Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Evîndarê Romanivîs û Çîrokê; Ebdilmecîd Xelef

09/10/2024
in Uncategorized
A A
Evîndarê Romanivîs û Çîrokê; Ebdilmecîd Xelef
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Nivîskarê kurd Ebdilmecîd Xelef ji bo pêşxistina roman û çîroka kurdê kar û xebateke giranbuha daye meşandin. Wî bi pênûsa xwe, gencîneya wêjeya kurdî bi berhemên hêja zengîn kiriye.

Nivîskarê kurd Ebidilmecîd Xelef di sala 1978 ’an de li bajarê Qamişlo ji dayîkî bûye. Wî xwenida xwe ya sertayî, navîn, amedahî li bajêr bidawî kiriye. Di sala 1996’an de, Ebdilmecîd berê xwe daye bajarê Hesekê  û du salan peymangeha zimanê erebî li wir xwenid û bû mamosteyê zimanê erebî. Piştre wî xwendina xwe ya amedahî vegerand û beşê hiqûqnasî li bajarê Helbê xwenid. Piştî qedandina xwendina beşê hiqûqnasiyê, wî li bajarê Qamişlo mamostî kir. Xelef bi karê hunerê re mijûl bû û bi tayîbet di şano de weke derhêner, lîstikvan, sînariyonivîs kar kir. Wî li tevahiya Rojavayê Kurdistanê gelek şano pêşkêşkirine, herwiha ew beşdarî gelek fistîvalan  jî bûy. Ebdilmecîd Xelef di sala 2007’an de wekî rêveberê Dibistana Şano ya girêdayî Desteya Çandê ya herêma Cizîrê, kar kiriye.

Destpêka nivîsandina romanan

Ebdilmecîd di temenê xwe yê 14’e salî de bi rengekî bexşan dest binîvîsê kir. Di dema nivîsa xwe ya destpêkê de dixwest ku bi helbestê dest bi nivîsê  bike, lê wî bi nivîsandina romanê dest pêkir û her tiştê li ber çavê xwe qeyd kir.

Yekemîn romana ku Xelef nivîsandiye di sala 2007’an de bû, piştire romana xwe rêkir pêşbirka Ciwan ya li Îmartê li Şarîqa û li ser asta dewletên ereban, yê sêyemîn derket. Di sala 2011’an de, wî li Îmartê  xelat wergirt û pirtûk jî li wir çap kirin, di heman demê de weşanxaneya Zemanê di sala 2018  an de ev berhema wî du caran çap kir. Ji ber ku şert û mercên  pêşbirkê pêwîste 5 sal di ser re derbas bibin , heta ku karibe çap bike. Piştî 5 salan wî li bajarê Qamişlo bi ahengekê pirtûka xwe imze kir.

Pirtûkên Ebidmecîd Xelef, li her çar perçeyên Kurdistanê, welatên ereban û gelek welatên cîhanê belav bûne. Herwiha ew nivîsan ji bo kovara Sîwan, Şermola û Rojnameya Ronahî re dinivîse. Rengê nivîsa wê jî bi awayekî lêkolîn, helbest, gotar, hest, çîrok û hwd… Hêjayî gotinê ku wî di destpêka şoreşa Rojava de li ser bûyer û pirsgirêk ku li herêmê çêdibûn jî, dinivîsandin.

Berhemên Ebidmecîd Xelef

Yekemîn berhema wî bin avê ‘Navbera Mizgefta Qasimo û çerxerêya Hilêliyê’ bû. Ev pirtûk ji 2 beşan pêk tê. Beşê yekem hat  çapkirin û belavkirin. Beşê duyem ya bi navê ‘Elseat Elexîre’ jî ku beşek ji dîwana wî ye nehate çapkirin. Lê di demên pêşde wê ev pirtûk ji sê beşan bê çapkirin, nivîsa wê li ser dema ku rewşa jiyan dikin, dinivîsîne. Herwiha romana Serêkaniyê ku li ser şer, berxwedanî û lehengiya li Serêkaniyê pêk hat û li ser tevahiya herêmên dagirkirî, li ser serkefeftina li bajarê Kobanê jî, hatiye nivîsandin.

Xelef romana xwe li ser hêviyê hiştiye, herwiha romana wî ya bi navê ‘Timenêt’ li Misirê, li weşanxana Nifertîtî hat çapkirin , herwiha çapa duyem jî li weşanxaniya Şilêr ya bajarê Qamişlo bû. Pirtûka wî ya binavê ‘DehIyat Elzakîra’ jî li ser kurte jiyana wî ye û li Bexdayê hat çapxaneya Amarcî hat çapkirin

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.