Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja rojnamegeriyê pîroz dikin lê di rojnameyan de nanivîsin

24/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Berî 126 salan binyada avahiya rojnamegeriya Kurdî hate sazkirin. Ên ev binyad saz kirin û ava kirin rewşenbîrên kurd ên bejinbilind bûn. Lê îro piştî 126 salan ên herî zêde dûrî qada rojnamegeriya Kurdî ne, dîse rewşenbîrên kurd in.

Roja 22`ê nîsana sala 1898`an li paytexta Misrê Elqahirayê, yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistanê ji hêla rewşenbîrê Kurd Miqdad Mithet Bedirxan û komek rewşenbîrên Kurd ve hate derxistin. Ew roj ji hêla ciaka kurdan ve weke roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.

Her sal weke vê rojê berî her kesî partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr vê rojê pîroz dikin. Carna jî şahî û seryranan li dar dixin. Li Rojavayê Kurdistanê berî pêvajoya şoreşê, ev roj weke kevneşopiyekê ji hêla hin partiyên siyasî ve dihate pîroz kirin. Dibe ku hin sedemên rewa yên vê kevneşopiyê hebû ji ber ku her tim rojnamegeriya Kurdî weke çalakiyeke rewşenbîrî ya çîna rewşebîran dihate nasîn, ên ku rojname birêve dibirin, dinivîsîn û heta yên ku dixwendin jî her ew çîna rewşenbîran bû. Ji xwe paşê partiyên siyasî jî ji hêla van komên rewşebîran ve hatin damezrandin. Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê her çiqas komek kovar û belavokên partiyan derketin jî, lê ji ber rewşên qedexe û çewisandinê ew rojname û kovar û belavok her man di nava çarçoveya rojamegeriya partiyan yan jî rojnamegeriya wêjeyî de. Lewma ew dezgehên rojnamegeriyê nebûn alav û navgîna hişyarkirin û agahdarkirina civakê, her wiha rewşebîr û rojnamegerên civakî jî peyda nebûn. Ji xwe nayê veşartin ku rojname û hemû dezgehên din ên ragihandinê di rewşên asayî de dikarin bandoreke mezin li bîr û baweriyên civaka bikin û civakê der barê zanîn û raman û wêje û çandê de agahdar bikin û pêş bixin. Dîroka welatên cîran û welatên dagikerên Kurdistanê her wiha welatên cîhanê jî vê rastiyê pir eşkere dide diyarkirin.

Ji salên 1990`an û şûn de, bi taybet piştî sala 1992`an ku rojnameya Welat ji hêla rewşebîrên Kurd ên mîna Mûsa Anter ve li bakurê kurdistanê dest bi weşanê kir, êdî careke din derfet li pêşiya rewşenbîrên Kurd vebû ku rol û berpirsyareiya xwe ya hişyarkirin û agahdarkirina civakê pêk bînin.Li Rojavayê Kurdistanê ev bû zêdeyî deh salan qadeke berfereh a rojnamegeriyê li pêşiya rewşebîran hatiye vekirin. Lê tişta ku diyar e, çîna herî zêde ku niha ji vê qadê dûr e ew çîna rewşenbîran e, bi taybet nivîskarên ku bi nivîsên wêjeyî mijûl dibin. Beşek ji van rewşenbîran weke ku xwe ji civakê mezintir dibînin û li xwe danayinin der barê mijarên civakî de mijûl bibin û binivîsin. Weke ku têkilî û hevgihîna bi civakê re û êş û azar û kêşeyên civakê ne mijarên wan in. Lê ew rewşenbîr bi xwe dikarin di panêl û simînaran de der barê rola rewşenbîrên Kurd di avakirin û sazkirina binyada rojnamegeriya Kurdî de baxivin, her wiha dikarin çêra rola rewşenbîran a hişyarkirin û agadarkirina civakê jî bikin. Ji xwe weke despêkê jî me got, ew berî her kesî derdikevin çolan û bi boneya cejna rojnamegeriya Kurdî şahiyan lidar dixin û pîroz dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.