Amara Baran/ Qamişlo
Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji 74 navendên cuda yên cîhanê, di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kir. Herwiha îro dikeve sala xwe ya duyemîn de, di pêngavê de nûnerên sendîkayên siyasî, parlementer, çalakvan, saziyên civaka sivîl û kesên xelata Nobel a aştiyê bi destxistine beşdar bûn. Li gelek weletan kampaniya komkirina îmzeyan û xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.
Pêngava ku li 74 welatan di sala 2023’an de ji aliyê dostên Rêber Apo ve destpêkiribû û li hemû cîhanê belavbû. Pêngav bi daxuyanî, meşên dirêj, komkirina îmzeyan, xwendina pirtûkên Rêber Apo û çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehên tirkiyê û bakurê kurdistanê û gelek çalakiyên cur be cur bi durûşmeya “ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatin li darxistin.
Pêngav heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê dewam bike
Dîlgirtina Rêber Apo li girava Îmraliyê, bêparhiştina ji mafên bingehîn ên mirovî dûrî hiqûqê ye, konsepteke siyasî ye ku dewama komploya navneteweyî ye. Tecrîd jî weke rewşa rojane ya vê yekê bi rengê sîstema êşkenceyê tê ferzkirin. Lewma têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê, bi esasî jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca bingehîn a vê pêngavê ye. Ji ber vê yekê kesayetên navneteweyî yên ku pêngav dan destpêkirin, ne tenê şikandina tecrîdê di heman demê de israr dikin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav wê dewam bike. Lewma pêngav ne ji bo çend mehan an jî demekê ye, pêngav xwedî wê taybetmendiyê ye ku demdirêj e. Bêguman girîng e ku daxuyaniya navendî ya pêngavê li Strasboûrgê hate kirin, pêngav li Ewropayê hate destpêkirin. Tê wê wateyê ku berpirsyariyên sîstema Ewropayê li bîra wê hate xistin, hevkariya wê ya li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hate teşhîrkirin.
Gele kurd li hemberê komployê têkoşîneke mezin dimeşîne
9’ê Cotmeha sala 2023’an de Dostên gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.
Rabûna tecrîda li ser Rêber Apo; bi destxistina şert û mercên bi tendurist, bi ewle û azad, xwestek û hewldanên sereke ye. Eger ku îro têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo asteke girîng bi dest xistibe, pareke girîng a Chomsky jî di vê yekê de heye ku bi dehan salan helwest û sekneke girîng raber kir. Chomsky ne tenê dostek e ku azadiya Rêber Apo û gelê kurd diparêze; li gel vê yekê ramangerekî mezin e ku nirx dide paradîgmaya Rêber Apo û ji bo nasandina vê hewldan kiriye.
Têkoşîna gel li hemberê komployê berdewame
Bê guman di têkoşîna li dijî tecrîd û komploya navneteweyî de, gelê kurd berdêlên giran daye û têkoşîneke mezin meşandiye. Têkoşîna li dijî komploya ku dikeve sala 27’an, qet ne sekinî ye; bê navber heta roja îro dewam kir. Li gel têkoşîna gelê me, dostên gelê kurd û hêzên demokratîk ên li cîhanê û jin li dijî komployê rabûn û xwedî li Rêber Apo derketin. Bi taybetî jî hingî ku fikrên Rêber Apo ji aliyê rewşenbîr û derdorên demokratîk cîhanê ve hate naskirin, têkoşîna li dijî komployê jî mezin bû. Hîn bi xurttir xwedî li azadiya Rêber Apo hate derketin. Îro di serî de CPT saziyên navneteweyî yên ku têkildarî Îmraliyê berpirsyar in, zorî dikşînin û ketine wê rewşê ku nekarîn tecrîdê biparêzin. Di vê yekê de bandora helwest û têkoşîna rewşenbîrên li seranserî cîhanê, hêzên demokrat û jinan çêbûye.
Pêngav wek giloka berfê li seranserê cîhanê belav û mezin bû
Li seranserî cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ bandoreke girîng ava kir. ‘Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ ev pêngav hîn dewlemendtir kir. Niha jî ‘Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re’ tê meşandin. Bi vî rengî Rêber Apo hîn baştir tê fêmkirin. Ev jî eşkere ye ku wê têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, hîn xurttir bike. Hingî ku Rêber Apo hat fêmkirin, pêngava ji Rêber Apo re azadî mîna mezinbûna guloka berfê wê mezin bibe û ti kes wê nekare pêşî lê bigire. Ji vî alî ve domandin û mezinkirina pêngava ji Rêber Apo re azadî ya ku li seranserî cîhanê hatî pêşxistin, wê azadiya Rêber Apo nêz bike.
Li gelek welatan pêngav bi daxuyaniyan hat destpêkirin
Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.
Tevî welatên Ewropayê li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din di heman demê de daxuyanî hatin dayin.
Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.
Daxuyaniyên 74 welatan bi vî rengê bûn
“Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ya navneteweyî, tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan Kurd û dostên wan ên li tevahiya cîhanê li dora armancekê digihîne hev. Ev armanc jî ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyeke diyalogê ya nûkirî bê kirin, ji pirsgirêka Kurd re ku pirsgirêka sed salî ya Tirkiyeyê ye çareserî were dîtin.
Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd û nûnerê mirovahiyê ye ku li tevahiya cîhanê ji aliyê bi milyonan Kurdan û azadîxwazan weke nûner tê pejirandin.
Weke ku tê zanîn Rêber Apo di Sibata 1999’an de bi operasyonekê îstîxbaratî ya navneteweyî de hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji hingî ve girtî ye û bi salan têkiliya wî ya bi derve re hate qutkirin. Êşkence û kiryarên dij mirovî ên zalimane lê hatin kirin.
Tevî vê yekê jî tevgera ku Rêber Abdullah Ocalan ava kiriye û mirovên ku li pey şopa wî dimeşin û remanê wî ji bona xwe esas digrin, li refên herî pêş ên têkoşîna diyarkirina çarenûsa Kurdan û di nava tevgerên demokrasiyê yên pir etnîkî û olî yên li Rojhilata Navîn cih digirin. Teoriyên wî ji bo her kesên ku li tevahiya cîhanê ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe, azadiya jinê û dawîanîna li newekhevî û mêtingeriyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.
Mifteya aşitî û wekheviyê Rêber Abdullah Ocelan e
Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, weke ku ji navê wê jî tê naskirin, çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Rêber Apo pêkane, ji rewşa wî cuda nikare bê nirxandin û dest girtin. Ji bo azadiya Rêber Apo berê jî gelek kampanyayên cuda hatin destpêkirin. Gelek rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û sendîka beşdarî van kampanyayan bûn. Mirov dikare bibêje ku pêngava dawî jî dewama wan e. Lê belê divê were gotin ku ji kampanya û çalakiyên berê berfireh û mezintir bû.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” dostên kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyên xwendina pirtûkan de azadiya Rêber Apo xwestin û peyama; “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e” dan.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dostên Kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyan de çalakgeran beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin, fikrên wî nîqaş kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin. Çalakgeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye û gotin: “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e. Wê tecrîd bê şikandin û gel azad bibin.”
Di çarçoveya pêngava azadiyê de li seranserê Ewropayê çalakiyên “Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” hatin organîzekirin. Akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û siyasetmedarên tevgerên Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyên xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Di çalakiya xwendina pirtûkan de beşên ji pirtûkên “Berxwedana Çandan“, “Sosyolojiya Azadiyê“, “Şaristaniya Kapîtalîst“ û “Azadiya Jinê“ hatin xwendin. Fikrê Rêber Apo bû gerdûnî
Fikir û paradîgmaya Rêber Apo êdî di asta navneteweyî de tê qebûlkirin, ku vê yekê bandor li pêngavê jî kiriye. Dema ku me karê vê pêngavê kir, me careke din dît ku fikir û felsefeya Rêber Apo li nava civakên derveyî me û derdorên akademîk gelekî bi bandor bûye. Gava ku mirov bala xwe bidin ser çalakiyên destpêkê yên pêngavê, wê ev bandor bi şênberî bê dîtin. Rojên xwendinê yên di meha Kanûnê de hatin kirin, mînaka herî balkêş ya vê yekê ye. Li çar aliyên cîhanê parêzname û pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin. Ji gelek derdoran mirov tevlî van rojên xwendinê bûn. Ev yek jî nîşan dide ku fikrê Rêber Apo asoyekî nû dide tevgerên azadiyê û jinên ku li dijî sistema hegemonîk di nava lêgerînên alternatîf de ne. Û êdî Rêber Apo di asta gerdûnî de weke rêberekî tê dîtin. Di ser pêngavê re 4 meh derbas bûn. Di serî de welatên Ewropayê li çar aliyên cîhanê, li Bakurê Kurdistanê û li Rojava çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Ji niha ve em dikarin bibêjin ku pêngav gihîştiye asteke girîng û baweriya me tam e ku wê azadiya Rêber Apo bi xwe re bîne.
Dîlên azadiyê li girtîgehan jî tevlî pêngavê bûn
Li gel van çalakiyan, grevê birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, li derve jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan, çalakiyên girîngbûn ku di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin. Weke rêveberên vê pêngavê, weke gel û jinên Kurd; ji bo wan erke ku bibin dengê vê gireva birçîbûnê, li tevahiya cîhanê piştgiriyê bidin girtiyan. Pêngav hem bi belavkirina karên îdeolojîk, teorîk û felsefîk ên Rêber Apo, hem jî bi çalakiyan dewam kir. Yek ji vê plansaziyê jî ew bû ku di salvegera 15’ê Sibatê de 100 hezar kartpostal ji girava Îmraliyê re bêne şandin. Plansaziyeke din a girîng jî di 17’ê Sibatê de bi beşdariya ji hemû welatên Ewropayê li bajarê Koln ê Elmanyayê komploya navneteweyî bê şermezarkirin şopdarên fikir û paradîgmaya Rêber Apo, bi biryar bûn ku sala 2024’an ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bikin saleke pêngavê.