Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ciwan pêşeroj e

18/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Di hemû civakan der rista ciwanan sereke û diyarker e. Heke di civaka ku ciwan ne xwedî gotin û biryar be di wê civakê de serkeftinên mayînde pêş nakev e. Ji parastinê bigire heta pêşerojeke azad hemû kar û bar li ser milên ciwanan e. Lewma jî divê di her qada jiyanê de ciwan xwedî gotin û  derfet be. Ji bo vê jî ya pêwîst di rêveberiyê de ciwan xwedî biryar bin. Her wiha pêwîst e ku ji bo ciwanan qadên xweser ên ku karibin xwe bi rêxistin bikin, kar û xebatên xwe bi rêve bibin bên afirandin.

Di vir de rêveberiyên herêmî yan jî şaredarî ji bo ciwanan xizmetên ku karibin dema xwe derbas bikin û sazî û dezgehên wekî navendên ciwanan, navendên betlaneyê û kampên ciwanan ava bikin û bixebitînin çêbikin. Di van navendan de divê ciwan bi xweseriya xwe, bi hişmendiyeke civakî, rêxistinî û azad tevbigerin. Ji bo pêşerojeke azad a civakê rista ciwanan dê bi xwe re afirîneriyên berbiçav bîne.

Divê di rêveberiyên herêmî de feraseteke ku dê ciwan karibin di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin, serwer be. Nexwe dê civak bi helîn û pişaftinê re rû bi rû bimîn e. Ji bo pêşîgirtina helîn û pişaftinê rista ciwanan diyarker e. Em ji destpêka Şoreşa Rojava û heta niha li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Her wiha em dizanin ku ev rista ciwanan a ji bo civaka kurd ev 50 salin her zinî û bi têkoşerî heta roja me ya îro hatiye. Ne tenê di şoreşa Kurdistanê de em rista ciwanan di hemû şoreşên cîhanê de jî dibînin. Ji şoreşa Spanyayê bigire heta ya Fransa û ya Rûsyayê ciwanan risteke mezin lîstin.

Em bala xwe didinê di civaka ku ciwan xwedî gotin e, di her warî de civak pêşketî ye. Lê di civakên ku ciwan ne xwedî biryar e ew civak jî di çerxa mêtingeriyê de ye. Welatên ku mêtingerî lê pêş ketiye û di çerxa hegemonyayê de hêriyaye yek ji sedemên xwe ew e ku ciwan bi rista xwe ve ranebû ye yan jî gotina wan di rêveberiyê de nebû ye. Lê dema em berê xwe didin rojavayê Kurdistanê bi hêsanî tê dîtin ku ji destpêka Şoreşê û heta niha ciwan xwedî biryar û gotin bûne. Lewma jî xwe, axa xwe, civaka xwe û bigiştî welatên xwe parastine. Tevî hemû êrîşên hovane yên çeteyan, rejîmê û hêzên hegemon li ber xwe dane, parastine. Ev rewş her tiştî radixe berçavan.

Ji lewre jî rista ciwanan ji bo civakê jiyanî ye. Di heman demê de divê civak û rêveberiyên herêmî jî di wê ferq û girîngiya ciwanan de be ku li gorî wê dikaribin pêşerojeke azad, wekhev û mayînde ava bikin. Naxwe dê ji êrişan re vekirî be û dê ji helandin û pişaftinê nikaribe xwe rizgar bike. Bi vê hişmendiyê pêwîste hemû kar û xebat bên pêşxitin. Lewre civaka ku bi hişmendiyeke ciwan, bê berjewendiyên şexsî, li ser xeta neteweya demokratîk û civakeke ekolojik bê rêvebirin dê pêşerojeke azad jî misoger bike.

Dema em bala xwe didinê hêzên hegemon û mêtinger di destpêkê de berê xwe didin ciwanan. Sedema wê jî ew e ku heke hêza dînamîk a civakê yanî ciwanan têk bibin dê bi hêsanî wê civakê bixin bin destê xwe. Lewre jî divê civak bi vê zanebûnê tevbigere û di her şert û mercî de piştgiriya ciwanan bike û derfetên ji bo pêşerojeke azad biafirîn e. Ciwan pêşeroja civakê ye divê civak jî li pêşeroja xwe xwedî derbikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.