Lema Elî
“ku raman ronî be hukmê tariyê tune ye”
Di romana Gor a Zinde ya nivîskar Ciwan Serhediyan de li ser dû rêhevalane ew heval feqetiyê dikin, di rêwîtiya herdû hevalan Selhedîn û Emer ku her yek ji gundekî cuda ne, di vê rêwîtiyê de berfeke dijwar dibare, ku bandorê li Selhedîn dike û dibe sedema ku lingên wî reş dibin û piştî demekê dimire. Dilsoziya herdu hevalan dibe sedema ku Emer derbasî mala Selhedîn dibe û ji xwîşka Selhedîn hez dike, paşê bi xwîşka hevalê xwe re dizewice, keç jî navê wê Xecê ye.
Evîneke pir mezin di navbera wan de çê dibe ku ev evîn dibe sedema herkîna bûyerên di romanê de. Di vê romanê de evîna ku zindî dimîne, rê û rêbazên jiyana civakê bi taybet li Serhedê, hevaltî û dilsoziya wan hevalan bi hev re, şer û pevçûnên di navbera du malbatan de ku dibe sedema kuştin û talaniyê, ev herdu malbat yek jê malbata Emer e û ya din jî malbata Miko ye ku malbata Miko bixwe malbateke ermenî ye û zêdetirî 50 saliye ev herdû malbat di heman gundî de bi hev re dijîn, di vê bêtifaqiyê de Emerê ku di nav hemî gundiyan de dihat hezkirin hate kuştin, ew Emerê ku weke lehengê romanê hatiye diyarkirin, paşê gora wî weke gora Şêx Emer di nav gundiyan de dihat binavkirin.
Bi dû kuştina Emer re hevjîna wî Xecêya ku ducanî bû bi birayê hevjînê wê re tê mehir kirin, tevî vê yekê Xecê her dilsoza Emer dimîne û her gundî wê li ser gora Emer dibînin ku bi gorê re diaxive. Her wiha di vê romanê de li ser birina xortên kurdan ji bona leşkeriya bi darê zorê ji aliyê osmaniyên desthilatdar ve dihat ferz kirin tê nîşandan.
Romana Gor a Zinde, şêwazê hûnandina di vê romanê de pir hesan e, weke ku mirovek bûyereke ji rêzê ji kesekî din re dibêje, ew teşwîq, balkişandin, rîstina hevokan ne hewqas bi hunera nivîsandina romanekî hatiye nivîsandin ku ji kesê xwîner e weke nivîsandina çîrokekî hatiye afrandin, an ku qelsbûneke berbiçav di vê romanê de heye ku nivîskar romana xwe weke madeyeke xam li ser rûpelan raxistiye, ew hestên xemgînî, kêfxweşî û bi bandor negihandiye xwînerê vê romanê.
Di dawiya romanê de nivîskar daye nîşandan ku ew bi xwe yek ji neviyên Emerê lehengê romanê ye. Di romanên rasteqînî de jî divê ku nivîskar bi hemî hêza pênûsa xwe hewl bide ku di hûnandina hevokan de ji xeyal, hestên bandorkar, gihandina namayekî bi wate bighîne xwîneran, lê ev yek di romana Gor a Zinde de lawaz tê dîtin.