şêwaza zewaca roja îro, em dibînin ku koletiyeke pir kur, dibingeha wê de veşartiye têye. Zewaca heyî ketiye pileya bazirganiyê û dayikî û babikî hewqasî erzan bûye ku ji cewhera xwe hatiye vala kirin. Melbat bûye bîreke bê binî û ferdê malbatê jî bûye miriyê di nava wê bîrê de difetise…