Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Oldaran hovîtiya dewleta Tirk li dijî gorên şehîdan şermezar kirin

15/08/2018
in Uncategorized
A A
Oldaran hovîtiya dewleta Tirk li dijî gorên şehîdan şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Yekitiya Oldarên Dêrikê û Meclisa Rûspî û Eşîran a herêma Cizîrê destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî gorên şehîdan ên herêma Efrînê şermezar kirin. Oldar û rûspiyan piştrast kir ku ev kirinên wan derveyî nirxên exlaqî û pîvanên olî ne.
Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de li herêma Efrînê, Yekitiya Oldarên Dêrikê li Navenda Olan çalakiyek li dar xist û bi daxuyaniyekê destdirêjiya dagirkeran li gorên şehîdan ên herêma Efrînê bi tundî şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Navenda Olan Seîd Husam ve hate xwendin û hemû şehîdên rûmetê û mirovahiyê hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li ser navê oldarên Dêrikê em hovîtiya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê bi tundî şermezar dikin. Tu ol û şerîetên Xweda û ne jî pîvanên mirovî û pîvanên navneteweyî destdirêjiya li dijî mezarên şehîdan qebûl nakin. Ev kirinên artêşa Tirk li Efrînê heman kirin û destdirêjiyên terorîst in.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu carî ola îslamê fermana destdirêjiya mirovan nade û heman tişt di belgeyên navneteweyî de hatiye piştrastkirin.
Girêdayî heman mijarê Meclisa Rûspî û Eşîran a herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Şêx Sînan Ehmed ve li navenda meclisê hate xwendin. Di vê daxuyaniyê de jî wiha hate gotin:
“Em van destdirêjiyên hovane û tirsonek ên çeteyên Erdoganê mongolî û koleyên wî ku xwe wek artêşa azad bi nav dikin, li dijî mezarên şehîdan ên herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin. Hovîtiya atêşa Tirk û çeteyên wê li dijî xanî û dar û beran jî pêk hat. Artêşa Tirk û çeteyên wê xaniyên sivîlan hilweşandin û daristanên herêmê dişewitînin. Her wiha destdirêjiyê li gorên şehîdan dikin ku rihê van şehîdan wek dirindeyan di jiyana van çeteyan de ye.
Lehengiya şehîdan bêguman dê veguherin dibistanên jiyana azad û her çi qas hovîtiya van komên terorîst û artêşa Tirk li dijî gelên herêmê zêde bibe, tu carî vîna azad a van gelan naşikê.
Bêhna xwîna şehîdan hêza me di parastina rewa de xurttir dike û tu hêz nikarin nasnameya me tune bikin. Em rehmeta şehîdan ji Xweda dixwazin. Bimire dewleta Tirk a faşîst.”

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.