Nehîr Pale
Roja 15`ê Îlonê ji 3`ê aliyan ve Rojhilat, Rojava û Başûr Kobanê dan ber top û tangan. Hîna 24 saet li ser derbas nebibû çeteyên DAIŞ`ê destpê kirin di bejayî de êrîş kirin û xwestin çeperên şervanan ên xeta sînor birûxîn in. Şer vê carê ne mîna tu carî bû, DAIŞ dixwest di navbera şev û rojekê de xwe bighîne bajarê Kobanê û dagir bike.
Şervanên berxwedana Kobanê bi keleşinkofa xwe li hemberî tangên DAIŞ`ê şer dikirin. Çeteyan pir hewldan ku çeperên şervanan desteser bikin, lê rastî berxwedaneke bêhempa mîna berxwedana Serzûrî dihatin. Şervanan destûr nedida ku çete çeperên wan desteser bikin, heyanî guleya dawiyê şer dikirin û dawiyê çalakiya fedaî dikirin.
Di wî şerî de jina Kurd li eniyên pêş bû, fermandar bû, pêşengtî dikir, fedakar bû, di şer de xwedî helwest bû û serkêşiya govenda ji agir dikir. Jina Kurd ne tenê li eniya paş bû, ew di şerê hebûn û tunebûnê de li pêş bû. Birîndar dibûn û hîna bijîjkan birînên wan girênedabû israr dikirin ku vegerin eniyê û hevalên xwe bi tenê nehêlin. Sînor derbas kirin da ku werin parastina Kobanê bikin, mîna Arînan gelek keçên Kurd di pevçûnên herî dijwar ên bi çeteyên DAIŞ`ê re çalakiyên fedaî kirin. Ew berxwedan û têkoşîna şervanên jin li hemberî hişmendiya zayendperest bû.
Li Rojavayê Kobanê Zozan Kobanê fermandara eniyê bû, ji canê wê zêdetir tiştek hebane wê fedayî Kobanê kiribane, rojekê hêviya wê qut nebû ku êrîşa çeteyên DAIŞ`ê rawestînin û têk bibin. Şehîd Zozan û yekîneya xwe heyanî ku şehîd bûn li hemberî tangan şer kirin û ew soza `anceq tang li ser canê me re derbasî Kobanê bibin` pêk anîn. Fermandar Destîna jî tevî yekîneya xwe ku ketibûn çemberê de xwe radestî çeteyan nekirin û heyanî ku şehîd bûn şer kirin. Li hemberî hejmara zêde ya çeteyan û çekên wan netirsiyan û radest nebûn. Her kêliya li ber xwe didan hêviya wan hebû ku biserbikev in.
Tevahiya cîhanê li beramberî şer û berxwedana li Kobanê matmayî mabûn. Dewlet û hêzên wan ên leşkerî nikarîbûn li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bisekinin. Li Kobanê jî berevajî bû, çeteyên DAIŞ`ê nikarîbûn li beramberî şervanan bisekinin û têkçûn. Li eniya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat jinên Kurd şer birêve dibirin. Çete li gorî zîhniyeta zayendperest nêzî jina Kurd dibûn. Ew difikirîn şervanên YPJ`ê wê nikaribin şer bikin û zû bişkin. Şehîd Ararat li eniya Başûr bû, di yekîneya wê de şervanên YPJ`ê û YPG`ê hebûn. Di navbera yekîneya heval Ararat û çeteyên DAIŞ`ê de tenê dîwarek hebû, dengê wan diçû hevdû. Di gurûpê de zêdetirî xwe şervanên YPJ`ê bûn. Çeteyên DAIŞ`ê rojane êrîşî yekîneyê dikirin û her tim bangî wan dikirin ku xwe radestî wan bikin an jî wê wan serjê bikin. Şerekî taybet ê giran li ser wê yelîneyê didan meşandin, lê wan şervanan bi mehan li ber xwe dan heyanî ku ew koma çeteyên DAIŞ`ê hemû kuştin.
Şervanên YPJ`ê berpirsyartiyeke dîrokî rakirbûn û li gorî wê nêz dibûn. Çavkaniya berxwedana wan Rêber APO, hevalên şehîd û gel bû. Dizanîbûn çarenûsa Kobanê bi wan ve girêdayî ye