Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja Aştiya Cîhanî û şerê cîhanî!

22/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Dibe  ku sernivîs balkêş û nakok were dîtin; ji ber aştî û şer wê çawa werin ba hevdû? Lê mixabin hatin e ba hevdû û dibe ku siberojê dîsa werin ba hevdû. Çawa? Di 1’ê Îlona sala 1939an de, artêşa faşist a Hitler, êrîşa dagirkerî ajot ser Polonyayê û şerekî mezin derket holê. Jixwe şerê cîhanî yê 2an li ser vê êrîşa dagirkerî despêkir. Bi giştî êrîşkariya Hitler, ji aliyê herdû aliyên dijber ewqas xeter hat dîtin ku, di bin serokatiya DYEyê de dewletên emperyalîstên Rojava û di pêşengtiya Sovyet Rûsyayê de eniya Rojhilat, li dijî faşîzma Hitler bûn yek.

Her wiha bi encama vê lihevhatina navnetewî re, di destpêkê de(1981’an)1’ê Îlonê(roja dagirkirina Hitler a Polonya), pişt re(2001an) 21’ê Îlonê, ji aliyê Saziya Netewên Yekgirtî(NY) ve weke Roja Aştiya Cîhanî hat pejirandin û ragihandin. Ev, ji aliyê cîhanî ve bû û her wiha tê dîtin ku peywendiyên aştî û şer çawa dikarin bi hev re bin. Ji aliyê Kurdistanî ve jî, bûyerên giring û watedar ên di vê heyvê de rûdan e hene.

Her çar pêşengên çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê(1982’an); M.Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yilmaz û Ali Çîçek di vê heyva Îlonê de şehîd ketin e. Her wiha bi êrîşa hewayî ya dewleta faşîst a Tirk(2011’an), Rustem Cûdî şehîd keti ye. Di 16.9.2022 de, bi êrîşa polîsên dewleta qirker a Îranê Jîna Emînî hat şehîd kirin. Erê, bi van êrîşên xedar ên faşîzmê re, gelek rûdanên xemgin hatin serê gelan û tevgêrên azadîxwaz. Lê weke di van mînakan de jî hatin e dîtin, van êrîşên dilêş û xemgîn, bi xwe re li dijî xwe çalakî, serîhildan û hwd. bûyerên  bi rûmet jî diafirînin. Weke bi mînaka êrîşa ser Polonyayê re şerê cîhanê 2’an destpêkir; êş, elem, keder pêkhat, lê di heman demê de li dijî wan, li gelek welatan şoreş hatin afirandin û her wiha Roja Aştiya Cîhanê jî hat ragihandin. Mînaka çalakiya lehengî ya 14’ê Tîrmehê û şehadeta hevalên pêşeng, bi xwe re rih û îradeya ji pola ya xweragir a berxwedêr a şoreşgerî afirand. Her wiha di encama van çalakiyên qehremane de, Pêngava 15’ê Tebaxê(1984’an) hat lidarxistin û Şoreşa Rojava pêkhat û hwd.destkeftiyên hêja û bi rûmet hat bidestxistin. Bi mînaka berxwedana Jîna Emînî re, gelê me yê Rojhilat rabû ser piya, bandora xwe li hemû parçeyên Kurdistanê, Îranê, herêmê û cîhanê jî kir.

Her wiha dewleta kevneperest a mêtinger û qirker Îran lerizî, mîna erdhejê lêhat û her wiha her sê dewletên din ên mêtinger jî hatin tirsandin. Wisa diyar e ku, Hitlerê vê serdemê, wê bibin Receb û Netanyaho; yek êrîşên qirkeriyê dibe ser gelê Kurdistanê, yê din jî dibe ser gelê Filistînê. Çawa Hitler bû sedema cenga 2’an a cîhanê û di encama faşîzma xwe de şikest û xwe kuşt(intixar kir), Receb û Netanyaho jî bûne pêşengên (kujerên)qirkeriya cenga 3’an a cîhanê û wê bi aqûbeta Hitler, di xwîna xwe de bixeniqin! Û dirûşma Rêber APO Jin, Jiyan, Azadî biserdikeve!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.