Navenda Nûçeyan
Yılmaz Guney (Dayikbûn. 1’ê Nisan 1937; Wefat bûn:Yenice, Adana –9’ê Ilon a 1984’an Parîs) derhêner, nivîskar, helbestvan û listîkvanekî bi eslê xwe Kurd e. Guney gelek berhemên xwe bi şêwaza çepgir çêkiriye û diyarî zor û zehmetiyên çîna karkeran li Tirkiyê kiriye. Serkeftinên wî yên di sînemayê de nav û dengin.
Kûrte Jiyana Yilmaz Guney
Navê rast yê Yilmaz Guney Yilmaz Pûtûn e. Li gorî gotina wî, Pütün tê wateya “tovê fêkiyên hişk û hişk ên ku têne şikandin”. Di 1’ê Nîsana 1937’an de, li gundê Yenîce yê navçeya Yuregîr a Edeneyê, li malbatekê du zarokên malbateke gundiyên bê erd hatiye dinê. Bavê wî Hamît ku bi eslê xwe Zaza yji gundê Desmanê yê navçeya Siwêregê ya Şanliurfayê ye; Diya wî Güllü, bi eslê xwe kurd e, ji navçeya Varto ya Mûşê ye. Malbata dayka wi jî, ji derdora Mûşê koçî Sêweregê kirin, bi hêviya ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji pêşdeçûna artêşa Împaratoriya Rûsyayê koçberî Mûşê bûn. Güllü Xanim li wir bi Hamit Pütün re zewicî. Piştre jî malbat ji ber doza xwînê ya ku di encamê de birayên wî Hamît jiyana xwe ji dest da, ji Siwêregê koçberî Edeneyê bûn. Malbata Yilmaz, malbeteke cotkar bû, rewşa wan ya aborî lawaz bû.
Guney di sala 1981’an de ji Girtîgeha Ispartayê hat berdan û ji bo bin zexta dewleta Tirk ya dagirker de nemine çû Fransayê. Fîlma Rê (Yol) a sala 1981’ê ku wî bi alîkarê xwe Şerîf Gören re nivîsî, û derhêneriya wê kir, di sala 1982’an de di mihricana Fîlman a Cannesê de xelata Palmiyeya Zêrîn stend û bû yekemîn derhênerê Kurd ku vê xelatê stend. Guney di 12’ê Îlona 1983’an de ji ber ku daxwaza vegerê ya welatê xwe bi cih neanî, di 12’ê Îlona 1983’an de hemwelatîbûna wî hat betalkirin. Di sala 1983’an de Cigerxwîn û Abdurrahman Şerefkendî ligel helbestvanên kurd Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ava dikin. Di 9’ê Îlona 1984’an de di temenê xwe yê 47’an de li Parîsê ji ber penceşêrê koça dawî kir.
Ketina girtîgehê ya du salan: 1972–1974
Yilmaz Guney alîkariya şoreşgerên milîtan ên Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyeyê kir, bi taybetî Mahîr Çayan, Ulaş Bardakçi û Huseyîn Cevahîr ên ku piştî Peymana 12’ê Adarê ji Girtîgeha Maltepe reviyan û tevanbarê kûştina dîplomatê Îsraîlî Efraîm Elrom bûn. Guney ku wê demê bi hevjîna xwe Fatoş Guney re li bajarê Stenbolê dijiya, bi razîbûna jina xwe wan demekê li mala xwe veşart. Ji ber vê sedemê Guney di adara 1972’an de tê girtin û bi biryara dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Beşek ji cezayê xwe li Girtîgeha Selîmiyeyê derbas kir. Di vê serdemê de bi navê “Sêyolojiya Selîmiye” sê pirtûkên (Hücrem, Salpa û Sanık) nivîsandin. Guney piştî ku bi qasî du salan di girtîgehê de ma, di 20’ê Gulana 1974’an de ji efûya giştî ya ku ji aliyê hikûmeta 37’emîn a Bulent Ecevît de hatibû dayîn, ji Girtîgeha Ûskudarê derket.