Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sîstem jina têkoşer xelat dike!

24/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Sîstema mêrê desthilatdar di bin navê çêkirin û pêşxistinê de li gel saziyên xwe rêbazê xelatkirinê daye rûniştandin. Eger mirov li dîrokê binêre ev rêbaz li ser kole û jinan hatiye bikar anîn. Li Romayê ji bo efendî kêfa xwe bikin, mirovên navê kole li wan kirine derdixînin ser dike ji bo bi hev re şer bikin an jî wê bi şêran re şer bikin. Ji bo sîstema desthilatdar ne girînge ku ew kole bimrin an jî bijîn, a girîng kêfa efendiyane û eger tu qisûr derbikevin wê ew kole bi mirinê werin ceza kirin. Xelata kole ew e ku xwe ji mirinê rizgar bike.

Bi dayîna mînaka Roma re ez dixwazim balê bikşînim ser rê û rêbazên ku niha sîstem bi jinê re dide bikar anîn. Li Ewrûpa û Amerîka her sal navê 100 jinan didin û wan jinên herî bi bandor di cîhanê de pênase dikin. Çalakvana Mafên Mirovan Nercis Mihemedî gelek caran ji ber têkoşîna xwe ji aliyê sîstema Îranê ve hatiye girtin, niha jî di girtîgehê de ye. Dema ku Nercis Mihemedî di zîndanê de bû xelata Nupel a Aştiyê dane wê û niha jî kovara Taim a Amerîkî navê Nercis Mihemedî xistine lîsteya yek ji jinên herî bibandor di cîhanê de. Heman sîstem Nercis Mihemedî ceza û xelat dike. Sîstema ku jinan xelat dikin bûne sedemê qetilkirina jinên şoreşger û siyasetmedar, her tim di kuştina gel û bi taybet jin de destê wan heye. Bi destê dewletên dagirker çeteyên El-Qaîde, Talîban, çeteyên DAIŞ`ê, Huda Par, çeteyên dewleta Tirk a digirker û hwd. Derketine holê û di çarçoveya berjewendiyên xwe de wan gurûpên çeteyan besleme dikin û didin bikar anîn.

3`ê Tebaxê 2014`an çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de bi sedan jinên Kurd ên Êzidî rastî destdirêjî, kuştin, işkence û firotinê hatin. Piştî ku Gerila Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, dewletên Ewrûpa çûn Nadiya Murad xelat kirin. Sîstema ku Nadiya Murad xelat kir bû sedema komkujiya li ser hemû jinên Şengalê.

Îro li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û li herêmên dagirkerî bi taybet Efrîn jin tê qirkirin. Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar 19`ê Adarê sala 2021`an li hemberî zaliman dest bi çalakiya xwe kir û edaletê dixwaze. 14`ê Hezîrana 2018`an bi destê sîstema AKP`ê hevjînê Emîne Şenyaşar û du zarokên wê hatin kuştin. Ev bûye 83 roj çalakiya wê berdewam dike. Emîne Şenyaşar yek ji dayîkên Kurde ku serî li hemberî zilmê natewîne û edaletê dixwaze. Çima Emîne Şenyaşar jî yek ji jinên cîhanê yên bi bandor nehat dîtin?

Tê fêmkirin ku dewletên sermeyedar li gorî berjewendiyên xwe jinê didin bikar anîn. Bi riya xelatkirinê hewl didin ku li gorî berjewendiyên xwe nav li têkoşîna jinê bikin û têxin bin siya xwe de. Li pêşiya yekbûyîna jin dibin asteng û heyanî ji mêr tê jinê parçe dike. Têkoşîna jin û gihîştina wê li gel hev ji bo sîstema mêr xeterî ye. Heyanî ji destê dewletên sermeyedar were wê jinê li hemû ciyên ku têdikoşe û li ber xwe dide biperçiqîne. Ji ber vê yekê pêdiviya jinê nîne ku mêr wê xelat bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.