Kiryarên hovane yên leşker û çeteyên Tirk yên dagirker li Efrînê bê navber dewam dikin û roj bi roj zêdetir dibin. Welatiyên Xuta El Şerqiye ku Artêşa Tirk li Efrînê bi cih kirine li dijî çeteyan rabûn. Her wiha çeteyan hêjmarek ciwanên taxa Mehmûdiyê jî revandin û nayê zanîn bi kude birine.
Li bajarê Efrînê di navbera welatiyên Xûta El-Şerqiyê ku artêşa Tirk li Efrînê bi cih kirine û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şer û pevçûn derketin. Li aliyekî din piştî ku hejmareke ciwanan ji taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê hatin revandin bi dehan welatiyên bajêr daketin kolanan û xwepêşandanek li dar xist.
Li gor nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hejmareke ciwanan ku amadekariya xwepêşandanekê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dikir, ji taxa Mehmûdiyê ya bajêr revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Revandina welatiyên Efrînê rojane dubare dibe û komên çete ji bo van welatiyan berdin xiracê ji malbat û xizmên wan dixwazin.
Li aliyekî din welatiyên Xuta El-Şerqiyê û bajaroka Dûma yên Şamê ku di lihevkirineke Rûsya û Tirkiyê de li Efrînê hatine bicihkirin û hewl didin demografyaya herêmê biguherînin. Di navbera koma çeteyan a Ehrar El-Şerqiye û koçberên Xûta de şer û pevçûn li Efrînê rû dan, lê sedema pevçûnan nehate zanîn.
Gelek welatiyên Xûta ku xwest ji Efrînê derkevin û vegerin warên xwe, ji aliyê komên çete û artêşa Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyan hatin. Ji ber hovîtiya komên çete ku li ser parvekirina diziya malên welatiyên Efrînê şerê hev dikin, ewlehî bi temamî li Efrînê tune bûye.