Jinên ku li ser hîmên şoreşa Rojavayê Kurdistanê mezin bûne di pêşxistina kesayet û şoreşê de neman sekinî. Jinên Efrînê bi taybet piştî koçberiyê li hember pêvajoyê bûn hêza xwepêşxistinê, li ser wê bingehê li Kantona Efrîn û Şehbayê jinên ciwan xwe di nava xebatên sporê de pêşdixin.
Zana Roj/ Şehba
Yekîtiya werzîşê ya girêdatyî Desteya Ciwan û Werzîşê li Kantona Efrîn û Şehbayê, bi herikîna pêvajoya koçberiyê re ji nû ve dest bi komkirin û birêxistin kirina xebatê xwe kirin. Jinên ciwan di qada sporê de bûn beşeke sereke di nava van xebatan de, li kêlek xebat û perwerdeyên îdeolojîk bi xwesertiya xwe tîmên soprê yên Football and volleyball dan avakirin û di nava qada soprê de xwedî xebat û çalakiyên cihêwaz bûn. Di gelek festîval û çalakiyên salene de rol girtin û beşdar bûn. Têkildarî xebatê jin di nava qadên sporê de Berdevka Komîteya Jin di Desteya Ciwan û Werzîşê de Dunya Bekir ji rojnameya me re axivî.
`Gavavêtina jinê, têkbirina bendên kevneşop yên civakan bû`
Dunya bi destpêkirina axaftina xwe re bal kişand ser girîngiya rola jinê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û wiha got: “Jinên Kurd di nava şoreşa Rojavayê Kuristanê de rola jinêm pêşeng ku muhra xwe li dîrokê xistine wergirtin. Bi xweperwerdekirin û girêdanbûna wan ji xeta felsefeya Rêber APO re, dîrokeke nû ya têkoşîna jin ji cîhanê re nivîsandin. Jinê xwe di warê civakî, aborî, leşker, dîpolomasî û hunerî de rola pêşengtiyê girt û şoreşa xwe bi ser xistin. ji çirûska ku beriya 10 salan hatiye destpêkirin, kirin ronahiya ku hemû jinên cîhanê bi hemû reng, pêkhate û netewên xwe di nava xwe de girtin. Bi vê armancê jina ku dengê wê di male de nedihat bihîstin, bû dengê şoreş Jin Jiyan Azadî. Bi van armancan jinê xwe di qadên sporî de bi pêş xist. bi taybet di nava civakên Rojhilata Navîn de gavavêtina jinê di van aliyan de, têkbirina hemû qeyd û bendên kevneşop yên civakan bû”.
Li hember siyasetên dijmin xwe birêxistin kirin
Dunya diyar kir ku piştî pêvajoya koçberiyê jinên sporvan gav û xebatên mezin avêtin û wiha domand: “Armanca yekemîn piştî pêvajoya koçberiyê ya ku gelê Efrînê tê re derbas bûye, ew bû ku îradeya di Efrînê de hatibû avakirin şikandin bû. li kêlek kiryar, şer û siyasetên şerê taybet yên ku dihatin û tên kirin de, gavavêtineke nû û bihêztir di aliyê birêxistinkirin û aktîvkirina xebatê sporê bi giştî û bi taybet ya jin hate pêşxistin. Jinên ciwan li hember van siyasetan xwe di nava xebatê sporê de birêxistin kirin, ev yek bersîvek bû li hember kiryarên dijmin û siyasetên şerê taybet yê ku bi zanebûn di vê herêmê de dihatin pêşxistin de bû. Ji lewra îro jinên ciwan bi kitleyeke mezin cihê xwe di nava qadên sporî de digirin”.
Xwebirêxistin kirin û perwerde
Duniya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku ji aliyê jinên sporvan ve tên birêvebirin û wiha got: “Jinên sporvan xwe di nava Yekîtiya Werzîşê de di aliyên rêvebirin û piratîk de xwebirêxistin kirin. li ser asta Kantona Efrîn û Şehbayê tîmên soprê avakirin. Niha 4 tîmên footballê û 3 tîmên volleyballê hene. Her wiha lîstikên tekane weke şatranç, bîngball û lîstikên gelêrî jî hene. Di van demên dawiyê de gaveke girîng di aliyê perwerdekirina jin ji bo kontirolkirina lîstikan weke Hekem hatin vekirin, hejmarek ji lîstikvanên jin cihê xwe tê de girtin. Bê guman li ser van bingehan tûrnoveyên dem demî û yên salane bi ser navê jinên ciwan yên sporvan tên orgenîze kirin.
Li kêlek xebatên meslekî bê guman jinên ciwan tenê di nava xebatên piratîkî de namînin. Di aliyê perwerde û xweperwerdekirinên bîrdozî de bi aliyên rêxistinî û li gorî pêvajoyê bi pilansazî van xebatan didin meşandin”.
Dunya bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Bi geşedanên siyasî yên ku li ser erdnîgariya herêmê têne qewmandin re, ev hemû li ser xebatên ku têne kirin bandor dike. demên berê hejmara tîmên sporê ji viya zêdetir bûn lê ji ber astengiyên ku durpêç di ne peydakirina alavên sporî de derdikevin holê, yekser rê li ber zehmetî û kêmasiyan derdixe, her wiha di avakirina binasaziya sporê de dibe astengdar. Ji lewra li hember van siyaset û polîtîkeyên tên kirin û bi vekririna dibistanan re wê ji nû ve aktîvkirina tîmên soprê bêne avakirin”.