Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Her tim jinê tewambar dikin

25/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Sîstema baviksalarî zîhniyeteke gelekî gemar û kirêt di mejiyê mirovan de daye çandin. Di encama zayendperestiyê de gelek pirsgirêkên civakî yên giran derdikevin holê. Jin di hemû rewşan de tê sûcdar kirin. Mînak sîstem dema ku mêr işkence dike, mêr jî qehra xwe di serê jinê ve derdixe. Wê jin jî di vê rewşê de ji ber zagonên ku civakê ji bo wê diyar kirine, her tiştî tehemul bike. Ev yek mirin bi xwe ye.

Dayîkek rojane ji aliyê hevjînê xwe ve tê işkence kirin, hevjînê wê kuran dixwaze. Ew mêr ne tenê tûndiyê li hevjîna xwe dike li herdû keçên xwe jî dike. Tenê du keçên wî hene û hevjîna wî nema dikare zarokan bîne. Sedema ku dayîk nema dikare zarokan bîne mêr bi xwe ye, lê ya tê ceza kirin jin e. Gelo pirsgirêka vê malbatê wê bi tûndiyê çareser bibe?

Ew malbat ji bajarê Meyadîn ê Dêra Zorê ye, mêr ji aliyê rejîma Sûrî ve tê girtin û dema Hikûmeta Şamê bajarê wan bombebaran dike, kurê wî yê bi tenê tê kuştin. Di girtîgehê de wî gelekî giran işkence dikin û wî tînin rewşa ji mêrtiyê bixînin. Piştî ku mêr ji girtîgehê tê berdan êdî pirsgirêkên wan ên malbatî zêde dibin. Mêr şûna ku hesab ji dewletê bixwaze hevjîn û keçên xwe işkence dike. Hevjîn û keçên wî gihîştine rewşa ku intîharê ji xwe re çareserî dibînin. Eger dewletê işkence li mêr kiriye çi sûcê hevjîn û keçên wî ye?

Her wiha di destpêka şoreşê de hikûmeta Şamê dema ku Meyadîn bombebaran dike kurekî wan ê 6 salî tê kuştin. Dîsa dayîk tê sûcdar kirin û dibêjin kurê xwe neparastiye. Pirsgirêkên vê malbatê bi vî rêbazî nayên çareser kirin û di encama tûndiyê de wê gelek pirsgirêkên cuda derbikevin.

Di vê malbatê de civakbûyîn nîne û têkiliya wan bi hevre seqet e. Mêr rêz nade hevjîn û keçên xwe û her tiştî layiqî wan dibîne. Ew jî her tim bê dengin. Çima bê dengin? Sedem ol û zagonên civaka zayendperest e. Jinê fêr dikin ku mêr taca serê wê ye, pîroze û divê ew her tim xizmeta mêr bike. Di mejiyê jinê de diçînin ku mêr hêz e û jin zeyîfe, yê parastina jinê bike û pêdiviyên jinê pêkbîne mêr e. Eger jinek bav, bira yan jî hevjînê xwe rexne bike her kes êrîşî wê dike û wê sûcdar dikin. Eger pirsgirêk di malbatekê de hebe hîna fêmnekirine dixin sukra jinê de. Ji xwe jina ku bertek jê derbikeve yan jî dengê xwe bike mîna ku guneh kiriye û wê tînin rewşa ku ji xwe şerm bike.

Li hemberî feraset û nêzîkatiyên ji jin re têne kirin, tenê perwerde û xwe birêxistin kirin çareserî ye. Anceq jin bi rêxistinkirinê xwe biparêze û bibe xwedî vîn. Jina xwe birêxistin bike wê bikaribe bibe xwedî helwest jî. Mêr tucarî zîhniyeta xwe şaş nabîne û nade guhertin, ji ber vê yekê jina xwe radestî mêr bike wê her tim mehkûmî binkeftinê be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.