Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rejıma tırk ya sosret

08/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewleta Tirk qirkirinên xwe didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Desthilata dewleta Tirk, bi kiryar û pêkanînên xwe tiştên sosret nîşanî me dide.

Dema dîroka wî were lêkolîn kirin, kar û kiryarên wî yên qirêj û gemar tên dîtin. Çanda ku ev desthilat pê hatiye perwerde kirin, çandekî hov û dijî nirxên mirovahiyê ye. Mirov karê ji bo desthilatê pênaseya zilm û neheqiyan bike, lê ev desthilata ku xwe weke Tirk bi nav dike, dîroka wî tije tiştên sosretin. Ji bo desthilat kesan bimeşe û dewleta wan bimîne, kiryarên dij mirovahî pêk tîne, weke kuştina bira, ap, bav û hwd. Piştî 15’ê Tîrmehê ya 2016’an carekî dîtir hate dîtin kû ev dewleta hov dikare, generalên xwe û leşkerên xwe serê wan jê bike.

Kesê ku jixwere digotin em hevkarên Erdoganin û piştgrîya wî dikirin,  li ser parve kirina desthilatê bi hev ketin. Ev cemat û aliyên ku Fethullah Gulen pêşengtî jiwanre dikir, ji bo desthilatê ji destê Erdogan bigrin, pêşî li wî vekirin ku tiştên ne yasayi û kirêt pêk bîne û ew jî karibin desthilatê desteser bikin. Operasyon li ser mala Erdogan û wezîrên wî pêkanîn, bi milyonan pere desteser kirin. Herdu alî jî weke ku dijî hevin û çandên wan jihev cudane xwe bi gel didan naskirin. Di rastiyê de,herdu alî jî polayên Holagu û Atatûrk bûn.

Ji bo nîjadperestiya Tirk û ola dewletê pêş bikeve, di nava civakên li Tirkiyê dijîn de xurt bibe, kar kirin û dikin. Di rastiya xwede herdu cemaat jî, bîrdoziya senteza Îslama Tirk dikin, armanca wan jî xurt kirina desthilat a qirêje. Niha derdikeve holê ku dema Erdogan û alîgirên wî, serde girtin û binçavkirina alîgirên cemaata Fethullah Gulen kirine, tiştên sosret pêkanîne. Dema jinên alîgirên cemaata Fethullah pêkanîne, dibin çavan de tecawizê wan kirine û zarok jê çêbûne. Bi hezaran keçikên ku hatine binçav kirin û girtin hatine tazî kirin û destdirêjî li wan hatiye kirin.

Cemaata Gûlen daxwuyanî dide û wisa dibêje “Ev desthilata Kemalîzmê nahêle keçikên me, bi laçikan biçne zanîngehan û ji bo laçikan qaşo bi salan têkoşîn dan. Me hemuyan û kesên xwedan wijdan piştgiriya vê mafê keçikan û jinan kir.”  Erdogan û qaşo van cemaatên ku bi navê Îslamê û azadiya laçikê bûn desthiladar. Niha derdikevê holê ku, ev hişmendiya senteza Îslama Tirk, ji kuştin, îşkence, lêdan û zîndanîkirinê sosrettire û hovtire. Di bin desthilata wan de, jinên laçik di serî de hatine tazî kirin û destdirêjiya laşî li wan hatiye kirin. Senteza Îslama Tirk û hişmendiya wê, propaganda ol, mafê mirovan, mafê jinê dike, lê dema dibe desthilat dikare destdirêjiya hemû nirxên ciwakê bike.

Desthilatî li ser jinê xwe kire desthilat: Piştre derdikeve holê ku di bin çavan de li gîrtîgehê jinên nuxmandî weke cariyan hatine bikar anîn û destdirêji li wan hatiye kirin.

Ey Kurdno; ev hovîtî û kiryarên wiha bi sedan salane li jinên we, xortên we, kal û pîrên we tê kirin. Bavê Hişmendiya DAIŞ’ê senteza Îslama Tirk e!

Ev destdirêjiyên bi wê şêwazê ne cara yekê ye, berovajî wê ev çanda senteza Îslama Tirk e. Divê hemû Misilmanên rast û dirust, xwe ji vê bîrdoziya dijî ol û mirovahiyê durxînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.