Sîpan Şînda
Dema ez zarok bûm, min bi xwe xwe elimand xwendin û nivîsandina Kurdî. Min korfeleqî pirtûkên Rêzimana Kurdî yên rehmetiyên Celadet û Kamîran Bedirxan li pitûkxaneyekê dîtibûn û min ew kirîbûn. Bi saya serê wan pirtûkan min xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Di wî temenê xwe yê kiçik de, min pirtûkek bi navê Birîna Reş xwendibû. Birîna Reş, yekemîn pirtûka Kurdî ya li ser şanoyê hatî nivasandin bû ku min xwendî. Her çend wê demê min çi tişt di derheqê şanoyê de nedizanî jî, lê belê ji bo min gelekî balkêş bû ku pirtûkek ya şanoyê bi Kurdî bixwînime. Ji ber wê hê ji navê pirtûkê li bîra min e.
Bê goman, her çend min navê nivîskarê pirtûkê jî jiber kirîbû, lê belê ji navê nivîskarî pitir navê pirtûkê li ser min bandor kiribû. Lê belê rojekê mîtînga hilbijartinên parlamenterîyê li pişta dibistana ez diçûmê çêbî. Em zarok hemî çûn seyra mîtîngê. Dema otobûsa mîtîngê hat û navê mêvanan hate xwendin û ew yek û yek çûn li ser serê otobûsê. Min dît ku navê nivîskarê pirtûka Birîna Reş ji hate xwendin. Erê, navê Mûsa Anter jî hate xwendin ji ber ku ew jî di nav wê koma hilbijartinê de bû. Bê goman kelecanê ez girtim û min got hevalên xwe “Ez vî navî nas dikime, min pirtûka wî ji beriya nihû xwendibû.” Û min hêdî hêdî di nav qelebalixê re xwe nêzîkî otobûsê kir. Dema ez çûm li ber otobûsê sekinîm, min dît ku ew ji ser otobûsê hatiye xwarê û li cihê xwe rûniştîye. Wî li camê re seyra gel dikir. Ez çûm li hinda wî sekinîm û min destê xwe ji wî re hêjand. Ewî jorde li min meyzekir û wî jî destê xwe ji min re hêjand. Min kire qîr û got: Min pirtûka te ya bi navê Birîna Reş beriya nihû xwend, gelek xweş bî. Lê wî tiştek ji min fêm nedikir. Min du sê caran li ser hev got, lê wî dîsa ji tiştek fêm nekir. Paşê ew rabî ser xwe û bi destî ji min re got were ber derî. Wî derîyê otobûsê da vekirin û ez jî çûm li ber derî û ji min re got: “Tu çi dibêjî xorto?” Min gotê: “Ma tu ne Mûsa Anterî? Got: “Belê.” Min got: “Min pirtûka te ya bi navê Birîna Reş ji berîya demekê xwend. Got: “Ha, eferim xorto. Tu dizanî bi Kurdî bixwînî?” Min bi serbilindî got: “Erê ez dizanime.” Ya rast, ez gelekî li ber xwe re jî çûm. Ji ber ku ez yek ji wan kêm kesan bûm ku min dikarî ez bi Kurdî bixwînim û niha jî ez bi nivîskarekî ku min pirtûka wî xwendî re diaxivîm. Cara ewilî bû ku min nivîskarek rû bi rû didît û pê re axivîm. Ewî dîsa derî girt û çû li cihê xwe rûnişt. Lê belê ez dîsa çûm li ber camê sekinîm û min seyra wî kir heta otobûs birêket û çû. Û ew dîmen hê jî li ber çavên min e!
Belê, jî beriya 32 salan, ango di 20’î Îlona 1992 yê de ew ji aliyê hêzên tarî ve li Amedê hate qetil kirin. Bê goman mîratê wî hêlayî û rêça wî û rêhevalên wî danî, ji bo zarokên Kurdan bû riya serxwebûnê û heroj xurttir dibe. Bila gora wî û yên mil bi milê wî re û li ser dewsa wî canê xwe dayîn biheşt be. Em wan bi minnet bi bîr tinîne. Erê, ew dîmen hê jî li ber çavên min e!