Idrîs Henan
Li cihê ku hestên civakekê li yek qadê di nav komên berjewendiyên hevpar, qebûlkirina cuhatiyan û yekkirina çarenûsê de bêne mezinkirin û tîmarkirin, çand û exlaqa avaker serwer dibe. Ango rêyên xisara civakî ku dibin sersebebê şerpezebûnê û derketina gelek reftarên ziyandar, bi perensîba wekheviya civakî re tên xetimandin û rê li ber pêşketina ferd û civakê tê vekirin. Pêşketina civakî jî pala xwe dide mîrateya exlaqî ya pêvajoya beridîna reftar û nêzîkatiyên sinc – polîtîk ên dayîksalariyê. Xwebûn û hevgirtina civakî yên polayî jî li ser bingeha têgihaştina giştî ya qebûlkirina pirrengiya çand û etnîsîteyan ava dibe. Ev yek jî weke daneheva çandî, exlaqî û polîtîk sermayeya hestên xwebûnê yên civakî û tendirustiya civakî ava dike.
Di vê navberê de têgîna rêveberiya tendirust jî weke hewceyeke man û nemanê xwe dide der. Pirsgirêkên civakê di çarçoveya teng a tirs û sizayan de nayên çareserkirin. Kengê civak, derveyî hişmendiya keysbaz a ku rêveberiyê vediguherîne şiklê çors ê desthilatdariyê, biryara tayînkirina çarenûsa xwe bi dest bixe û her ferdekî civakê bi reftar û nêzîkatiyên xwe yên berpirs veguhere lîderekî xwerêvebirinê, wê çaxê çi lebat û bizav hebin jî, di coka berjewendiya nirxên civakî ya topyakûn de diherikin. Ew yek parastina nirxên exlaqî, çandî, aborî, siyasî û bawerî yên hemû çandan di nav hev û din de dixe gerantiyê û pirrengiyê pîroz dibîne.
Vêca; her kes, alî, tevger û heyîna hebe jî, rûxandin û jinavbirina van nirxan qebûl bike û veguhere amûreke pelçiqandina bineyên civakî, dibe ajan û milîsê dijminê welatê xwe. Têgîna îxanetê bi hemû wateyên awanîkirin û xiniziyê ve barkirî ye ku ew alî, kes an kom be, dema ku wan wateyan li xwe bar dike, weke nexweşiyeke biyanî lekeya xwe li civakê dixe. Çawa ku îxanet ewlehî û aramiya civakê armanc digire, pesindina wê kiryarê weke îxaneta gewre, kêmtirîn vegotina were kirin e.
Peyva îxanetê di hundirê xwe de çi neyîniyên mirov û koman ên dûrî reftarên mirovê bi hiş hebin, dihewîne. Lew re jî; him weke kiryar û him jî kes an komê pê radibin, dijminên civakê yên bingehîn û sereke ne. Ango berxwedana esasî divê li hemberî van aliyan bê kirin ta ku çi bizav, tevger, serhildan, raperîn û şoreş hebin biser kevin. Ji wir de dest pê neke, şansê serkeftinê namîne. Berevajî wê yekê, dagirkerî, qirkirin û tunekirina fîzîkî hêsan dibin.
Şiklê îxanetê çi dibe bila bibe, dixwaze rasterast an jî objektîf be, hemû jî xizemtî berjewendiya dijminên civakê dikin û nirxên civakê, ewlehî û aramiya welêt û hemû ferdên wê rûbirûyî qirkirina misoger dihêle. Zemîna komployê ava dike û bicihanîna planên dagirkeran li ser welêt hêsan dibin.
Li ser vî bingehî tekûz dibe ku her alî; dixwaze ferd an kom be, nepabendê ewlehiya civaka xwe be, alîgirê dagirker, kom û rêxistinên terror be, têkîliyan bi dijminê welatê xwe re datîne, belge û deteyên ziyandar ji dijminê re bişîne, kiryarên dijmin fînanse bike, propaganda, ajîtasyona dijmin bike, kiryarên wî rewa bike, yekîtiya neteweyî bixe jêr metirsiyê, ferdên civakê teşwîqî revê bike, li ser sûcdar û fesadan binixumîne, nav û dengê civakê û pêşengên wê reş bike û di demên pêwîst û hestiyar de ewlehî û aramiya welatê xwe neparêze, îxanetkarê herî gewre û sûcdarê sereke yê mayîndekirina dagirkeriyê ye.
Ajantî yan îxanet, tebloyek giştî nayê parçekirin. Di navenda wê de hebûn û nirxên dadmendî û mirovî tên armancgirtin. Kêrek xedar di pişta hevgirtin, azadî û ewlehiya civakê de ye. Normalîzekirin û rewakirina wê, xeteriya herî mezin li ser hebûna gelan û mirina herî rezîlane ye. Ancax yekgirtina hemû beşên civakî be ku Destên Tarî bêne birrîn û ewlehiya civakê bikeve jêr gerantiyê.