Monday, May 26, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pirtûka Girkê Legê mêjûya Rimêlan û Girkê Legê vedibêje’

13/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Pirtûka Girkê Legê mêjûya Rimêlan û Girkê Legê vedibêje’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ebdulhelîm Lawî, da zanîn ku pirtûka wî ya bi navê ‘Girkê Legê, Rimêlan’ dîroka avabûna herdû bajarên kurdî digre nava xwe. Her wiha Lawî diyar kir ku ev pirtûk mijar û navnîşanên cuda digire nava xwe û di pêşangeha Şehîd Herekol de wê ji weşanên HRRK’ê were pêşandan.

Berhema Girkê Legê ya Ebdulhelîm Lawî ye, berhemeke dîrokî ye û tevlî pirtûkxaneya kurdî bûye. Derbarê heman mijarê de nivîskarê berhemê, Ebdulhelîm Lawî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Pirtûka Girkê Legê berhemeke çawa ye û bi çi armancê hatiye nivîsandin?

Pirtûka min a bi navê Girkê Legê-Rimêlan, berhemeke dîrokî ye, mêjûya van herdû bajaran di vê lêkolînê de hatiye nivîsandin. Ev berhem bi zimanê kurdî ye, min dîroka Girkê Legê û pê re jî ya Rimêlan vexwendiye qada lêkolînê. Min di sala 2012’an dest bi lêkolînkirin û nivîsîna wê kir. Ez di wê demê de di nav komeleyeke rewşenbîrî de bûm û ji min hat xwestin ku lêkolînekê li ser Efrînê çêbikim. Dema ku min dest bi lêkolînê kir, min dît ku gelek li ser vê mijarê xebitîne û dîroka wê weke ya hin dever û bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin nivîsîn. Lê min dixwest dîroka Girkê Legê û Rimêlan bibe mîna van bajarên me yên ku lêkolîn li ser hatine çêkirin û dîroka wê were belgekirin. Min bi dirêjahiya salekê lêkolîn û nivîsîn bi dawî kir, li gel xwe hişt û di sala 2014’an de 150 hejmar çap kir, îsal bi saya HRRK’ê wê ev pirtûk di 8 mîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Prtûkan de a ku wê di 15’ê Cotmehê de dest pê bike, were pêşandan.

Qadên naveroka vê berhemê çi ne?

Pirtûk li ser gelek navnîşanan dabeş dibe û her navnîşanek mijareke û di pirtûkê de bi berfirehî hatiye şîrovekirin. Weke mijara ku Girkê Legê kengî hatiye avakirin û kîjan demê Rimêlan li kêleka wê hatiye avakirin. Li aliyekî din jî mijara gundên girêdayî Girkê Legê hatiye destnîşankirin. Di heman demê de kengî ereb ketine bajêr de, mijara lêkolînkirina dibista, dikan, dermanfiroş û hwd… vedihewîne naveroka pirtûkê. Her wih bi xetên stûr lêkolîn li ser hin kesayetan jî hatine çêkirin û hejmara rûpelên pirtûkê jî 104 rûpele. Ev brehema dîrokî, bi wêneyan hatiye amadekirin, gelek mijar hebûn ji ber ku hewcedariya wan bi wêneyan hebû, armanc jê tekezkirin û belgekirin e.

Navê Girkê Legê ji ku hatiye û dîroka wê vedigere kîjan serdemê

Ji bo mijara navê Girkê Legê jî, me di naveroka pirtûkê de daye diyarkirin ku nav ji kû hatiye. Wekî em dizanin berê Girkê Legê girek bû, li ser wî girî darek hebû û Leg legê hêlîna xwe li ser wê darê çêdikir, lewma jî navê Girkê Legê ji vê yekê hatiye. Ji xwe navê Rimêlan ango Mabedê jî min bi çend şîroveyan sedema navlêkirina wê di naveroka pirtûkê de bi bîr xistiye. Dîroka Girkê Legê vedigere şaristaniyên ku berî hezarê salan li vê deverê jiyane. Ji ber ku gelek deverên dîrokî û şûnwar li Girkê Legê hatine dîtin, vedigerin serdema Romanî. Lê weke avabûna Girkê Legê ya ku em îro dibînin vedigere, sala 1938’an. Di wê demê de ev dever çol bû û tenê girek lê hebû. Kesê bi navê Hecî Hisênê Berekêt, Girkê Legê ava kiriye, di destpêkê de, ew û malbata xwe û xizmên xwe dema ku ji Serxetê tên Binxetê, diçin gundên Kanî Kerkê û Şêro, piştre jî tên Girkê Legê. Bi demê re jî gundê Girkê Legê mezin û pêş dikeve.

