Monday, May 26, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirojeya Netewa Demokratîk riya çareseriyê ye

13/10/2024
in Uncategorized
A A
Pirojeya Netewa Demokratîk riya çareseriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Welîd Dîngilî da dîyar kirin ku şerê di Rojhilata Navîn dimeşe ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Welîd Dîngilî derbarê geşedanên dawiyê yên heremê û şerên li herêmê diqewim de bersîva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê jî wiha bû.

Sedema şerê di navbera Îsraîl, Hemas û Hizbulah de çiye?

Hegemoniya navendî her sed salî piroje û siyaseta xwe diguherîne, dema ku dibîne ev piroje sûd jê wenagire, yekser dest bi pilan û pirojeyên nû dike. Di rewşa heyi de, plansaziya netew dewlet dibîne serwer nabe, li hember wê; wê pirojeya xwe biguhere. Ev yek wê çawa bêne guhertin, bê guman di cîhanê de guhartina nexşe û siyasetan herî zêde bi şer têne kirin. Îsrail di vê demê de hewil dide ku pirojeyekî nû di Rojhilata Navîn de avabike, navê wê pirojeyê jî `Pirojeya Rojhilata Navîn ya Mezin`. Yanî dabeşkirina Rojhilata Navîn armanc digirin. Rojhilata Navîn bi perçebûna wê ya heyî dixwazin hîn perçe bikin. Ji bona pêkanîna vê pirojeyê jî Israil kirin serpereştê wê ya fermî, û Tirkiyê jî erkdar kirin ku bingeha wê amede bike. Cîbicîkarê wê Erdogan e û şerkerê wê jî Binyamin Netanyahu ye.

Israil ji hemû tektîk û pilanên ku têne amedekirin ne qute. Dema Hemas êrîşî Israil dike û sînoran radike, teqez Israil dizanî. Gelo Israil dizanî Îsmayîl Heniye di kuderê deye û ger Israil tektîka herî xeternak û zirav ya teqandinên di nava Hizbullah de pêk tîne. Israil texmin nedikir wê Hemas di 7’ê Cotmehê êrîşî wan bikin. Israil bi zanebûn di siyaset û rêbazên ku di vê dawiyê de hatine kirin tevger kir. Ev şer tenê weke derfetekê ji xwe re pêk anî, da ku Hemas ji binî de rake û tunebike. Hovîtiya ku Hemasê di rojên destpêkê de pêk aniye bê guman bi zanebûn ji aliyê Israilê de li ber nehat sekinandin. Israil di navnetewî û navendên biryaran de ev kert bi kar anî û got ev e rastiya Hemasê û Muslimanên Tûndrew. Ji ber wê jî destek û piştgirî ji navnetewî girt û êrîşî Hemasê kir. Em ji bîr nekin ku du dewletên herêmî hene yek jî Tirkiyê ye û ya din jî Îran e. Tensîqekî gelek xurt di navbera Israîl, Tirkiyê û Îranê de heye, di pilanên wan de ev yek hevbeş e, yanî dema ku Îran bi awayekî ne bi rêk û pêk bombayan diavêje û Tirkiyê dibêje em bi gelê Filistînê re ne û çima Israîl êrîş dike? Li ser van bingehan pirojeya guhartina Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin û Israil piştî jiyankirina 70-80 salî ji dorpêça Ereban wê na pejirîne,ev rewş wisa bidome. Dewletên Ereban tu têkiliyên xwe yên aborî, siyasî û dîplomasî bi Israilê re çênakin, ji lewra Israil di dawiyê de wê bi zorê vê yekê bîne meydanê, dewleta ku bi Israilê re danûstandinan neke wê di Rojhilata Navîn de neyê qebûl kirin. Yanî hebûna xwe wê li ser hemûyan feriz bike. Yek ji wan aliyên ku Israil qebûl nakin jî Hemas, Hizbullah û Sûriye û komên Cîhadî ne.

Bê guman armanc ji vê yekê heye ew amanc jî guhartina nexşeya Rojhilata Navîn e, nexşeya ku di peymana Sayks bîko de hatiye kirin me got êdî têra hegemoniyê nake wê şekil û şêwazekî din derxînin holê. Ji bo wê nexşeya heyî wê bê guhartin, û di oxira wê de wê gelek dewlet û alî têk biçin. Em werin aliyê qebûlkirina civakî, ecaba Israil bi vê hişmendiya xwe wê di nava civakên Ereban de bê qebûl kirin? Helbet ji bo vê yekê şêwaz û pirojeyeke ku Israyî bihata qebûl kirin diviyabû, lê di encam de ew jî pêk neanî û gihîşt encama ku şerê ku îro pêk tê.

