Ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê KPC-Demokratîk li herdu kampên Berxwedan û Serdem refên perwerdeya astên ziman dest pê kiriye.
ROLA JINÊ DIYARKER E
Mamosteya zimanê Kurdî Ofê Reşîd ku nişteciya Kampa Berxwedan e di vê derberê de got: Dijminê gelê Kurd her berê xwe daye qirkirina zimanê Kurdan. Lê bi ked û têkoşîna jinan zimanê Kurdî hatiye parastin. Ofê bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê û ev tişt anî ziman: Jina Kurd malbat li dora xw kom kir û bi zimanê dayîkê perwede kir. Li hemberî hewldanên pişaftin û asîmîlasyonê, rola jina Kurd di parastina ziman de diyarker û pêşeng bû.
Ofê bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk di serî de li Efrînê sazî û dezgehên fêrkirinê hedef girt û got: Dibistanên me ku piraniya mamosteyên wan jin bûn, armanca yekemîn a êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bûn. Dizane ku encax bi riya qirkirina ziman civaka me têk bibe. Lê heya ku jin pêşeng be zimanê Kurdî zindî ye.
JI BO 40 JINAN DERSÊN ZIMAN
Ofê tekez dike ku piştî koçberiya bi zorê û bi cihbûna li Şehbayê KPC-Demokratîk xwe ji nû ve bi rêxistin kir û dest bi vekirina dibistan kir û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Komîteya Perwerdeya Civakî KPC-Demokratîk li Şehbayê ji bo parastina zimanê dayîkê demildest xwe bi rêxistin kir. Li ser daxwaza jinên ku li Kampa Berxwedan dimînin, perwerdeya astên zimanê Kurdî ji bo 40 jinan hate destpêkirin.
Mamosteya zimanê Kurdî li Kampa Berxwdan Ofê Reşîd dawiyê de ev tişt anî ziman: Çawa ku jinê ji serdema civaka xwezayî ziman parastiye, wê ji vir û pê ve jî xwedî li zimanê dayîkê derkeve. Wê hemû hewldanên qirkirina çandî têk bibe û bi têkoşîna xwe wê rê li ber pişaftinê bigire.
Şîlan XOCE