Kemal Necim
Civaka wêjeyî ya Kurdî, bi taybet a li Rojavayê kurdistanê bi salan ji pir hêlan ve bêpar bû. Tê zanîn ku çalakî û tevgera wêjeyî ne tenê nivîsîna berheman e, lê belê girêdayî wê pir qadên din hene, mîna çapkirin û weşana berheman, xwendin û nirxandin û rexnekirina berham, her wiha hin çalakiyên li kêlekê jî hene, mîna lidarxistina pêşbirkan û xelatkirina daner û wêjevanan. Ev diyarde hemû ji ber sedemê çewisandin û qedexeyê di nava civaka wêjeyî de tune bûn û wêjeya kurdî jê bêpar bû.
Niha rewşek pir cuda ye, êdî tevgera wêjeyî ketiye qonaxeke nû û hewil dide bi lez qonaxan derbas bike û xwe bighîne astên li pêş. Lê weke her qadekê, her ku kargêriyek yan çalakiyeke nû tê lidarxistin, pêre hin êş û azar jî derdikevin.
Mînaka vê rûdanê, lidarxistina pêşbirkên wêjeyî ye. Her ku hijmara van çalakiyan zêde dide asta wê jî bilind dibe, lê pêre jî hîn têgihiştinên qels rû didin. Ji van têgihiştinên qels, ku çanda hevrikî û pêşbaziyê kêm e, li şûna wê çanda pitpit û nerazîbûnê carna xwe dide pêş. Pirê caran kesên ku di pêşbirkan de biser nakevin, li şûna ku hewil bidin asta xwe baştir bikin, yan jî kesên bi serketî pîroz bikin û keda kesên ku nirxandin kirine spas bikin, berovajî wê rika xwe didin komîteyên nirxandinê û her çanda bêbwerî û gumanê belav dikin.
Vê hefteyê li bajarê Qamişlo Fistîvala Çandê ya Yekemîn hate lidarxistin, beşek ji festîvalê pêşbirka helbestan bû ku nêzî 60 helbestvan tevlî pêşbirkê bûn. Li gorî dîtina min ku yek ji endamê komîteya nirxandina helbestên Kurdî bûm, pir helbestên astbilidin gihiştin pêşbirkê, her wiha pir helbestên ku asta wan nêzî hev bûn jî hebûn, lê di encamê de pêwîste sê helbest bêne xelatkirin. Tişta ku diyar bû piştî ragihandina encaman, pir helbestvanên ku xelat wernegirtibûn ji komîteya nirxandinê ne razî bûn û her di wê gumanê de bûn ku encam ne durist û tekûz in.
Di nivîseke berê de me behsa wê yekê kiribû çawa pêşbirkên wêjeyî ji bo afirînerî û jêhatîbûna di nivîsandina wêjeyî de têvedaneke xurt pêk tîne û dibe sedema pêşketina civata wêjeyî bi giştî . Yek ji rolên girîng yên pêşbirkên wêjeyî ku çanda pêşbazî û hevrikiyê xwert dike di navbera nivîkaran de da ku çawaniya berhemê wêjeyî bilindtir bibe û her yek ji wan nivîskaran berhemên baştir pêşkêş bikin. Ji bo gelek nivîskaran serketina di pêşbirkeke wêjeyî de tê wê wateyê ku ew gihîştine asteke diyarkirî ya afirîneriyê, ev jî wan têvedide ku xwe bigihînin asteke bilindtr.
Bê guman dibe ku gazinên beşdarên pêşbirkan jî heta radeyê mafdar bim, ji ber ku çalakiyên lidarxistina pêşbirkan, pêşwazîkirina berheman, bijartina endamên komîteyên nirxandinê, ev kar hemû di pêvajoya ezmûnê de ne û hîna neketine rêyeke tekûz. Bi taybet awayên xwendin û nirxandina berheman, danîna pileyan, gotûbêja di navbera endamên komîteyê de hîna neketiya rêya xwe ya tekûz. Di vê derbarê de, êdî pêwîst e ku sazî û aliyên têkildar ên ku van çalakiyan lidar dixin hewil bidin ku ji ezmûnên civakên din sûdê wergirin û awa û metod û şêweyên lidarxistina van çalakiyan ji roja ragihandinê ta roja diyarkirina encaman ji wan ezmûnan wegirin da ku ev tevger û çalakî jî êdî têkeve rêya xwe ya tekûz.