Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê tunekirinê bi navê Olan

06/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Pirsgirêka Rojhelata Navîn bûye pirsgirêka sereke ya Cîhanê.

Herdû hêzên ku şer derdixin û dibin sedemên aloziyên mezin, îradeya bihevre jiyanê pîştguh dikin, Hêzên weke Hamas, Hizbullah û piştgirên wan Tirkiye, Îran û desthelatdarên dên yên qaşo oldarin.

Ev hêzên han ji bo desthelata xwe mayinde bikin, propaganda tunekirina cuhiyan li rûyê erdê, bi navê Îslamê dikin. Weke kû Îslam tu ol, bîr û baweriyên dîtir napijirîne, pênase dikin. Ji bo alîgirên desthelata xwe zêde bikin, hemuyan ji holê rabikin, xwe û alîgirên xwe li ser tunekirin û qirkirinan sor dikin. Gelo ev nêzikbûn û nirxandinên dewletên desthelatdar binavê Îslamê pêktînin, çiqas li gor pîvanên Îslamê ne?

Ger pîvanên Îslamê Qur’ana pîroz û suneta Pêxember bin, divê ev pîvan werin vegotin!

„Ger Xweda bixwesta, ew ê li rûyê erdê hemû kesan bawerî bi (Îslamê) bi aniya. Ger Rewş ev be; tu yê çawa bidarê zorê mirovan bikşînî nava baweriyê.“ (Yûnus 99)

Li gor wateya vê ayeta han, Pêxemer jî tê de, tu kesekî nikare baweriya xwe li ser mirovan bi darê zorê ferz bike. Lewra xwedê rexne li Hz Mihemed sXl dike û dibêje; tu nikarî ji bo bawerîanîna mirovan zorê li wan bikî!

Ger heqîqet û fermana Qur’anê bi vê rengî be; kesê/kesa bawerî bi ola Îslamê anîbe, çawa kare zext û zorê li ser bicîhkirina baweriyê wek şêwaz bikar bîne?

„Qur’an a pîroz dibêje kuştina mirovekî bi neheqî, weke kuştina mirovahîyê ye!“ (Maîde 32)

Kê kare bêje Îslamê cewaz daye ku ji ber baweriya mirovan cudaye, anjî ne Îslame, divê ew mirov werin kuştin?

Di Pîvanên Îslamê de tenê parastina rewa heye. Êrîş bi navê xwedê û ol nayên kirin.

Weke di sureyek biçuk ku navê wê sureya Kafîrûne weha tê gotin: “Ola we ji were û ya min jî jimen re.” (Kafîrun 6), pîvan jî ew ayeta bi xwe ye.

Îro kesên navê Îslamê li xwe kirine û behsa Îslamê dikin, dibêjin divê em cuhiyan bi yek carî tune bikin! Ev nêzikbûn nahêlin ku pirsgirêk bi guftugo û dîyalogan werin çareser kirin.

Bi navê ola Cuhitiyê jî îro, Natenyahu û henekî cuh jî dibêjin ger em Misilmanan tune bikin. Ji ber wê propaganda berfirehkirina axê dikin û dixwazin Misilmanan ên li derûdorên wan dijîn tune bikin.

Bi vê polîtikaya şaş û olperestiya tund li çareseriyan digerin. Bi navê cuhutiyê kuştinê û qirkirinê pêk tînin. Ev hişmendiya bi navê Cuhitiyê nahêle ku jibo pirsgirêkan çareseryên mayinde werin bicîh kirin.

Tewrat weha dibêje:

Bê Xweda ji kesî re îbadet neke

Navê Xwedê bê sedem û vala bikar neyne

Ji dê û Bavê xwe re rêzê bigre

Nekuje

Zînayê neke

Diziyê neke

Şahidiya bi derew neke

Çavê xwe bera namûsa cîranê xwe nede

Çav bera xanî, eşya û hebûna cîranê xwe ne de

Fermanên ku Tewrat behsa wan dike, heman ferman di Qur’ana pîrozde jî tên dubarekirin.

Lê mixabin ev herdû alîyên ku dibêjin em oldarin, jibo desthelatên xwe alîgirên xwe ji rê derdixin û wanan gellekî xirab bikar tînin. Îro di Rojhelata Navîn de mirov bi navê Îslam û cuhîtiyê hevdû tune dikin. Ev karên tên kirin ev xirabiyên tên kirin tu têkiliya wan bi Olan nîne. Ev leyistikên desthelatdarane! Divê em xwe jivan nebaşiyan dur bixin û rêya sêyem bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.