Monday, May 26, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çand û Hunera Amûdê rengê hunera kurdî berdewam dike

13/10/2024
in Uncategorized
A A
Çand û Hunera Amûdê rengê hunera kurdî berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/ Qamişlo

 Piştî Şoreşa Rojava ji bo parastina çand û hunera gelan li seranserî herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyê navendên çandê hatine vekirin, yek ji van nevendan jî ya bajarê Amûdê ye ku bi kar û xebatên xwe rengê çand û hunera kurdî dewam dike.

Mirovan bi hêsanî civakbûyîn ava nekirine. Dem û dîrokeke dirêj, mirov wekî hemû zindîwarên din takakesî jiyane. Çi ji ber şert û mercên xwezayî û çi jî ji ber jîndarên din gelek zor û zehmetiyên mezin kêşane. Her kêliya jiyanê bi dîtin, bihîstin, hest û hîsan tecrube kirine. Li gorî tecrubeyan ji bo xwe qada jiyanê ava kirin e. Bêguman ev qonexeke dûr û dirêje ku bi xwe re rê li ber şoreşên mezin vekiriye. Em ji hemû bermahiyên bi destê mirovan hatine afirandin re çand dibêjin.  Çand wekî hemû berheman bi destên mirovan ji hest, raman û fikrê mirovan hildibere. Yanî hilberînek ji manewiyatê ye. Ew manewiyate ku civakbûyînê diafirîn e. Belê çand û pergelên çandî ne tenê di warê madî de, di heman demê de bi nirxên xwe yên manewî û exlaqî mirovahî û civakbûyînê pêş dixe. Di heman demê de çand di navbera mirovan de rista gihandina hev û avakirina yekitiyê dileyze. Tu pergaleke civakî-çandî ji nişka ve mîna ku ji ezmanan ve hatibe, derneketiye holê. Di gelek qonaxên dijwar re derbas bûye. Di heman demê de wendabûna wê jî ji nişka ve pêk nayê. Wekî civaka kurd her çiqas di warê bawerî û çandî di çerxeke dijwar a dewlet, şaristanî û baweriyên serdet re derbas bûbin jî hêj çand û baweriya xwe ya resen dijîn. Çawa ku her civak xwedî dîrokek e, divê bê zanîn ku ew dîroka civakê bi çanda wê ya ji hezaran salan ve teşe girtiye.

Li Rojavayê Kurdistanê beriya şoreşa Rojava çand û hunera kurdî û xebatên wê qedexebû, xebatên dihatin meşandin jî bi awayekî veşartî li malan pêk dihat. Lê piştî Şoreşa Rojava li bajar û navçeyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên çandê ji bo xizmeta çand û hunera gelan hatin vekirin. Yek ji van navendan em ê behsa wê bikin jî, Çand û Hunera Amûdê ye.

 Beşên Çand û Hunera Amûdê

Di sala 2014`an de navenda Çand û Huner a Amûdê hate avakirin, bi hemû beşên wê Arşîv, Şano, Mozîk, Wênesazî bi hemû cûreyên wê, mûntaj. Herwiha  Mamosteyê her beşekê hebû. Herwih dibistaneke mozîkê hate vekirin, hejmara şagirtan gihaşt 160`an, 6 mamoste li ser disekinîn, ji ber hejmara gelek kirin sê beş ( sibeha, nîvro û êvarî), di dema derçûnê de nasname belav kirin, ji van şagirtan 10 şagirt cihê xwe di navendê de girtin.

Koma Agirî

Di çand û hunra Amûdê de yek ji komên pêşeng ku rola xwe di pêşketina nevendê de lîstiye koma Agirî ye, di sala 1986`an li çiyayê Kurdistanê hate avakirin û roja îro li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatan dimeşîne. Gelek endamên wê şehîd ketin û gelek derketin derveyî welat. Navê Agirî hate pejirandin ji bo bîranîna şoreşa Agirî li çiyayê Kurdistanê ku li dijî zordariya dewleta Tirk di sala 1926`an de bû.

Ji damezrînerên koma Agirî Heval Kemal, Birûsk, Elî Mensûr, Ehmed Sedûn, Edul Baqî El-Omerî û Mihemed Mihdî Edul Hefîz Seîd. Beşeke ji damezrînera gihaştin asta şehadetê weke şehîd Birûsk, Ehmed Sedûn û Mihemed Ebdo li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn.

Di dema heyî de koma Agirî çalakiyên xwe berdewam dike, ji hêla Elî Mensûr û Lîlav Elî Mensûr ve tê birêve birin.

Endamên koma Agirî: Elî Mensûr, Lîlav Mensûr, Beşîr Mele helbestvane, Mihemed Yûnis lîstikvanê Baglama, Alan û Abdul Qadir tenbûrvan, Hezret lîstkvanê Nay û Qerenta, Şêro li Orgê dixe, Xoşnav Emo, Rokeş, Perwîn û Leyla dengbêjin.

Koma Zarokan heye ji hêla Mihemed Yûnis tên perwerde kirin, Koma Kûlîlkên Agirî.

Beşê wênesazî ji hêla Ismaîl Ebdo tê rêvebirin, beşê peyker Bavê Kîvara rêvedibe, Hunerên sepandî  ji hêla Leyla Adul Rezaq.

Çand û Hunera Amûdê di nava bernameyeke mehane dewreyên şêwekarî, mûzîk û şanoyê bi rêveberiya beşîr Mele kar û xebat dimeşîne.

Post Views: 143
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.