Farûk Sakik
Piştî ku di sala 1984’an de li Kurdistanê şerê çekdarî dest pê kir, her tişt guherî. Herkesî xwe li gor vî şerî ji nû de bi rêxistin kir û pozîsyon girt. Rojnamevanên Kurd jî di vî şerî de li gorî pêvajoyê birêxistin bûn. Kovar û rojname derdiketin. Rojnamegerî beşek têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Di nav van xebatan de me Apê Mûsa nas kir. Mûsa Anter. Wî beriya PKK’ê, beriya hemû tevgeran, di sala 1942’an de dest bi rojnamegeriyê kiribû. Ne bi tenê rojnamegerî, di heman demê de ji bo ciwanên kurdan jî dixebitî. Ji bo ciwanên Kurd ên hatibûn Stenbolê bi navê Dîcle şevîniyek ava kiribû. Di pêvajoya van xebatan de Abdurehman Qasimlo jî nas kir. Ji bo xwendinê hatibû Stenbolê. Dema Apê Mûsa ew nas kir û cewhera wî dît. Nexwest li Stenbolê bimîne û ew şand Parîsê, cem Kamuran Bedirxan. Qasimlo li vê derê dest bi xebatên doza Kurdistanê kir. Di sala 1972’yan de Rêber Apo jî nas kir. Di civîna DDKO ya Stenbolê de, dema ku axivî herkesî wî meraq dikir. Apê Mûsa bi israr nedixwest ev kes deşîfre bibe. Wî cewhera Rêber Apo berî vê civînê dîtibû û ew diparast. Di sala 1984’an de bi destpêka şerê çekdarî, ew jî hatibû di eniya çapemeniya azad de cih girtibû. Ew Çinara Kurdan bû. Tecrûbeyên xwe yên salan bi nifşê nû re parve dikir. Stenbol bû. Ji doza 49’an hetanî wê rojê hin xeyalên wî hebûn. Bi PKK’ê û bi pêngava 15’ê Tebaxê êdî gihîştibû wan xeyalên xwe. Van xeyalên xwe wek çavê xwe diparast.
Dijmin ev yek dîtin û di 20’ê Îlona 1992’yan de ew şehîd kirin. Dema Apê Mûsa şehîd bû, bi navê Seyît Evran kesek dest bi rojnamegeriyê kiribû. Seyîd Evran jî rojnamevanek şoreşger bû. Dema li eniya legal dît çembera dora wî teng dibe, dixwest ber bi çiyayên azad ve rêwîtiyekî bide destpêkirin. Di sala 1995’an de li Amedê li bajarê xwe bû. Derbasî çiyayên azad ên Kurdistanê bû. Bi salan li nava gerîlayên azadiyê geriya, li ser jiyan û têkoşîna wan lêkolîn kir û ev yek ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand. Ji wê derê derbasî Rojava bû. Dem bi dem li Başûrê Kurdistan jî me ew didît. Piştî Seyît Evran em hîn bûn ku, şoreşger, bi yek xebatek, bi herêmek, li deverek statîk kar nakin. Li kuderê pêdivî hebe li wê derêne. Seyît Evran jî wisa bû. Bi cesaret di qada şer bû. Rastiya şer û berxwedana gerîla bi cîhanê re parve dikir. Ew bi van xebatên xwe bersiv dida kesên ku dibêjin, ‘rojnamevan ji şer, tevger û partiyan dûr bisekinin’ dida.
Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî wek wî bûn. Li Silêmaniyê rojnamegerî dikirin. Şerê serdema nû dişopandin. Bi cesaret bûn. Li herêma ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû îstixbarata xwe ve bi cih bûbû de, rojnamegerî dikirin. Ev cesaret ne karê herkesî bû. Seyît Evran di sala 1995’an de wek wan herduyan dîtibû şer mezin dibe û dive ku civak rastiya vî şerî bibîne, çûbû herêmê. Ew sal jî salên zor û zehmet bûn. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî, şerê ku ji sala 2021’an de destpêkiribû û dijmin heroj di medya xwe de behsa qehremaniya xwe dikir, ev derew teşhîr dikirin. Berevajiyê vê yekê lehengiya gerîla parve dikirin. Ji bo vê yekê bûn şehîdên çapemeniya azad yên dawî.