Israil bi êrişên dawî yên ser Lubnanê dixwaze çi peyamê bide cîhanê?

Peyama Israilê ji vî şerî ew e ku bibe navenda biryardariyê ya Hegemoniyê, di vê sedsalê de armanca wê ev e. Di vê sedsala heyî de cihê navenda hegemoniyê Israîl, Biritaniya û Emerîka bûn, lê em ji bîr nekin ku aliyekî din yên weke Rûsya, Çîn, Hindistan û Kurya Başûr hene. Bi vî şerî Israil dixwaze di sedsala pêş de jî xwe mayînde bihêle.

Bi xetên stûr pevçûna di navber Israil û gelên herêmê de xwe disipêre mijarên olî û dîrokî, rûxmî ku her du jî ji yek jêderê derketine lê bi fikarên tund ev dijminahiya di navber Cihû û Îslaman de tê berdewam kirin. Guhartina vê yekê helbet ne hêsane xwe disipêre zêdetirî 1400 sal, ger Israil dixwaze qezencekê bigre divê di siyaset û nêzîkbûnên xwe yên bi dewletên Rojhilata Navîn re guhartinan çêbike. Lê berûvajî wê Israil bi teşeyekî herî hovane xwe dide pêşkêşkirin.

Ji ber van piratîk û zihniyeta Israil ya tund wê nikaribe tiştekî qezenc bike, gelek piojeyên aşîtiyê û wekheviyê ku dikarin werin piratîzekirin. Israil hezkirina gel û civakên Rojhilata Navîn qezenc nekiriye, ji ber wê bi nêrîna min wê tu qezencê ji vê şerî neke.

Çiqas ev rewş dikare bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser bike?

Rêveberiya Xweser, piroje û paradîgmeya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûnişkandin; di qirika hêzên cîhanê û yên hegemonîk weke striyekê ye. Çi geşedanên siyasî û leşkerî di vê sedsalê de têne kirin divê em ji bîr nekin bi pirûjeya Netewa Demokratîk re nabin yek û li dîjî wê ne. Ji lewra ev modêla heyî ya ku hatiye avakirin tavahî cîhan li hember wê disekine û armanca wan pûçkirina vê pirojeya ku yekemîn care tê pêşkêş kirim û bi ser dikeve ye.

Çima dixwazin pêşiya vê yekê bigrin? Her kes baş dizane ku ev pirojeya mirovahiyê yê ku li ser bingeha exlaqî û azadiya civakan û wekheviyê hatiye avakirin, li tavahî Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye. Ev şerê ku tê kirin jî yê desthilatdarî û berjewendiya ye, wê yekser li pêşiya vê pirojeyê bisekinin.

Şerê li hember pêşiya vê pirojeyê bê kirin, wê ne bi şerê germ û leşkerî be. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya terora herî mezin di cîhanê de sekinî û cîhan li beramberî xeteriya DAIŞ’ê parast. Vê rastiyê hemû rayedar û hêzîn navnetewî dizanin. Ji lewra nikarin bi hêsanî êrîş bikin, lê di cewher de tunebûna vê pirojeyê hedefdigrin. Perşebşûna ku hêzên navnetewî di cîhanê de dane avakirin, Rêveberiya Xwere wan komî hev dike û pirojeya herî exlaqî pêk tîne. Li ser van bingehan dijminahî û pevçûnan bi riya Tirkiyê û hin aliyên din dixwazin bidin avakirin. Tenê rûyê dijminahiyê yê berbiçav Erdoxan derxistine pêş.

Çareserî wê çawe pêkwere?

Weke çawa ku heyv û tav eşkere ne, çareseriya van pevçûnan jî li Îmraliyê û pirojeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji lewra hegemoniya cîhanî tecrîda li ser Rêber APO giran dikin û nahêlin ku ji zîndanê derkeve. Pêvajoya heyî pêvajoya pevçûn û tunekirina gelan e. Her kes dizane yê ku serweriyê li ser rojhilata Navîn bike wê serweriyê li ser tevahî cîhanê bike. Lê çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanî bi serketin û piratîzekirina Pirojeya Rêber APO ya ku azadiya jin, avakirina civakeke siyasî û axlaqî wê pêkwere.

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.