Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Giringîya çandê di têkoşîna gelande

22/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewleta Tirk qirkirinên xwe didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Pirsa çanda gelan pirseki giringe! Mirov bi çanda xwe tê nasandin û di nava civakên dinyayê de, bi pîvanên çanda xwe tê bicîh kirin. Çandên gelan nasnameyên wanan ên dîrokîne. Lewra çand dîroka raburdeya wî gelî bû, di hundirê demê de hatiye hûnandin. Her Ol û Bawerî jî weke çandekî di nava civakande xwe bi cîh dikin. Mirovahî behsa çandan dike û ev çandên hanê, dîroka mirovahîyê vedibêjin. Kijan gelî çi ajotiye û çi ava kiriye? Henek gel hene weke mînak: Çanda wanan çanda şer û talanêye. Bi şer dagirkerî û talanê hatine nasandin. Henekî gel jî hene, bi çanda aşitî û civakbûnê têne nasandin.

Xwedê dema behsa mirovbûnê dike, weha dibêje: “Gelî mirovan! Bê guman me we ji mê û nêrekî afirand, me we wergerand ji êl û eşîran, jibo hûn hevdû binasin, li ba Xwedê qenctirînên we, ew kesê ku berpirsiyariyên xwe li beramber Xwedê bicîh tîne. Xwedê her tiştî dizane û ji her tiştî agahdare.” (Hucurat 13)

Mirov di vê ayeta de dibîne ku Qur’ana pîroz behsa merheleyên avabûna civakan û çandan dike. Ev avabûn, bi îradeya Xwedê hatiye pêşxistin. Lewre ew dibêje; Me we wergerand ji êl û eşîran. Dema mirov çanda gelan nas dike, dibîne ku çand hene di nava xwede pêş ketine û çand jî hene bûne gerdûnî. Çandên gerdûnî bûne samanê mirovahiyê. Cudabûna çandan û zimanan ayetên Xwedêne. Bi wateyekî din ew keda ku Xwedê daye û pê mirovahî pêş ketiye. Divê qedrê keda Xwedê were girtin û çandên milletan werin parastin.

Bi taybet em gelê Kurd bi destên dewletên Tirk, Ereb û Farisan ve bi qirkirina çandîre tên derbas kirin. Tirk Ereb û Fars ji bo çanda me tunne bikin, hemû amûran bikar tînin. Herî zêde ji bo çanda Kurdan û kevneşopiyên wan tunne bikin, Ola Îslamê bikar tînin. Weke Mînak: Çanda Ereban, Tirkan û Farisan çandekî Îslamî û ya Kurdan jî weke çandekî dij Îslamî didine nasandin. Çanda herî qedîm ku li ser rojhilata navîn bandora xwe kiriye, çanda gelê Kurd û Kurdîstanêye.

Çanda qîmet danîna jinê, xwendinê, civakbûnê, hevkariyê, mêvan perweriyê, cesaretê, berxwedanê, ji zarokan heskirinê û hurmeta mezinan girtinê çanda gele Kurd ya kevnareye. Ev Çand heman demêde çanda Îslamêye û yê hemû olane. Ev çandeke ku li cîhanê belav buye. Çanda dagirkirinê, kuştin û talan kirine, qedexe kirina ziman û çandan, ne çanda me Kurdane. Divê em Kurd li çanda xweya dewlemend xwedî derkevin. Ji ber ku dijmin û dagirkerên me dixwazin ziman û çanda me ji holê rakin. Di çanda mede kuştina zarokan, bêbextî, teslimiyet, tirs û xwefiroşî nîne.

Çanda me bi hezaran salane ji hêla Bav û Kalên meve hatiye hûnandin. Neha dagirkerên me di şûna vê çanda paqij û bilind de dixwazin çanda xweya qirêj û kirêt cîbicîh bikin. Divê em di mala xwede, di saziyên xwede, di kolan û koçeyên xwede çanda xwe bijîn û bidin jiyîn. Divê Kurdên Avrupa û yê cîhanêjî li çanda xwe xwedî derkevin. Festîwala çanda Kurd ku bûye serpêhatiya gelê meyê Evrupa tê lidarxistin, divê hemû gelê me tevlî vê festiwalê bibe. Çand jiyane, dev ji jiyanê nayê berdan.

Post Views: 88
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.