Giringiya pirtûkên dîrokî çi ne û çiqasî pêdivî heye ku lêkolîn li ser gund, bajar û deverên kurdî di roja îro de bên çêkirin?

Em dizanin ku çiqasî pirtûkên dîrokî yên li ser gund, bajar, dever û civakê ji bo diyarkirina rastiya her civakekê girîng in, nexasim ji bo gelê kurd. Ji ber ku herêma me bi giştî hewcedarî lêkolînên dîrokî ne. Lewma jî çêkirina lêkolînên bi vî rengî dîroka gund, bajar û hemû deveran bi belge dike û wê dîrokê diparêze. Lêkolîna ku min li ser Girkê Legê çêkiriye, kevin bûye û di roja îro de gelek tişt hatine guhertin. Nimûne, ji wê dîrokê hejmara kurdên vê deverê kêmtir bûye, gelek cih hatine guhertin û ji ber rewşên cuda kurd derketine û hem jî ketine Girkê Legê. Lê belê min bi vê berhemê bingehek ji bo lêkolînerên din çêkiriye ku lêkolînên nûtir çêbikin. Di pilana min de hebû ku pirtûkeke bi heman terzî li ser gundên me çêbikim, lê derfetên min kêm in.

Zehmetiyên ku derketin pêşiya lêkolînkirinê û jêderên ku we jê sûd girtîn çibûn?

Zehmetiya ku derdiket pêşiya min di amadekirina pirtûkê de, ji hêla wêneyên kesan ve bû. Mînak em bêjin ku, dema me lêkolîn li ser dibistanekê çêkir, di wêneyekî de, navê xwendekarekî nehat naskirin, lê piştî ger û xebateke mezin navê wî hat naskirin. Ev zehmetî nimûneyek bû, li aliyê din, di qada piratîkê de jî heta ku lêkolîn dihat kirin, min zehmetî didîtin. Yek ji çavkaniyên ku min ji xwe re bingeh girtin, kesayetên bi temen mezin ên Girkê Legê û şaredariya wê bû. Di heman demê de jî lêkolîna xwendekarekî kurd ê bi navê Hesen Şêxmûs bû, ew derçûyê zanîngeha Şamê bû. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku wî lêkolîna xwe ya derçûnê li ser herêmê û di nav de jî Girkê Legê çêkirbû.

Ebdulhelîm Lawî kî ye?

Ez Ebdulhelîm kurê  Ehmedê Mele Silêman ê Zivingî me yê naskirî bi Ehmedlawî, di sala 1963’an li gundê Kehniya Nebî hatime dinyayê. Li wir çûme dibistana seretayî û di sala 1977’an de, malbata me li Girkê Legê bi cih bû. Her wiha li Rimêlan min dibistana amadeyî xwend û bekelorya çaksazî li Hesekê xwend, paşê peymangeh li Dêra Zorê di 1985’an de temam kir. Min nêzî 200  meselokên kurdî û gotinên pêşiyan dane hev. Lewma jî min ji helbesta kurdî hez kir û dest bi hûnandina helbesta kurdî kir. Ji salên 2007’an heta 2011’an endamê komîta amadekar a mehrecana helbesta kurdî bûm. Li Girkê Legê bûme serokê şaxê nivîskarên kurd. Di 11’ê Cotmeha 2006’an de me çar kesan li Girkê Legê Dîdargeha Girkê Legê ya Rewşenbîrî damezirand û me di wê demê de çalakî li dar dixistin. Roja ragihandina  Rêveberiya Xweseriya Demokrat bi şanazî ez di nav de weke endamê Meclisa Zagonsaz beşdar bûm li ser navê Dîdargeha Girkê Legê ya Rewşenbîrî, min 5 salan di meclisê de xebat dikir.

Post Views: 92
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.