Idrîs Henan
26 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijê Rêber Apo li dar ketiye re derbas bûn. Îro jî heman komplo bi şêwe û rêbazên nû di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de dewam dike. Bi gotinek din; lidarxistina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo hêzên modernîte û mêtingeriyê ku ji nû ve Rojhilata Navîn dîzayin bikin, hewceyek bûn û nebûnê bû. Lew re jî partî, tevgerên siyasî, welatên herêmê û yên cîhanî cihê xwe di komployê de girtine û hevkariya reş li dijî tevgera azadiya Kurd, di şexsê Rêber Abdulah Ocalan de pêk anîne. Rêber Apo derketina xwe ji Sûriyê ya 9 Cotmeha 1998an weke mezintirîn oparasyona NATO`yê pênase dike ku piştî 126 rojan, 15 Sibata 1999an radestî Tirkiyê dikin û ev bû 26 salin li Îmraliyê dîl tê girtin.
Pêwîste li rex rola hegemoniyê û hêza dendik a modernîteya kapîtalîst, Gladyo, mirov baş têbigihêje rola îxaneta hindirîn û wê riswa bike. Bê guman dema mirov qala wê yekê dike, ji bilî velerizîna ku bi bedena mirovan dikeve, derhal rola ajantiya PDK di ber çavan re derbas dibe ku 33 sal in bi dagirker, mêtinger û kujerên Kurdan re, li dijî îradeya Kurd û gelên Kurdistanê tev digere. Çi destkeftiyên Kurdan li kuderê hebin şerê wan dike û di oxira wê de jî, mil bi mil, bi dagirkeran re êriş dike. Bi vî awayî jî ajantiya di komploya navneteweyî de dewam dike.
PDK ji bo tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, li her derê bi her kesî re ketiye nava hevkariyê û cihê xwe di komploya li dijî Rêber APO de girtiye. Ji xwe Rêber APO li ser PDK gotiye; Rêxistina rajoriyê ya parallelî Îsraîlê û girêdayî NATO`yê ye. Her wiha Rêber APO rola îxaneta PDK û zerarên ku digihîne doza Kurdan dinirxîne û dibêje; ziyana ku PDK daye Kurdan, di ti serdemên dîrokê de, bi ti partiyeke dîtir re nayê rûbirûkirin.
Diyare ev rola modernîteyê daye PDK ne tiştekî ji nişkêve ye, her hal rolek organîk û girêdayî sedemên avabûna wê ye. Ji ber vê yekê jî li kuderê bizavên Kurdan derb xwaribin, tiliya PDK tê de heye. Ev rol wisan mezin dibe û ji bo ku firsendeke jiyanê di nexşeya “Rojhilata Navîn” ya nû de bigire, ji kêliyên fikirînê de bigire heya pratîzekirina plananên qirêj were, cihê xwe digire. Ji ber vê jî li paytexta Îrlandayê Diblin 1995, li paytexta Amerîka Waşînton 1998, li paytexta Urdinê Eman 2014, li Bexda, Tehran, Şam û Enqerê civînên cuda cuda bi hêza hegemoniya global, îsraîl, DAIŞ û çeteyên terorîst re hevakarî kiriye û li dijî îradeya Kurd li Mûsil, til Efer, Şengal, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û tevayî beşên Kurdistanê rola esas di komploya navneteweyî de girtiye. Ji xwe PDK vê yekê înkar nake û gelek zelal û eşkere misoyneriya xwe bi cih tîne. Serokê wê Barzanî dema ku dibêje; “Ewlehiya Tirkiyê û Kurdistanê girêdayê hev û din in” wê hevkariyê tekez dike û rola partiya xwe di komployê de deşîfre dike.
Lê tevî vê êrişa dijwar a ku çarenûsa gelê Kurd di şexsê Rêber APO de hedef digire ku 26 sal di ser re derbas dibin, hêzên hegemoniyê û yên hevkar û îxanetê nekarîne bigihin armancên xwe, berevajî, îroj paradîgmaya Rêber APO dîwarên Îmraliyê hilweşandine û awazê senteza wî yê aşîtî, demokrasî û azadiyê dilê milyonan li cihanê dilerîzne.