Bi minasebeta bi dawîkirina dewreya perwerdeyên mamosteyan yên kantona Kobanê û Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê Desteya Perwerdê ya Kantona Kobanê şahî lidarxist. Hêjmareke zêde mamoste beşdarî şahiyê bûn. Li ser navê Desteya Perwerdê Doz Şekir axivî û cejna vejînê li ger û şehîdan pîroz kir.
Bi boneya bidawîkirina perwerdeyên mamosteyên kantona Kobanê û salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê ya 34`emîn, Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê şahî li 3 dibistanên cuda li dar xistin.
Şahî li Dibistana Şehîd Hogir, Şehîd Seydo yên navenda bajarê Kobanê û li dibistana navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê hatin lidarxistin.
Perwerde berî niha bi du mehan bi tevlêbûna hezar û 150 mamosteyên asta seretayî, navîn û amadehî dest pê kir. Mamosteyan perwerde li ser materyalên sala 2018-2019`an dît.
Li ser vanê Desteya Perwerdeyê daxuyaniyek ji aliyê endama Desteya Perwerdeyê Doz Şekir ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê salvegera vejîna têkoşînê di serî de li rêber Apo, li gelê xwe û li tevahî têkoşerên azadiyê pîroz dikin. Cejna Vejînê ya 15`ê Tebaxê ji bo milyonan hêviya jiyana azad afirandiye û têkoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin. Di kesayeta fermandarê me yê efsanewî rêheval Egîd de li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, bi hezkirin û rêzdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin.”
Piştî daxuyaniyê şahî bi stran, helbest û govendê bi dawî bû.