Kemal Necim
Hunera sînemayê ku weke hunera heftemîn tê nasîn, mîna hemû beş û cureyên hunerê xwedî roleke girîng e di teşekirina bîrewerî û zanebûna mirovan de. Her çiqas piştî derketina televizyonan ku derbasî hemû malan bû, dihat payin ku rol û girîngiya sînemayê paşde bimîne, lê heta roja îro li seranserî cîhanê ev huner li ser textê xwe ye.
Ji bilî rola sînemayê ku weke navgîneke kêfxweşî ya şahiyê ye ji bo derbaskirina demekî xweş, her wiha ew alav û navgîneke girîng a veguheztina raman û dozên ramanî ye, ku babetên cuda radigihîne û wan bi awayekî balkêş û bibandor radixe ber çavan, ev yek jî dibe sedema zêdebûna hişyariya civakî û perwerdekirina bîneran.
Sînema roleke mezin di pêşvebirina çandê û belavkirina zanînê de dilîze, ji ber ku fîlm dikarin temaşevanan der barê kevneşopî, dîrok û çandên cihêreng de agahdar bikin.
Bi rêya filman sînema dikare gelek bandorê li temaşevanan bike, bîr û ramanên wan biguherîne û hişyariya civakî û çandî bilind bike. Sînema navgîna derbirîna hunerî û dahêneriyê ye, ku bi rêya wê çîrok û karakter bi şêweyên nûjen û nû tên teşekirin.
Sînema asoyên zanîn û nasîna civakan berfireh dike û çandên cihêreng tîne ba hev, ji ber ku fîlmên ji welatên cuda tên temaşekirin û li welatên din tên nîşandan, ev jî dibe alîkar bo têgihiştin û pejirandina çandên cuda û pevguhertina ramanan.
Ji xwe eger em behsa rewşa civakên bindest û serdemên têkoşîna ji bo azadiyê bikin dê hîn bêhtir rola hunera sînemayê diyar û xuyan bibe. Weke mînak tê gotin ku li Rûsyayê, dema ku Lenîn fîlma ” Intolerance” ya derhêneriya Griffith temaşe kir, ew têgihişt ku roleke mezin a bikaranîna sînemayê ji bo piropagandaya siyasî heye û wî xwest ku ezmûna xwe ji bo pêşdebirina sînemaya Sovyetê bikar bîne. Fîlma Intoleranceli seranserê cîhanê bi ser ket û di belavkirina ramana Sovyetê de yek ji fîlmên sereke bû.
Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê cih û salonên pêşandana filmên sînemayê tune bûn, ji xwe hunera sînemayê jî tune bû. Tenê di pêvejoyekê de li bajarê Amûdê sînema hebû, ew jî bi bûyera şewatê ya naskirî re winda bû.
Van rojan mijara avakirina avahiyek yan saloneke sînemayê li Amûdê kete rojeva xelkê, piştî ku şaredariya bajêr ragihand ku ew dest bi projeya avakirina avahiyeke sînemayê dike.
Li gorî hin nêrînan avakirina saloneke pêşandana filmên sînemayê di vê pêvajoyê de xebateke bêwate ye. Xwedanê vê nîrînê dibînin ku pir kêşe û pirsgirêkên civakê yê girîngtir hene ku şaredarî û saziyên din pê mijûl bibin, mîna kêmbûna kar û barên xizmetê (elektrîk, av, nan, sotemenî, paqijî, zêdekirina mûçeyan û HWD).
Bê guman ev bîr û boçûn jî ji valehiyê nehatiye, ji ber ku xelkên herêmê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê yên sereke êş û azaran dikşîne. Yek ji erkên saziyên peywendîdar e ku hemû derfetên pêşxistina navgîn û dezgehên çand û huner û wejeyî jî pêş bixe û ava bike. Beramberî wê jî yek ji erkên girîng yên rêveberiyê ye ku guh bide jiyana welatiyan û pêdiviyên wan ên jiyanê peyda û berdest bike.