Divê em di nêrîna xwe ya civakî de kapîtalîzmê zêde mezin nekin. Nexasim îddîaya dibêje, di serdema me de li ser şêwazê jiyanê yê demê û rojaneyê emperyalîzm û kapîtalîzm ji sedî sed serwer in, maneyek e ku kapîtalîzm hîç heq nake didiyê; rast jî nîne û pêxapînek e ku gelekî di bin bandora propagandayê de pêk hatiye. Şerekî îdeolojîk e ku xwe disipêre propagandaya tirsê. Ya rast ew e, kapîtalîzm sîstemeke çil heramiyan e, şêlandineke antî-civakî ye ku hewl dide bi faşîzma zordar xwe serwer bike û mehkûm e ku timî weke sîstemeke marjînal bimîne. Çawa ku di heyamên berê de rêveberê despot pîroz dikirin û ew dikirin xweda, mirov li ber wî dibûn evdên hûrik û bejinbohst, di serdema me de jî hegemonyayeke îdeolojîk a kapîtalîzmê heye ku rê li ber heman encaman vedike. Koletî û bejinbohstiyek heye ku vê hegemonyayê wan bi şerên sar û germ mezintir kiriye.
Dîsa şaş e ku mirov sosyalîzmê weke civakeke timî bi şeran û şoreşan tê bidestxistin bibîne. Bêguman wexta şert û merc stewiyan ji bo veguherînên şoreşgerane şer jî pêkan in. Lê sosyalîzm bi tenê şoreş nîne; tevlîbûna demokratîk a civakê ye, û li dijî kapîtalîzmê jiyana bi serwextî û bi çalakî ye. Bi gotina “şoreş dibe, paşê jiyana sosyalîst pêk tê” mirov xwe dixapîne û dikeve nava bendewariyên tewş û badilhewa. Mirov rabihuriyê çiqasî bi serwextî bi hêz pêk bîne û bike niha, mirov ê paşerojê jî ewçend bi hêz û serwextî pêşwazî bike û pêk bîne. Bêguman di tevahiya van pêvajoyan de rêberiyên stratejîk û taktîk hewce dikin. Lê mirov sosyalîzmê weke rewşeke çalak a bi van têgînan were birêvebirin bibîne wê bikeve nava şaşiyên mezin. Sosyalîzma pêkhatî bi awayekî bi vî rengî hat meşandin û birêvebirin. Dema westiya jî li cihê xwe kumişî-merixî û ma. Li dijî dewletdariya netewe û îndustriyalîzma kapîtalîzmê ya dor li civakê girtiye û ew kirine zêdexure û bi qutkirina têkiliyên wê ji hawîrdorê rê li ber hilweşîna wê vekirine, ji her demê zêdetir hewcedarî bi blok, partî û tevgerên sosyalîst ên bi paradîgma giştî ya modernîteya demokratîk radibin û civaka dîrokî esas digirin heye yên ku xwe bi rêveberiya konfederal a hawîrdorparêz, ekonomîk û demokratîk gurçûpêç kirine. Hewce ye ku teoriya sosyalîst bi pêşnûmeyeke bi vî rengî were pêşxistin û pêkanîn. Ev girîng e, û hê vê girîngiya xwe dewam dike. Jixwe ev bi tenê tevgereke pêşeng a rêxistin û serwextbûnê ya li dijî hegemonya kapîtalîst pêşketî nîne, di heman demê de tevgereke rastî ya civakbûnê ye ku tevahiya dîrokê bi heman naverokê lê bi rûyên îdeolojîk-pratîk ên cuda hatiye meşandin. Civaka rastî xwezaya vê tevgerê ye, fonksiyona civakbûna wê bi xwe ye. Li ber serê tevahiya sîstemên şaristaniyê pêk tê, lê bi awayekî dijberê wan û ewqasî jî sîstematîk pêk tê. Eger mirov zêde li wê serwext nebûne, sedema wê propagandaya îdeolojîk a dijberê wê ye. Heqîqetên civakî sosyalîzm bi xwe ne, û heta civak hebe wê weke şêwazê jiyana rastî dewam bike. Di vê çarçoveyê de dîrok bi tenê dîroka têkoşîna çînan nîne, têkoşîna wekhevî, azadî û parastina civakê li dijî desthilatdarî û dewletê ye. Bi vî awayî, sosyalîzm dibe têkoşîna civakî ya vê dîroka her diçe zanistî dibe.
Abdulah Ocalan