Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihemed bi dilpakiya xwe bû lehengê çepemeniyê

13/10/2024
in Uncategorized
A A
Mihemed bi dilpakiya xwe bû lehengê çepemeniyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nûçegihanê Ajansa Hewar Hogir Mihemed ê ku bi dilnizmî û fedekariya xwe dihat nasîn, di oxira derxistina heqîqetê û serkeftina şervanên lehengiyê de, di 14’ê Cotmeha 2017’an de li Dêrazorê bû yek ji mûmayê azadiyê.  

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de gelek nûçegihan û rojnemevanên ku berxwedan şervan û kiryarên çeteyên dagirkeriyê dişopandin, şehîd bûn. Ji wan yek jî şehîd Hogir Mihemed bû ku di pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ya bi navê Pêngava Bagera Cizîrê dişopand.

12`ê Cotmeha 2017’an de çeteyên DAIŞ`ê 2 erebe di nava sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya rejîma Baasê de bûn, reviyabûn anku herêmên bejahiya Dêrazorê û bi rêya “Xurafî” ku Dêrazorê bi Hesekê ve girê dide, ber bi herêmên ku QSD`ê rizgar kiribûn ve çûn. Di wê demê de nûçegihanên Ajansa Hewarê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz rewşa şer dişopand. Di encama kiryarên çeteyan de nûçegihan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûbûn û Rizgar Denîz jî rakirin nexweşxaneya Hesekê, paşê ew rakirin nexweşxaniya Qamişlo û herî dawî jî ew rakirin nexweşxaneya Şamê da ku tedawiya xwe bibîne, lê tevî hemû hewldanên tenduristiyê da ku rehet bibe, di 18`ê Kanûnê de şehîd bûbû.

Kurtejiyana şehîd Hogir Mihemed

Hogir Mihemed di sala 1991’an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû. Malbata wî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di salên 90’î de bi rêya apê şehîd Hogir têkoşer Cûma Mihemd bi nasnav Roşer Menal ku di sala 1994`an de di nava refên tevgera rizgariya Kurdistan de û li Xerzanê şehîd bûbû, nas kirin. Malbata Hogir ji 8 zarokan pêk tê, Hogir li Dibistana Axir Zeman a gundê Xirbet Xedîr xwendiye û tevî hezkirina wî ji xwendinê re, dev ji xwendinê berda û li gel bavê xwe dest bi karê çandinî kir, da ku alîkariya malbata xwe bike.

Hizkirina derdorê ji dilpakiya Hogir re zêde bû

Hogir di zaroktiya xwe ve bi dilpakî û hêminiya xwe dihat naskirin, ji ber vê yekê her kesî jê hez dikir, piştî dev ji xwendinê berda, bi bavê xwe re heta temenê 18’an di çandiniyê de xebitî û paşê çû leşkeriya rejîma Sûriyê. Piştî sal û nîvekê ji leşkeriyê ji aliyê rejîmê ve hate girtin û ew birin girtîgeha Sêdnaya, demekê di girtîgehê de ma û bi hemû awayan lêdan û îşkence dît. Paşê ew veguhastin qada leşkerî û di destpêka Şoreşa Rojava de leşkeriya xwe bi dawî kir.

Hogir di hemû pêngavan de geriya bû

Hogir ji ber êş û azara di girtîgehên rejîma Baasê de dît, wekî ciwanên herêmê di destpêka şoreşê de tev li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dîtin. Paşê wekî ajokarê veguhastina çek û teqemeniyên ji şervanan re hate erkdarkirin, li ser vê bingehê bi hemû hevalên xwe re ji Serêkaniyê bigire û heta Şengalê, herwiha bajarên Dêrazorê û Reqayê geriya anku li hemû pêngavên Rojava û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê geriya.

Bi dîmenên xwe serkefrina şervana ji cîhanê re dida xuyakirin

Hogir Mihemed di sala 2017’an de ji ber ku dixwest kêlî bi kêlî berxwedanê bişopîne, beşdarî qada çapemeniyê bûbû, tevî ku endamekî nû lê her dixwest pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ`ê bişopîne. Şehîd Hogir li gel bi dehan hevalên xwe yên rojnamevan rastiya çeteyên DAIŞ şopand û ji hemû cîhanê re eşkere kir. Herwiha bi kameraya xwe serkeftinên şervanên QSD`ê û azara ku sivîlan li ser destê DAIŞ`ê kişandin şopand.

Şehîd Hogir fedekarê jiyanê bû

Şehîd Hogir dilpak bû, bi sivîlan re sosyal bû û dixwest alîkariya wan bike. Dema ku li ser rêya Xurafî bû û sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya rejîmê reviyabûn û li herêmên QSD`ê rizgar kiribûn bi cih bûbûn, Hogir bi hevalên xwe Dilîşan û Rizgar re di nava sivîlan de digeriya û êşa wan belge dikir. Lê belê çeteyan erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlan de teqand û gihaştin asta şehadetê. Ji ber ku şehîd Hogir Mihemed ji sporê hez dikir û hevalên xwe her vexwenin avakirina tîmekê li taxê, piştî ku şehîd bû, li bajarê Amûdê dewriyek bi navê şehîd Hogir Mihemed hate vekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.