Hemza Sêvo/ Qamişlo
Payîz saldemeke û yek ji çar werzên salê ye, ev werz xwedî taybetmendiyên cuda ne. Payîzxêr jî diyardeyeke navlêkirina wê ji çand û baweriya gelê kurd a di derbarê werzê payîzî hatiye der ango tê wateya barîna baranê berî dema xwe.
Guhertina avhewayî
Kengî demsala payîzê ya sala 2024’an dest pê dike? dibe ku ev pirseke mezin be û di hişê gelek kesên ku xwe amade dikin demsala payîz û zivistanê, de hebe. Bi taybet piştî germahiya havîn a ku şahidê zêdebûna germahiyê bû, tê xuyakirin jî ku welatî bendewarên hênikbûna atmosfera gerdûnê ne. Di van rojên em tê de ne, dem ber bi payîzê ve diçe, li gorî guhertina avhewayî ya cîhan, Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, em dikevin werzê payîzî. Eger di milê şînahî, dar û xwezayê de, dê li ser taybetmendiya payîzê rawestin. Di payîzê de rengê piraniya daran tê guhertin, pelên wan zer dibin û hildiweşin. Hin darên din jî bi berhem didin. Di heman demê de gelek cureyên giyayên ku mirov wan dixwe, di werzê payîzê de tên çanidin û ev giya xwedî sûdmendiyeke mezin in.
Kengî demsala payizê ya 2024’an dest pê dike?
Li gorî hesabên astronomîkî, nîvsala havînê di 21’ê îlonê de diqede û nîvsala payizê ya 2024’an dest pê dike û wê sê mehan berdewam bike. Roj êdî ber bi başûr ve diçe, ji ber vê yekê meyla tîrêjên wê kêm dibe û saetên roj û şevê di wê demê de dibin yek. Ev hemû nîşaneyên hatina payîzê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di roja pênşema bûrî de, baran li gelek deveran bariya û pê re jî rewşên birûsk û tavan çêbûn. Lê di roja yekşemê de li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke gur bariya û rêjeya germahiyê bi jêr ve çû.
Baran dê zû bibare?
Bi destpêka demsala payîzê ya 2024’an re, pir kes li bendê ne ku ew ê bibe fersendek ji bo barîna baranên giran û herkîna lehiyan û hin kesên din wê bibêjin ku hîna germahiya havînî didome. Li gorî Navendên Cîhanî ji bo Hilberîna Pêşbîniyan a Rêxistina WMO’yê, ji ber wê rêjeya barîna baranê di demsala payîzî de, wê bilind bibe. Bi taybet depresyona demsalî ya Sûdanê ku bi depresyonên heyî yên asîmanî yên derdorê re, demsala payîzê dê bibe şahidê zêdebûna baran û dibe ku rewşa lehiyê çêbibe li gelek deveran. Lê li gorî WMO’yê, nîvê pêşîn ê payîzê, ku mehek û nîv e, dê germahiyek bilind hebe, ji ber ku taybetmendiyên havînê digire nav xwe, nîvê din jî bi diyardeyên xwe yên cuda yên hewayê pir nêzî hewaya sar a zivistanê be.
Di nav çanda kurdî de ‘Payîzxêr’
Di nav gelê kurd de bi taybet civaka gundîtiyê têgeha Payîzxêr tê bikaranîn. Ev peyv helbet ne hema ji xwe ber tê gotin, lê belê hin di encama hin sedem û demeke diyar de tê gotin. Dema ku baran bi rengekî geş di destpêka saldema payîzê de dibare, payîzxêr jê re tê gotin. Ango barana bi xêr û bêr di zûtirîn dem de hat barîn. Li ser hizra ku êdî wê zivistan bi xêr û bêr be, demsala buharê bi kulîlk û giya be herwiha havîn ku were jî bi berhem be, xweşpêşbînî ji aliyê civaka kurd ve tên kirin. Lê eger Xwedê hez ke û ti bobelatên cuda çênebin pêşbîniyên kesên bi vî rengî dihizirin, heta radeyekê bi cih tên. Li aliyê din piştî ku payîzxêr dikeve, giya li deşt, erdên çandinî û çemên miçiqî zîl dide. Ev giyayê ku di saldema payîzê de şîn tên giyayê herî xweş li ber dilê lawirên giyaxur e. Lewma jî em dibînin ku çiqasî gelê kurd çiqasî bi xwezaya xwe ve girêdayî ne û navlêkirina payîzxêrê diyardeyeke xwezayî û ji çanda civaka gundan e. Li aliyekî din jî, kurdan di rabirdûyê de hin pend û gotinên pêşiyan ji bo payîzê bi kar anîne. Nimûne; Payîz e mij û dûman e berx ketiye sifra guran. Payîz e, ev dem çû, ber zivistan derd giran bû. Şîrê payîzan bidin ezîzan.
Bandora payîzî li ser derûnî û laşê mirovan
Payîz encama werzê havînî yê germ û zuha tê der, lewma jî atmosfer û bayê wê zuha be. Ji ber vê jî bandoreke mezin a payîzê li ser mirov heye. Di despêkê de li ser şermê mirov, laşê mirov rastî zuhayî û nexweşiyan tê gelek pirzik û girêkên biçûk li ser rû û laş derdikevin.. Herwiha pora mirov, bi taybet a jinan diweşe. Li aliyê din jî rewşa payîzê bandorê li derûniya mirov dike, mirov bargiran û dilxemgîn dibe. Şev bi ewrên giran û tarîbûna xwe, sibeh bi bêdengî û bahoz û toza xwe derûniya mirov ji xweşiyê dûr dixe. Lewma dema ku ji mirovekî re tê gotin ew dilpayîzî ye, tê wateya ku ew gelekî xemgîn e.